Duşem, 27 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê 16 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêçûnên leşkerî di sala 2025’an de jî rekor şikand: Gihîşt 2,9 trilyon dolarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekî Bayhan birin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ardil Çeşme: Li gel pêvajoyê jî zextên li ser girtiyan dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ercan Veske yê ku li Dêrsimê şehîd bûbû li ser gora xwe hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê ji bo Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa li Rihayê: Civaka demokratîk ji qada xwecihî destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romanyayê zagona feminîsîdê pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi têkoşîn û wêjeya xwe komkujiya Ermenî neda jibîrkirin: Zabel Yesayan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Bendava Tişrîn ji bo me jiyan e û em ê vê jiyanê biparêzin’
Rojava

‘Bendava Tişrîn ji bo me jiyan e û em ê vê jiyanê biparêzin’

Gelê herêma Bakur û Rojhilartê Sûriyeyê yên ku vê kêliyê li Bendava Tişrînê nobet digrin û parastina ax, av û elekitrîka xwe dikin wiha gotin, “Bendava Tişrîn ji bo me jiyan e û em ê vê jiyanê biparêzin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Bi taybet li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê êrîşên pir dijwar tên kirin. Wek ku tê zanîn Bendava Tişrîn ji bo gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniyek jiyanê ye ku pê ava xwe tînin û jêdera elekitrîkê ye. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku av û elektrîka xwe biparêzin ev 60 rojin bi kerwanên bajar bajar diçin bendavê û nobet digrin. 

Gelê ku vê kêliyê li Bendavê nobetê digrin û bi rojane li hemberê vê serma û seqemê li ber xwe didin ji ajansa me ANF’ê re axivîn. 

‘PARASTINA ME ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ YE’

Welatiya bi navê Cîhan Ehmed a ku niha li Bendava Tişrînê ji bo parastina Bendava xwe têkoşîn dike, ji me re helwesta xwe wiha vegot: “Em wek gelê Kantona Cizîrê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi karwanê xwe re hatine Bendava Tişrîn da ku em parastina av, elektrîk û axa xwe bikin. Her wiha çi şerê ku were ser xaka me em amade ne ku wê derê biparêzin. Ne tenê Bendava Tişrîn lê belê her der xaka me ye û erka me ye ku em wê derê biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer sivîlan dike hedef da ku ji Bendavê dur bikevin û dagir bike. Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku ev Bendav çavkaniya jiyankirina giştî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji ber wê jî em ti carî dest ji Bendava xwe bernadin û çi ji me were xwestin ji bo parastina vê bendavê em hazirin. Ev Bendav bi xwîna zarokê me hatiye parastin ji ber vê jî em rê nadin vî dijminê xwînxwar ku Bendava Şehîdan dagir bike. Parastina ku em wek dayik didin meşandin şerê gelê şoreşgerî ye, eger hêza cîhanê tevahî di destê me de be em şerê kesekî nakin lê dema êrîş were ser me erka me ye ku em parastina xwe bikin. Ez wek dayikek bi temen mezin bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan dikin ku van êrîşên dewleta Tirk li ser sivîlan qut bikin û hesabên dijwar jê bixwazin. Dewleta Tirk ji zarokan heta pîran dike hedefa xwe û rojane wan qetil dike. Lê em bi yekîtiya xwe bikaribin welatê xwe biparêzin ji ber ku ev rêxistinên ku bi navê mafê mirovan bang dikin tevahî hevalbendê Erdogan in. Em ê rojane li Bendava Tişrîn nobeta xwe bigirin heya ku Bendava me were rizgar kirin.” 

