Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê li dijî darbeyê li ber xwe bidin!
Rojane

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê li dijî darbeyê li ber xwe bidin!

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin û gotin, ew ê bi gel re li ber xwe bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û tayînkirina qeyûman daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da. Tulay Hatîmogûllari, tayînkirina qeyûm weke “derbe” pênase kir.

Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî got ku her roj bi tundiya dewlet û îktîdarê re rû bi rû tên û ev tişt anî ziman: “Îro di danê sibehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate tayînkirin. Îroj ji rojan 15’ê Sibatê ye. 15’ê Sibatê ew roj e ku birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Hûn kedkarên çapemeniyê her cara me dibînin vê pirsê dikin; gelo dê birêz Ocalan daxuyaniya tê payin bide dê di 15’ê Sibatê de bide yan na? Me jî her carê got ku heke amadekarî pê re bigehijin dibe ku were dayin lê îxtîmaleke mezin dê amadekarî pê re negihijin û dê piştre were dayin. Vaye di rojeke wiha ya sembolîk de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate tayînkirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Em dizanin ka heta niha AKP û qesr çawa dixebite. Em baş dizanin ku ew jî girîngiyê didin rojeke wiha ya sembolîk. Li vê derê em bi rêya we raste rast ji qesrê û Erdogan dipirsin; îro bi tayînkirina qeyûm a li Wanê re hûn dixwazin çi bikin? Gelo bi tayînkirina qeyûm hûn dixwazin pêvajoya diyalogê asteng bikin? di demeke ku li ser aştiyê tê axaftin û hêviya gel çêbûyî de gelo hûn dixwazin pêvajoya diyalogê asteng bikin?”

Bakirhan jî di axaftina xwe de wiha got: “Bi fermana wezîrê karên hundir qeyûm li îradeya gel hate tayînkirin. Bêdengbûn û qebûlkirina vê di kevneşopiya me de tune ye. Kevneşopiya me, kevneşopiya têkoşîna li dijî sepanên xespê û dijdemokratîk e. Hûn dê nekarin di hilbijartinê de têk bibin. Xelkê Wanê ku her 14 şaredarî qezenc kir, dê derseke mezin bide van polîtîkayên we yên qeyûmperest.

Sûcekî qet çênebûye, bi destê darazê weke sûc nîşan didin û ceza didin. Bi awayekî korsanî, bi rêbaza çetetiyê di nîvşevekê de bi bombeyên gazê, bi guleyên plastîk dê bi ser Şaredariya Wanê de bigirin. Dê rojnamegeran û gelê xwedî li îradeya xwe derdikeve binçav bikî û destên wan ji pişt ve kelemçe bikî. Piştrast bin ku dê tu kes vê xerabiyê, vê dijminatiyê ji bîr neke. Ev xerabî, ev dijminatî bi biryareke kompasê ya darazê nayê nixûmandin. Gelê Wanê ku her 14 şaredarî qezenc kir dê xwedî li îradeya xwe derkeve.

Binêrin, ji serê sibehê heta êvarê dibêjin ha teror ha teror. Ji bo xatirê Xwedê dixwazim di hizûra we de bangî gelên Tirkiyeyê bikim; xwedîderketina gel a li îradeya xwe ya ji sindoqê derketî çawa dibe teror? Birêz recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya 3 rojan a derveyî welat de qaşo qala çareserî, demokrasiyê dikir. Di saetên hatî Tirkiyeyê de qeyûm hate tayînkirin. Ma dê baweriya kê bi van gotinên li derveyî welat tên kirin bê. Hûn li tayînkirina qeyûm a li îradeya gelê Wanê binêrin û biryara xwe bidin.

Em bang dikin ku jidil bin. Armanca we çi ye? Dema qala pirsgirêka Kurd hûn çi fêm dikin, hûn dixwazin çi bikin? Hûn bi rastî jî li gel çareseriyê ne, hûn dixwazin ev nîqaşên heyî derbasî qonaxeke çareseriyê bibe yan hûn hewl didin van jî bikin hincet û îradeya gel xesp bikin? Hinek zelal bin, bi merdanî bersivê bidin. Em careke din bi merdane dibêjin ku em li gel çareserî, aştî, demokrasî û muzakereyan e. Em niha dipirsin; weke îktîdarê hûn bi çi re ne? Hûn çi dixwazin û ev zîhniyeta we ya xespkar dê heta ku derê bidome? Li rexekî ev nêzikatiyên xespkar û çetetiyê û li rexa din çareserî nabe.

Ev rê ne tu rê ye. Ev rê dê li ser sindoqê li îradeya gel biqelibe. Mîna li Wanê dê her 14 şaredarî bên bidestxistin û hûn ê bibin partiya tabelayê. Em ê tevî hevserokên xwe û endamên MYK’ê demek şûnde biçin Wanê. Em ê bi gelê xwe yê Wanê re bin ku xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em jî dê mîna wan bitêkoşin û li ber xwe bidin. Em ê vê xespê û derbeya siyasî qebûl nekin. Heta ku îktîdar ji dev ji vê zîhniyeta xwe ya xespkar ber dide em ê bi biryardarî têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Nûçeya Pişt re Li Misrê avahiyek hilweşiya: 10 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên YPJ’ê: Roj hemû wê bibin 8’ê Adarê

Şervanên YPJ'ê ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çeperên berxwedanê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK: Bi awayek veşartî destwerdanê pêvajoya Kongreya Azadiya îranê hat kirin

PJAK’ê ragihand ku di pêvajoya amadekariya Kongreya Azadiya Îranê de navê wan ji lîsteya vexwendinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komkujiya Roboskî: 13 sal derbas bûn, hîna edalet pêk nehatiye

157 meh li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet car…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Naqqarînê 270 cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?