Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cengîz Çîçek: Em ê rê nedin van lîstikan
Rojane

Cengîz Çîçek: Em ê rê nedin van lîstikan

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku operasyonên hem li dijî HDK'ê hem jî li dijî lihevkirina bajarî li hember mafê rêxistinbûn û aşitiyê yê muxalefeta civakî hatine kirin û got, ew ê rê nedin vê yekê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi operasyonên ku navenda wan Stenbol e, ji bo 60 kesên ku di nav wan de rojnamevan, hunermend û siyasetmedar jî hene biryara binçavkirinê hat dayîn û di serdegirtina malan de 52 kes hatin binçavkirin. Hefteya borî bi operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê û “lihevkirina bajarî” Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat hedefgirtin. Hat diyarkirin ku ev operasyon dê heta 6 hezar kesî berfireh bibe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û hevberdevkê berê yê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku mebesta desthilatê ji van operasyonan ew e ku mixalefeta civakî lawaz bike û mixalefetê parçe parçe bike. Cengîz Çîçek di vê mijarê de pirsên me bersivandin.

EV OPERASYON LI DOR MANTIQEKÊ TÊ BIRÊVEBIRIN

Destpêkê cîgirên şaredarên CHP’ê û endamên meclîsên navçeyan di nav de 10 kes hatin girtin. Bi awayekî eşkere hat diyarkirin ku hedefa wan lihevkirina bajarî ye û HDK ji hêla dozgeriyê ve hat krîmînalîzekirin. Niha jî di operasyona li dijî HDK’ê de 52 kes hatin binçavkirin. Her wiha eşkere bû ku dosya bi hezaran kesî dihewîne. Hûn vê tabloyê çawa dinirxînin?

Tişta ku ez dibînim ev e; ev operasyon li gor mantiqekî pêş dikeve. Hedefgirtina lihevkirina bajarî, desteserkirina şaredariya Wanê û operasyonên li dijî HDK’ê hemû xwedî armanceke bingehîn e. Desthilat dixwaze bi her awayî mixalefetê lawaz bike û heger pêkan be wê tasfiye bike û ew jî nebe wê li pêş çavê mixalefetê krîmînalîze bike.  CHP jî di nav vê de ye, yanî desthilat hem mixalefeta civakî hem jî ya pergalê dixe nav heman kategoriyê. Bo nimûne li metna ku dozgeriyê bi armanca ku raya giştî ji operasyona dawî yên li dijî CHP’ê agahdar bike parve kiriye binêrin, hûn ê bibînin ku mantiqekî gelek zelal heye.

Bi ya we ev mantiqa zelal a ku derdikeve holê çi ye?

Mantiqeke komploger li dar e ku têkoşîna demokratîk a civakê ya li dijî desthilatdariyê, tifaqa civakî ya ji bo vê têkoşînê pêş xistiye, çanda lihevhatina civakî ya ku li dor lihevkirinên bajarî afirandiye hedef digire, van hemûyan ji xwe re wek rîsk dibîne û ji ber ku wek rîsk dibîne hewl dide wan krîmînalîze bike. Yanî em bi aqilekî re rû bi rû ne ku ku hiqûq kiriye pêlîstoka xwe û bi wê operasyonên tasfiyekirina siyasî bi rê ve dibe. Divê em vê yekê ji wan bipirsin; Gelo wekî Tifaqa Gel, mafê we hebû hûn di hilbijartinên giştî de namzedên partiyên din ku ne ji we bûn wek parlamenter hilbijêrin, lê belê gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê nikarin bi awayekî demokratîk li Stenbolê îradeya xwe bigihînin desthilatdariyê. Feraseta ku ku vê yekê tenê ji bo xwe dixwaze, feraseteke li dijî hiqûq û exlaqê siyasî ye û dijminane ye.

EM VÎ AQILÊ KU BÛYE BELAYA HERÎ MEZIN A WELATÎ NAS NAKIN

Em ji wan kesan re yên ku miameleya rêxistineke derqanûnî li me dikin vê yekê dibêjin, em ji kesên ku fermana kûmpasê li dijî me dane û vê kûmpasê bi rê ve dibin, têkoşîneke zelaltir, qanûnîtir û vekirîtir bi rê ve dibin. Bila ew li têkiliyên xwe yên tarî û derqanûnî binêrin. Emniyet û darazê milê xwe dane ber milê çeteyan. Her cure çeteyên neteweyî û navneteweyî, mafya û çekfiroş bi serbestî li vî welatî digerin. Lê polîs her roj êrîşî karkerên li ber xwe didin dike. Em behsa pergaleke sermaye-hez dikin ku kardêran li hember karkeran diparêze. Kesên ku dixwazin ev pergal bidome esasen di nav van hemû têkiliyên tarî û qirêj de cih digirin. Hewl didin tiştên ku ew dikin wekî ku mixalefeta civakî dike nîşan bidin.

Li dijî van zextan dê têkoşîneke çawa bê dayîn?

Ji niha û pêde em ê careke din rê nedin van nêzîkatiyên komploger û operasyonên qirkirina siyasî. Em ê tim li kêleka edalet, wekhevî û rûmetê bin. Tevî her kesî û her tiştî, tevî vî aqilê komploger jî, di serî de çareseria pirsgirêka Kurd em ê têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa li ser bingeheke demokratîk û aşîtiyane ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê bidomînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd bû hate eşkerekirin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê bang li Serokê Meclîsê kir ku bi ‘înîsiyatîf’ rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê herî kêm 25 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê hêzên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser malan…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pêrtag a Dersimê serê sibehê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?