Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevseroka ÎHD’ê Oya Ersoy: Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Ocalan bê pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKAP’ê cezayê li Ayşe Gokkan hatî birin, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hêzên tolhildanê li her derê ne
Kurdistan

Hêzên tolhildanê li her derê ne

Li hemberî propagandayên reş ên dewleta Tirk a dagirker, gerîla her roj hîn bêhtir xurt dibe, ji aliyê leşkerî û teknîkê ve dibe xwedî wê hêz û hunerê ku derbên giran li dijmin bixe. Çalakiya Gabarê ya 30'ê Çileyê yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Her çend rayedarên Tirk bibêjin ‘Em heta nûmareya pêlava wan zanin, zanin bê çend kes mane, sînorên me hatiye paqijkirin’ jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê mîna her carê bi pratîka xwe bersiv dan van gotinan û derewan hemûyan pûç dikin. Ji ber vê yekê her çalakiya gerîlayên azadiyê bersiveke yekser a li hemberî dewleta Tirk a dagirker e.

Dewleta Tirk bi taybetî propagandaya wê yekê dike ku li Bakurê Kurdistanê gerîla nemaye û hewl dide her kesî qanih bike. Lê belê hêzên gerîla mîna her carê yekser û li cihê rast bersivê didin dagirkeran. Ji ber vê yekê jî 30’ê Çileyê li Botanê li hemberî baregeha Tabûra Seslîce û hin bîrên petrolê yên li Gabarê çalakiyeke mezin hate kirin û peyamên xurt hatin dayin.

Gerîlayên Kurdistanê berxwedaneke welê dikin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Lewma her çalakî û her gava gerîla divê baş bê fêhmkirin. Ji ber ku ti çalakiya gerîla ji ber xwe ve nîne; her yek ji wan xwedî peyamên girîng e. Dewleta Tirk a dagirker nikare xwe li nefesa gelê Kurd jî rabigire û di her firsendê de êrîşî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de herî zêde êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û bi SÎHA’yan bombeyan li gelê sivîl dibarîne. MÎT ji bo karibe li Başûrê Kurdistanê operasyonên xwe yên qirêj bimeşîne bi Parastinê re hevkariyê dike û bi vî rengî xwîna Kurdan dirijîne. Ji ber vê yekê hemû êrîş bi zanebûn û plankirî têne kirin.

Herî dawî di 27’ê Çileyê de li gundê Şihê yê nehiya Dînartê ya navçeya Akrê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê endamên eşîra Zêbarî Cafer Celal û hevjîna wî Sitî ji aliyê MÎT û Parastinê ve bi zanebûn hatin qetilkirin. Lê belê ev yek ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawî bû; ji ber ku êrîşên bi vî rengî yên dewltea Tirk ên li hemberî gelê Kurd her roj dewam dikin. Lê belê gerîlayên Kurdistanê bi hêza xwe ya fedaî û tolhildanê, bi çalakiyên xwe bersivê didin van komkujiyan û derbên giran li dewleta Tirk dixin.

Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di 30’ê Çileyê de li TRT Gabar li hemberî baregeha Tabûra Seslîce û hin bîrên petrolê çar êrîşên hewayî kir. HPG’ê ev çalakî bi vî rengî ragihand: “Li hemberî êrîşa li ser gelê me yê sivîl, Hêzên me yên Parastina Hewayî bi heman rêbazê wê bersivê bidin.”

DIVÊ PEYAMA HPG’Ê ÇAWA BÊ FÊHMKIRIN?

Eger em dixwazin stratejiya Tevgera Azadiyê ya Kurd fêhm bikin divê peyamên ji çalakiyên gerîla baş fêhm bikin. Ji ber ku her ku li ser vê xakê komkujî li dijî gelê Kurd dewam bike, gerîla jî wê her roj hîn xurt bibe û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bixin. Ev çalakî ne çalakiyeke ji rêzê ya bersivdanê bû. Gerîla peyameke şênber dan wan kesan ku baweriya xwe bi dewleta Tirk a dagirker û derewên wan tîne; Gerîla her tim li her derê ye.

Weke ku rêveberiya Tevgera Azadiyê gelek caran got, gerîla tecrûbe û kapasîteya xwe ya teknîkê zêde dike û ji aliyê leşkerî ve gerîla xwedî wê hêza teknîkî ye ku di her firsendê de li her derê dikare li dewleta Tirk a dagirker bixe. Di daxuyaniyên fermandarên Tevgera Azadiyê de jî tê dîtin, gerîlayên azadiyê her roj hîn bêhtir xurt dibin, ji aliyê teknîkî û leşkerî ve dibin xwedî wê huner û kapasîteyê ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bixin. Rastiya şerê ku îro li Kurdistanê tê kirin bi vî rengî ye. Tevgera Azadiyê li qadê bi çalakiyên xwe tê axaftin û çalakiya Gabarê ya dawî yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelo aştî bê azadî dibe?
Nûçeya Pişt re Berxwedana li Wanê didome: Şarederî ji bo me kolan e, gel e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo Pexşan Ezîzî banga piştevaniyê kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê cezayê îdamê ya li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatî birîn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Tebqayê: Em ji şer re amade ne

Şêniyên Tebqayê bertek nîşanî êrîşên li Dêrazorê dan û gotin, "Em amade ne ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 2024’an de kesên bi zorê ji cih û warên xwe bûne bi qasî nifûsa Japonyayê ye

Li gorî rapora 2024’an a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li seranserê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?