Rojnameya Rojev yekemîn saziya çapemeniyê ye ku li wargeha Mexmûrê hatî avakirine. Rojnameya Rojev ev zêdeyî 20 sal in li Wargeha Mexmûrê, bê navber di bin şert û mercên herî zor û zehmet de bi kedek bê hempa li ser şopa heqîqetê tê derxistin. Ev Rojname di aliyekê de ji bo ciwan û rojnamevanên wargehê bûye dibistan û li aliyê din jî bûye çavkaniya zanistê. Navenda Rojnameya Rojev ji gelek şehîdên pêşeng ên çapemeniya azad yên weke Şehîd Deniz, Rizgar, Evîn û Evîndaran re jî malovanî kiriye. Di vê rojnameyê de hemû bûyer û qewimînên li welat û derveyî welat, bi taybet xweşî û nexweşiyên xelkê Mexmûrê diteyîsîne û ji xelkê wargehê û tevahî cîhanê re pêşkêşdike. Ji ber wê mirov dikare bêje ev Rojnameya Rojev bûye nasname, çav û guhê xelkê wargehê.
Têkildarî Rojnameya Rojev, belavkarên Rojnameya Rojevê û xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Memxûr) ANF’ê re axivîn.
‘ME BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ DIKIN’
Ciwanê bi navê Serdem Oren yê ku di Rojnama Rojev de karê belavkariyê dike, wiha qala karê xwe dike: “Em her hefte rojnameyên xwe li malan belav dikin. Dema em diçin malan jî, xelkê waragehê me bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”
Ciwanê bi navê Serkan Uçar jî ku belavkarekî yê Rojnameya Rojevê ye, wiha kêfxweşiya xwe ya di karê Rojnameyê de tîne ziman: “Ez jî di Rojnameya Rojevê de kar dikim, dema em rojnameyan dibin malan, me bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em pir kêfxweşin ku di Rojnameyê de kar dikin.”
‘HER TIŞTÎ DI VÊ ROJNAMEYÊ DE DIBÎNIN’
Her wiha dayîka Cemîla Hilalî ku her hefete Rojnameya Rojevê distîne axivî û destpêkê silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo, gerîlayên serên çiya, girtiyên zinanan û gelê Rojavayê Kurdistanê re pêşkêşkir û wiha peyîvî: “Em her hefte rojnameyê distînin, bi vê rojnameyê em gelek kêfxweşin. Em her tiştî di vê rojnameyê de dibînin, ev rewşa çiya be yan rewşa Rêbertî be yan jî ya zindana be, her çi hebe em hemû di vir de dibînin. Ji ber ku em nizanin nivîsandinê bixwînin, zarokên me ji me re dixwînin.”
‘ÇI DIQEWIMIN LI VÊ ROJNAMEYÊ DINIVÎSÎNIN’
Herî dawî dayîka bi navê Hacer Kara jî têkildarî standina rojnameya Rojevê axivî û diyar kir ku ew her hefte rojnamevane distînin wiha dibêje: “Em her hefte rojnameyê digirin. Li wargehê û cîhanê çi diqewimin rojnamevanên me li vê rojnameyê dinivîsin. Wek dayîk ji ber ku ti xwendin û nivîsandina ne nîne, ji ber wê em nikarin bixwînin û fêhmbikin, dema em rojnameyê digirin zarokên em ji me re dixwînin ka di cîhanê de çi heye wisa em dizanin û fêr dibin. Em bi rojnameya xwe gelek kêfxweşin. Cîhan jî hemû tiştên ku diqewimin di rojnameyên xwe de dinivîsin û belav dikin, ji bo her kes bizanibin ka çi diqewimin.”