Şemî, 7 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî şewata li Sîteya Rojava ya li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li partiyên siyasî geriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Ev kar yekalî nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dixwazin bi dek û dolaban kotaya Êzidiyan ji wan bistînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê cejna di bin zexta ambargoyê de: Cihê qedexeyê di mirovahiyê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Bajarê Amedê yê HEP’ê Vedat Aydin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê: Zextên li ser rojnamevanên jin di meha Gulanê de jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB: Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Deriyê mejiyekî nû vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Walesê resepsiyona Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Sorxwîn û Azadiyê di dilê her kesî de cihê xwe çêkiribûn’
Rojava

‘Sorxwîn û Azadiyê di dilê her kesî de cihê xwe çêkiribûn’

Leyla Weşûkanî diyar kir ku Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik bi sekn û têkoşîna xwe ji hevalên xwe re bûn mînak û got, “Em li ser şopa we ne. Heya em hedef û armancên we pêk bînin, wê ev têkoşîn berdewam bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bûn.

Bi wesîleya yekemîn salvegera du fermandar û rêveberên pêşeng Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrikê de, hevala wan a têkoşînê Leyla Weşûkanî ji ajansa me re axivî.

Leyla Weşûkanî di destpêka axaftina xwe de şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî bi bîr anîn û got, “Yekemîn salvegera şehadeta heval Sorxwîn û heval Azadiyê ye. Em ji bo wan careke din soza xwe nû dikin û soza ku em ê tola wan rakin didin. Ew bûn pêşengên me û canê xwe feda kirin. Em jî li ser şopa wan in. Em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê. Bi rastî heval Sorxwîn û heval Azadî ji bo me pir cuda bûn. Bi sekn û têkoşîna xwe ji hevalên xwe mînak bûn.

Weşûkanî destnîşan kir ku şehadeta fermandar Sorxwîn ji bo wan windahiyeke pir mezin bû û ev xisûs anî ziman, “Paşnavê heval Sorxwînê yê di nav tevgerê de bi esasî Dêrsim bû. Lê me digot, Sorxwîn Rojhilat. Ez heval Sorxwîn ji zû ve nas dikim. Sorxwîn ji gundê Girikê yê girêdayî bajarê Rojhilatê Kurdistanê Makûyê ye. Dema 2006’an me li Rojhilatê Kurdistanê xebat dimeşand, temenê heval Sorxwîn biçûk bû. Wê demê diçû dibistanê. Li mala birayê xwe dima. Heval Sorxwîn jineke rûken, xwînşêrin û biheyecan bû. Hezkirin û hurmeta wê ya ji mirovan re pir bû.  Bi manewiyateke bilind nêzî mirovan dibû. Di heman demê de ji bo mirovan dibû moral.”

Têkildarî sekn û kesayeta fermandar Sorxwîn jî Leyla Weşûkanî wiha axivî, “Hevaltî, sekn û lêhûrbûna wê mînak bû. Bi mirovan re mijûl dibû, bi wan re eleqedar dibû bi sebreke zêde ew guhdar dikirin, eger pirsgirêkên wan hebûna hewl dida çareser bike. Mirov dikare bêje ku weke şoreşgerekê hatibû dinyayê. Tenê ne bi hevalên gazî û birîndar re bi tevahî gelî re jî eleqedar dibû. Mînak xelkê Kobanê pir jê hez dike. Çima? Ji ber ku di nav gelê Kobanê de ma. Li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de fermandareke pêşeng bû. Bi sekn, nêzîkatî, têkoşîn û helwesta xwe bandoreke pir xurt li ser kesên pêre mabûn kir. Piştî şehadeta heval Sorxwînê, gelek ciwanên ku ew nas dikirin, soza xwe dan û tevlî nav refên şervanên azadiyê bûn. Mirov dikare bêje ku heval Sorxwîn ruhek e, manewiyatek e, kelecanek e, bîr û baweriyek e. Ji bo vê em navê xwedawendiyê lê dikin. Heval Sorxwîn bi rastî ji xwedawendên me yên neolîtîkê bû. Yek ji bermahiyên wan xwedawendan bû. Ew xwedawendên roja me ya îro ne.” 

Weşûkanî axaftina xwe wiha domand, “Hevala Sorxwîn li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn meşand. Di pêvajoyên şer de şer kir, di merheleyên kar û xebatên civakî de kar û xebat kir. Di şer de çavekî xwe winda kiribû û wekî din birîndariyên wê hebûn. Lê rojekê jî birîndarî û gazîbûna xwe ji xwe re nekir astengî. Timî bi sebreke mezin hevalên li pêşberî xwe guhdar kir. Hem bîr û bawerî hem jî heyecan û coşa şoreşê û têkoşînê dida hevalên xwe û gelî. Ji bo hevalên gazî têkildarî jiyana xwe binivîsin, biaxivin bi rojan bi wan re mijûl dibû. Hewl dida heval ji xwe bawer bin. Ji bo hîs bikin ku dikarin kar û xebatan bikin û têkoşînê  ji berê xurttir bimeşînin.” 

