Ji heft bajaran gelek kes ji bo xwe bigihîne Bendava Tişrînê serê sibehê bi rê ketin.
Di nava rêwiyên Bendava Tişrînê de gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskar jî hene.
Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûnê û vir ve li gel çeteyên xwe êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê ku ji bo jiyana sivîl gelekî girîng e.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrîşan ji 8’ê Çileyê û vir ve di nobeda berxwedanê de ne.
Ji destpêka çalakiya nobedê û vir ve dewleta Tirk a dagirker yekser êrîşî gel dike. Di navbera 8 û 30’ê Çileyê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 221 kes jî birîndar bûn.