Mulîno di daxuyaniya xwe de got, “Dema kanal mijara gotinê be, ne pêkan e. Ne destpêkirina pêvajoya muzakereyê, li ser kanalê ez nikarim muzakere jî bikim. Kanal hatiye mohrkirin, kanal aîdî Panamayê ye” û bal kişand ku welatê wî wê di vê mijarê de paşve gavê navêje.
Serokkomar Mulîno, da xuyakirin ku ew di mijarên mîna krîza koçberiyê, bazirganiya narkotîkê, sûcên organîzeyî û hwd. de ji hevkariya bi DYE’yê re vekirî ne. Lê belê Mulîno helwesta xwe ya li ser mijara kanalê raber kir û bi gotina “Gelekî zehmet e, heta nepêkan e li ser vê mijarê nîqaş çêbibe” biryardariya xwe dubare kir.
Mulîno çend roj beriya serdana plankirî ya Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubîo ev daxuyanî da. Tê payîn ku Rubio di dawîya hefteyê de li Panama, El Salvador, Kosta Rîka, Guatemala û Komara Domînîk serdanên xwe yên dîplomatîk pêk bîne.
Serdana Rubîo piştî axaftina Donald Trûmp a di merasîma sondxwarinê de ku gefa kontrolkirina Kanala Panama ‘ji nûve bigire’ pêk tê.
Trûmp li ser kanala ku di sala 1914’an de ji aliyê DYE’yê ve hat avakirin û di sala 1999’an de dewrî Panamayê hat kirin, ev tişt got, “Çîn Kanala Panamayê bi rê ve dibe û me neda Çînê, me da Panamayê. Û em dê wê kanalê bi paş ve bistînin.”
Mulîno yê ku îdîayên Trûmp red kir, destnîşan kir ku têkiliyên bijartî ên Panamayê bi DYE’yê re ne, ne bi Çînê re ye.