Hevala têkoşînê ya fermandar Sorxwîn, Leyla Weşûkanî anî ziman ku Sorxwînê demekê li Kobanê di nav xebatên tevlîbûnê de cih digirt û got, “Rojane bi dayik, bav, jin û ciwanan re ango bi he kesî re di nav têkiliyan de bû. Bi ciwanan re ciwan, bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Xwedî dilekî pir fireh bû. Di dilê her kesî de cihê xwe çêkiribû. Hêlîna hezkirina xwe di dilê her mirovekî de ava kiribû. Heval Sorxwîn di şer û berxwedana Kobanê de weke fermandar xwedî roleke mezin bû. Bi wêrekî, bi qehremanî şer koordîne dikir û têde cih digirt. Hevalên derdora xwe bi îrade û hêviyeke mezin dida şerkirin. Dema vesaziya heval Sorxwînê çêbû û ji qada Kobanê çû, gel timî dihat pirsa wê dikir. Çavên her kesî lê bûn. Timî digotin, ‘Fermandar Sorxwîn li ku derê ye?’ Hê jî gelek hevalên me yên gazî dibêjin, ‘Me çawa fermandara xwe winda kir?’ Hîn jî di bin tesîra şehadeta wê de ne. Bêguman ez bi xwe jî pir bandor bûm.” 

Leyla Weşûkanî têkildarî şehîd Sorxwînê herî dawî got, “Dema bi mirovan re eleqedar dibû, mîna doktorekê nêzîkî wan dibû. Mînak li gelek deverên cîhanê hin kes dema di şer de mabin û fermandarî kiribin, xwe li ser wî şerî didin jiyandin. Lê di kesayeta heval Sorxwînê de tiştekî wer nebû. Ev qasî hevaleke dilnizm bû ku rojekê tenê jî nîşan neda ku di şer de fermandarî kiriye, perspektîf û talîmat dane. Di heman demê de ti carî gilî û gazincek nekir. Gelek hevalan nedizanî ku heval Sorxwîn gaziya şer e jî. Xwedî îradeyeke xurt û pir mutewazî bû. Ti carî nêzîkbûneke cuda raber nedikir.” 

Leyla Weşûkanî der barê hevrê û hevala xwe ya têkoşînê şehîd Azadî de jî  diyar kir ku Azadî bi sekn, hevaltî, rûkenî û wêrekiya xwe hevaleke cuda bû û got, “Bi manewiyat û heyecana xwe ya bilind mîna gulekê xuya dikir. Min hevala Azadî li Rojava nas kir. Sala 2018’an dema em li herêma Cizîrê bûn, li ser perwerdeya şervanên nû disekinî. Di nav şervanan de pir dihat hezkirin. Azadî hevaleke timî zindî û bi tevger bû. Di çavên wê de timî ronahî û hêvî xuya dikir. Dema mirov pêre diaxivî mirov manewiyeteke bilind jê digirt. Hêz û îrade dida mirovî. Ew hêza xwedawendbûnê bû.” 

Weşûkanî di dewama axaftina xwe diyar kir ku şehîd Azadî di nav xebatên federasyona gaziyan de jî weke rêveberekê xwedî roleke girîng bû û wiha axivî, “Di nav gel de jî wisa bû. Bi taybet gelê me yê Ereb pir jê hez dikir. Li deverên weke Minbic, Reqa, Sirînê û hwd. li pir cihan kar û xebat meşand. Her kesê ew nas kiriye û pêre xebiitiye gelekî jê hez dikir. Di heman demê de heval Azadiyê jî pir ji gel hez dikir. Ti carî ferq û cudatî nedikir nav gel û baweriyan. Digot, ‘Em hemû mirov in. Rêber Apo rola em yekîtiya gelan û jinan çêbikin daye me. Lewma cihê her kesî di dilê min de heye.’ Dema heval Azadî ne li cihê xwe bû, kesên ew nas dikirin her pirsa we dikirin. Nebûna hevala Azadî his dikirin. Hevala Azadî di kar û xebatên xwe de pir ciddî û aktîf bû. Çi kar kiriba diviyabû serketî ba. Bi têgihiştina eger ez karekî bikim divê baş bikim tevdigeriya. Hevala Azadî jî ji bo me windahiyeke pir mezin bû. Gelek ciwanan navê heval Azadiyê li xwe kirin û tevlî nav refên şoreşê bûn. Hem jiyan û têkoşîna heval Azadiyê lêkolîn kirin hem jî çeka wê rakirin.  Em ê timî li ser şopa wan bimeşin. Wê heval Sorxwîn û Azadî timî di dil û hişê me de bin. Şehîdên me her tim rêya me rohnî dikin. Weke Rêber Apo jî diyar kiriye me bi şehîdan dest bi têkoşînê kir û bi şehîdan jî em ê biçin serketinê.”

Hevala têkoşînê ya şehîd Sorxwîn û şehîd Azadiyê Leyla Weşûkanî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em di şexsê heval Sorxwîn û Azadiyê de careke din soz didin şehîdan ku em ê têkoşîna wan bênavber bidomînin. Em dibêjin, “Em li ser şopa we ne. Heya em hedef û armancên we pêk bînin, wê ev têkoşîn berdewam bike. Weke tê zanîn di roja me ya îro de li Rojava li Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin a gel heye. Têkoşînek tê meşandin. Em li ser vî esasî xelkê xwe yê Kobanê yê ku heval Sorxwîn û Azadiyê pir ji wan hez dikirin silav dikin. Em dibêjin, ‘Berxwedana we serketî ye. Em ê bi hev re vê têkoşînê bigihînin serketinê.’ Em ê bi şehîdên xwe bigihîjin serketinê. Em ê soz û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin. Hedef û armancên di oxira wan de çûn şehadetê em ê bi serketinê tacîdar bikin. “

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îzmîrê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re QSD: Li Qereqozaxê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Ji bo pêvajo bi ser bikeve, şertê esasî azadiya Rêber Apo ye

KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek weşand û anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê wesayîteke bombebarkirî teqiya

Hate diyarkirin ku li Kobanê di wesayîteke bombebarkirî de teqînek pêk hat û hin kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Aldar Xelîl: Em Sûriyeyek nenavendî dixwaz in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îran ji ber nukleerê Ewropayê hişyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?