Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li Arjantînê ji bo Werîşe û Pexşan kampanya îmzeyan hat destpêkirin
Cîhan

Li Arjantînê ji bo Werîşe û Pexşan kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Li Arjantînê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya ku dewleta Îranê li girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî biriye, bi dirûşmeya “Ji darvekirinê re na, ji jiyanek azad erê” kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Arjantînê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê dewleta Îranê li girtiyên siyasî yên jin ên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya di demeke kin de rastî eleqeyeke mezin hat û nêzî 100 kes û saziyan îmze dan vê kampanyayê. Di nava kesên îmze dane kampanyayê de xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, endamên Madres de Plaza de Mayo- Lînea Fundadora Elia Espen û Taty Almeida, rojnamevan Marta Dillon, parêzvanê mafên mirovan Carlos Lordkipanidze û Elsa Oshiro jî hene.

Di nava rêxistinên ku têkoşîna mafên mirovan didin meşandin û piştgirî dan kampanyayê, Encuentro Memoria, Verdad y Justîcîa, Servîcîo de Paz y Justîcîa (Serpaj), Asamblea Parmanente por los Derechos Humanos, Central de Trabajadores Argentinos (Autonoma) û Gremial de Abogados y Abogadas da jî hene.

Di danezana kampanyayê de, aktivîstên femînîst, parêzvanên mafên mirovan û kesên jiyanê diparêzin, daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê û berdana girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên li Îranê tên ragirtin kirin.

Di danezana kampanyayê de bi kurtî ev tişt hatin gotin:

“Weke ku KJAR’ê ragihandiye, li Îranê jinên ku di qadên siyasî û civakî de aktîf in û bi taybetî jinên ku tevlî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûne, bi girtin, êşkence û darvekirinê re rû bi rû ne. Werîşe Mûradî nivîskar û çalakvana mafên jinan a navdar e. Di Tebaxa 2022’yan de hat girtin û di Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hat birîn. Pexşan Ezîzî di qada civakî de aktivîste û parêzvana mafên jin û zarokan e. Tebaxa 2023’yan hate girtin û cezayê darvekirinê lê hate birîn.”

JI FEMÎNÎSTÊN ABYA YALA PEYAMA PIŞTGIRIYÊ

Femînîstên Abya Yala ku kampanyayê bi rêve dibin, li ser hesabên xwe yên medya civakî vîdeoyeke piştgiriyê weşand. Di vîdeoyê de ev peyam hate dayîn:

“Ji darvekirinê re na, ji cezayên mirinê re na, ji jiyanê re erê! Em daxwaza serbestberdana Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî dikin. Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku girtiyan serbest berdin. Em bang li femînîstên li cîhanê dikin ku li ber sefaretxane û wezaretên derve yên Îranê çalakiyên protestoyî lidarbixin. Ti sînorên femînîzmê nîne. Jin, Jiyan, Azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Afganistanê êrîşa xwekujiyê: 5 mirî
Nûçeya Pişt re Li ber girtîgeha Evînê li dijî îdamê çalakî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Keştiya şer a DYE’yê ji Kendava Taywanê re derbas bû, Çîn nerazîbûn nîşan da

Roja ku Kongreya Neteweyî ya Gelan li Çînê destpê kir, Hêzên Deryayî yên DYE’yê ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pirsûsê 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pirsûs a Rihayê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û herî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em li ber têkoşîna bi rûmet a Dayika Emîne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin’

FEDA û DAKB’ê ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand û got, “Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li keştiya balafiran a DYE’yê bûyera bi guman: 4 personel birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Xwepêşandana xwendekarên lîseyê li Fransayê berfireh dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?