Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû da zanîn ku li Xezeyê agibesta bi Hamasê re roja Yekşemê saet di 11:15’an de, yanî sê saetan piştî saeta plankirî destpê kiriye.
Nivîsgeha Netanyahû piştrast kir ku lîsteya rehîneyên ku Hamas wê serbest berde giheştiye destê wan.
Netanyahu ji ber ku ev lîste negiheştibû destê wan, peymana agirbestê ya ku bi alîkariya Qeter, DYE û Misirê hatibû mizakerekirin û lihevkirin, paş xistibû.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku wê rehîne piştî saet 16:00’an serbest werin berdan. Nivîsgehê her wiha da zanîn ku wê 4 rehîneyên din jî di nav heft rojan de bên berdan.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî piştî ku agirbest kete meriyetê, dixwaze li Xeta Xezeyê nexweşxane û klînîkên prefabrîk ava bike. Tê hêvîkirin ku ev di nav şeş hefte û du mehan de pêk were.
Bi hezaran Filistîniyên ku ji ber şer ji cihûwarê xwe bûne, piştî ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ket meriyetê, da ku vegerin malên xwe yên li Xeta Xezeyê ketin rê.