Civaka navneteweyî jî piştgirî da banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo. Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriyê didin banga Rêber Apo û got: “Em banga Abdullah Ocalan a ji bo PKK’ê û komên girêdayî wê dest ji çekan berdin û PKK’ê fesh bike, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”
‘JI BO BIDAWÎKIRINA TUNDIYÊ FIRSENDEKE DÎROKÎ YE’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev ji bo bidawîkirina tundûtûjî û tolhildanê ya ku bi dehan sal in didome û rê li ber windakirina bi deh hezaran kesan vekir, firsendeke dîrokî ye.”
‘DIVÊ MAFÊN KURDAN BÊ MISOGERKIRIN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bangewazî gava yekem bû û li ser rola Maclîsa Tikriyeyê jî ev tiş hatin parvekirin: “Ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê ev gava yekem a girîng e, lê pêwîste gavên zêdetir li ser rêya çareseriya domdar ji bo gelên Tirkiyeyê bên avêtin. Di van gavan de, divê berî her tiştî rêzgirtin û misogerkirina mafên çandî û demokratîk ên Kurdên Tirkiyeyê hebe. Meclîsa Tirkiyeyê di avakirina vê pêvajoya siyasî û pêkanîna çareseriyên lihevkirinê de roleke sereke dilîze.”
‘EM AMADE NE KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊ’
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek hikûmeta Elmanyayê amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.”