‘EM Ê NEHÊLIN DIJMIN XAKA ME DAGIR BIKE’

Dayika bi navê Leyla Selman a ku ji navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo ye û bi karwanên gel re hatiye bendava Tişrînê, diyar kir ku ew hatine da ku cih û warê xwe biparêzin, ji ber ku ev erkê wan e û pêwîste vî erkî bi cih bînin û wiha pêde çû: “Em ji zarokan heya kal û pîran hatine Bendava Tişrînê da ku em axa xwe, ava xwe û elekitrîka xwe biparêzin. Dewleta Tirk bi teknîka herî giran êrîşê sivîlan dike û her roj komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne. Lê em ji van top û balafirên wî natirsin û ev yek wê îradeya me neşkîne ji ber ev Bendav Bendava me ye, ax û ava me ye. Em wek dayikên bi temen mezin em hatine da ku Bendava xwe biparêzin û nabe ti kes xaka me dagir bike. Dewleta Tirk bi çav birçîbûyîna xwe dixwaze xaka me jî dagir bike, lê mafê mirovan jî hevalbendên vê siyaseta qirêjin, eger ne wiha ba wê dewleta Tirk bihataya cezakirin. Bila dewletên cîhanê giştî bizanibin ku em dest ji axa xwe bernadin û em ê cihê aboriya xwe biparêzin. Bendava Tişrîn ji bo me jiyane û em ê vê jiyanê biperêzin. Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê parastina xwe û axa xwe bikin. Di dawiyê de ez soz didin ku bi hemû îradeya xwe em ê nehêlin dijmin xaka me dagir bike.” 

‘EM DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI SER XAKA XWE QEBÛL NAKIN’

Piştre jî dayika bi navê Şaha Seîd da zanîn ku ev 59 roj in dewleta Tirk a dagirker Bendava Tişrîn bombebaran dike û dixwaze vê bendavê dagir bike û wiha bilêv kir: “Em wek gel me berê xwe da Bendavê da ku em av, ax û elektrîka xwe biparêzin. Bendava Tişrîn ji bo me çavakniya av û elekitirîkê ye, dewleta Tirk bi çi mafê dixwaze me bê av û elekitrîk bihêle. Em ê parastina ava û elekitrîka xwe bikin. Dewleta Tirk jî bi balafrên xwe yên şer êrîşî sivîlan dike û wan qetil dike. Lê îradeya me xurt e û em ji tank û topên wî natirsin. Em ti car êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo xwe nakin astengî û em vê riya xwe ya parastina rewa didomînin. Em ê heta dawî av û axa xwe biparêzin, dewleta Tirk bixwe têk çûye û nikare êrîşî QSD’ê bike, ji ber wê jî berê xwe dide sivîlan û êrîşî sivîlan dike. Tirsa dewleta Tirk ew e ku Kurd bibin xwedî azadî, ji ber ku ew dizane çiqas sûc li beramberî gelê Kurd pêk aniye. Pêwîste êdî dewleta Tirk bizanibe ev êrîş di dawiyê de dibe sedema kuştin û xirabiyê, divê siyaseta xwe ya qirêj biguhere û vî şerî rawestîne. Bila bizanibe ku em wek dayîk wê nobetên me li Bendava Tişrînê dawî nebin û wê karwanek here û wê yek vegere heya ku Bendava me rizgar bibe. Em wek dayik û jin vê dagirkeriyê qebûl nakin û em ê her tim vê dagirkeriyê red bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tişrînê li aliyekî êrîş li aliyê din jî dîlan û stran
Nûçeya Pişt re Divê li hember dewleta Tirk a sûcdar bêdeng nemînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zext û zordariya li rojnamevanên jin: 7 girtî

Li gorî rapora Hezîranê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zext û êşkenceya li rojnamevanan…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin

Tevgera Azadî bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

Bi pêşengiya PKAN’ê li paytext Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çeteyên ku xwe ji Serêkaniyê venakişînin gefê li xwediyê mal û milkan dixwin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandehiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Hesekê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Peymana 29’ê Çileyê 3 meh li pey xwe hişt: Rewşa dawî li qadê çi ye?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kovara gaziyan bi sernavê ‘Şehîd sembola berxwedanê ne’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?