Platforma Piştevaniya Dêrqamê li dijî projeya GES’ê ku ji aliyê Şîrketa Demîr Çelîk a Îskenderûnê ve li ser 800 donim erdî hatibû plankirin, li gund daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û saziyan beşdar bûn de, pankarta “Li Dêrqamê ne GES, jiyan” hat hilgirtin. Metna çapemeniyê ji aliyê Şeyhmus Daghan ve hat xwendin.
‘EM MAFÊ JIYANÊ BIPARÊZIN’
Daghan diyar kir ku ew ne tenê ji bo ku bibêjin “Em GES’ê naxwazin” kom bûne, ew ji bo parastina xwezaya Dêrqamê û mafê jiyanê yê mirovan civiyane, çêregeh û daristan werin tê talankirin û ev tiştgot: “Enerjiya rojê dikare nûjenbar be, lê ax ne bêsinor e. Gava çêregehek an zeviyeke çandiniyê tê tunekirin, tenê ax nayê windakirin, ajaldarî û hilberîn jî winda dibe. Herwiha divê bandorên vê projeyê yên li ser gundiyan bi awayekî zanistî bêne nirxandin û ji saziyên peywendîdar re bang dikin ku pirsên gelê Dêrqamê bibersivînin.”
‘BÎR Û NASNAMEYA GEL TÊ HEDEFGIRTIN’
Piştre Serokê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan axivî û got: “Tevî ku gundiyan di civîna beşdariyê de got ku ew vê projeyê naxwazin, biryara ‘ÇED erênî’ nîşan dide ku mafê jiyanê yê welatiyan nayê raçavkirin. Ev polîtîkayên ku gund û nasnameya gel hedef digirin nêzîkatiyên salên 90’î ne. Wek Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê, me tevî gundiyan pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye.”
‘LI HER DERÊ KURDISTANÊ XWEZA TÊ TALANKIRIN’
Di dawiyê de Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna Dêrqamiyan anî ziman û got: “Roj tune ye ku li Kurdistanê bi projeyên GES, HES an kargehên madenê xwezaya me neyê talankirin. Gelê Licê yê birûmet di salên 90’î de çawa li dijî şer û koçberiyê li ber xwe da be, îro jî gelê Dêrqamê bêyî ku serî bitewîne dê xwezaya xwe biparêze.”

