Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo jinên girtî yên nexweş çalakî hatin lidar xistin
Rojane

Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo jinên girtî yên nexweş çalakî hatin lidar xistin

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê de bi wesîleya 8’ê Adarê rewşa girtiyên jin ên nexweş hat bibîr xistin. Ji bo girtiyên nexweş daxwaza azadiyê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sûmerbanka kevn a Konakê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin şirîkê sûcê” û “Jin aştiyê dixwazin” hatin vekirin. Bi wesîleya 8’ê Adarê, bi taybet rewşa girtiyên jin ên nexweş hate nirxandin.
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, diyar kir ku jiyana girtiyên jin her tim di bin kontrolê de ye û destnîşan kir ku mafê tenduristî û jiyanê yên girtiyên jin ên nexweş ji destê wan tê girtin. Zîlan Gumuş, anî ziman ku divê girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê bi lezgînî û mayînde bên dermankirin û got, divê înfazên girtiyên nexweş ên di şert û mercên girtîgehê de nikarin bên dermankirin, tavilê bên rawestandin.
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Îzmîrê, têkildarî binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Egeyê, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Rêvebera OHD’ê Hanim Çelîk, li vir axivî û diyar kir ku girtiyên jin rastî cudakariya zayendî tên û got, “Azadiya jinê azadiya civakê ye.” Hanim Çelîk, anî ziman ku divê li girtîgehan şert û mercên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovan bên sazkirin û xwest têkiliya jinan û mafên civakî neyên astengkirin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya li Enqereyê, di hefteya 548’an de ji bo balê bikşîne ser girtiyên nexweş, bi taybet bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. 
Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut di daxuyaniya çapemeniyê ya li Kolana Sakaryayê de der barê 32 girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de agahî parve kir.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya 676’emîn a “Rûniştina F” ya ku her hefte lidar dixe, li ber avahiya komeleyê ya navçeya Beyoglû lidar xist. Bi wesîleya 8’ê Adarê pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Marmarayê hatin nirxandin. Di çalakiyê de pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Divê jinên girtî yên nexweş bên berdan” hatin vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan”, “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” û “Bijî 8’ê Adarê” gelek caran hatin berzkirin. 
Endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Nîmet Tanrikûlû, diyar kir ku li girtîgehan 17 hezar û 418 girtiyên jin hene û 759 zarokên di navbera 0-6 salî de bi dayikên xwe re li girtîgehê mezin bûne. Meral Nergîs Şahîn jî behsa pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên jin kir û bal kişand ser zehmetiyên girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Coşa 8’ê Adarê: Jin bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ li qadan e
Nûçeya Pişt re DAKB-FEDA: Em xwedî li Elewiyên Sûriyeyê derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 23’Ê GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Serhedê 8’ê Adarê: Jin, Jiyan, Azadî

Çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajarên herêma Serhedê bêne lidarxistin, li bajarê Qersê destpê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bibîr anî

HPG’ê Fermandar Gever Zafer û Andok Tendurek bi rêzdarî bibîr anî û got, “Em soza…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li YE’yê buhayê mazotê gelekî bilind bû: Buhayê lîtreyekê bû 2,24 euro

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?