Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’ê kuştina fermandarekÎ El Qaîdeyê ragihand.
Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate gotin; “Di 30’ê Çileyê de di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê Mihemed Selah El Zebîrê fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresedinê ya El Qaîdeyê hatiye kuştin.
Fermandarê CENTCOM’ê Orgeneral Michael Erik Kurilla got, “CENTCOM wê di nêçira terorîstan, kuştina wan an jî girtina wan de dewam bike, wê li dijî komên ku plan dikin êrîşî DYE û personelên hevalbend bikin, welatê xwe biparêze.”