Piştî ku Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê ji aliyê Wezareat Karên Hundir a Tirk ve bi rêya qeyûm hate desteserkirin, çalakiyên şermezarkirinê destpêkirin û dewam dikin. Xelkê Sêrtê li ber desteserkirina îradeya xwe rabû. Şêniyên Sêrtê li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
KEDA GELÊ KURD DIDIZIN
Neslîhan Çabak: Ya ku desthilatdarî li me dike zilm e, neheqî ye. Piştî ku dest danîn ser şaredariya me wê pereyan bidin çeteyan. Li Rojava êrîşî gelê me dikin, li vê derê jî dest datînin ser şaredariyên me. Şaredariyên me ku bi ked û têkoşînê me bi dest xist, bi rengekî nehiqûqî dagir dikin. Qeyûm tiştekî nade vî gelî. Ji bo talan û diziyê li vê derê ne. Keda gelê Kurd didizin. Em vê qebûl nakin, em ji ber şaredariya xwe naçin.
NIKARIN ÎRADEYA GEL TINE BIHESIBÎNIN
Mûrat Ogûtcû: Sê car in qeyûm tayîn dikin. Ev yek darbe ye, biryareke hiqûqî nîne. Em vê yekê bi temamî weke biryareke siyasî dibînin. Ev biryara siyasî tinehesibandina îradeya gelê Sêrtê ye. Em vê bêhiqûqiyê nas nakin û nerazîbÛna xwe nîşan didin. Nikarin îradeya vî gelî tine bihesibînin.
QEYÛM DIZÎ YE
Emîne Polat: Ev yek zilm e, heqaret e, neheqî ye. Ev diz mafê me dixwin. Şaredarî mafê sêwiyan e, ew mafê sêwiyan dixwin. Qeyûm talankarî ye, dizî ye. Şaredariya vî gelî didizin û pêşkêşî alîgirên xwe dikin.
EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN
Esmer Baran: Hurmeta van li îradeya gelê Kurd nîne. Diziyê dikin û talan dikin. Li vî gelî nafikirin. Me bi keda xwe şaredarî bi dest xist. AKP wê ti carî nikaribe vê şaredariyê bi hilbijartinê bi dest bixe. Gelê Kurd van qebûl nake. Em qeyûman qebûl nakin. Ew diz in. Em vê zilmê qebûl nakin.