Rojnemevan Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku di 19ˈê Kanûna 2024ˈan de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê di êrişeke hewayî de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyan wan pêk anî, şehîd bûn. Îro jî bi 40 rojiya xwe hatin bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de Meclisa Malbatên Şehîdan û Endamên Yekîtiya Çapemeniya Azad amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan, li ser navê Yekîtiya Çapemeniya Azad Rojnemavan Ehmed Mihemed got ku rêhevalên me Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo ku heqîqeta Dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin, wan ji Bakurê Kurdistanê barê xwe dan Rojavayê û wiha pêde çû: “Di destpêka Şoreşa Rojavayê de gelek şehîd û têkoşeran ji bo mîrateya vê şoreşê canê xwe feda kirin. Her wiha ji bo ku ev şoreş roj bi roj mezin bibe gelek sazî û dezgeh hatin vekirin. Yek ji van saziyên ku ji bo rastiya vê şoreşê û qirêjahiya dijmin derxîne holê dezgehên çapemeniya azad bûn. Dewleta Tirk jî ji bo dengê rastiyê bibire her dem rojnemevanan dike hedef. Lê her çiqas vê yekê bike jî bila baş bizane ku bi hezaran rojnamevan hene ku dê vê rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Em soz didin ku em ê kamera û pênûsa rojnemevanên xwe li erdê nehêlin û rastî wê her dem were ragihandin.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid axavî û got: “Di nav tevahiya zagonên mafê mirovan de qetilkirirna rojnamevanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku rojnamevan cihekî herî sereke di civakê de digrin. Lê dewleta Tirk a dagirker her tiştî ji bo xwe rewa dibîne û rojane sivîl û rojnemavanan hedef digire. Lê belê wê heval û rêhevalên şehîdên çapemeniyê rastiya ku şehîdên me xwestin eşkere bikin ragihînin û ew ê bibin şopdarê vê rêyê.”
Merasîmê bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.