Hevserokê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mihemed Xerzî xwest, komkujiyên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê têne kirin tavilê bêne rawestandin û çeteyên kujer bêne darizandin.
Rêveberiya HTŞ’ê ya ku rejîma Baasê rûxand û desthilatdarî bi dest xist ji 8’ê berfanbarê 2024’an vir ve mafê gelan ji nedîtî ve tê. Di rojên dawî de li bajarên wek Lazkiye û Tartûsê komkujiyên ku li hemberî Elewiyan pêk tîne, rejîma ku dixwaze ava bike dide der. Me polîtîkayên qirkirinê yên HTŞ’ê û di derbarê komkujiya Elewiyan de bi Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed Xerzî re axivîn.
‘REJÎMA SÛRIYÊ NE YÊ ELEWIYAN E, YÊ BAASÊ YE’
Mela Mihemed Xerxî di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Kongreya Îslama Demokratîk hem ji bo Îslameke rast pêk were hem jî ji bo şiyarkirina gel bi Îslama hişk hêmbez nakin. Bi rastî hetanî nîzama Sûriyeyê ket di van 14 salan de gelek tiştên zehmet çêbûn. Kuştina gel, penaberî çêbûn. Lê me nedizanî gelên Sûriyeyê bi nakokiyên bi vî rengî hev re jiyan dikin. Rast e Beşar wek mezhep Elewî bû. Lê gelek leşker û rêvebirên wî Sûnî bûn. Em nîzama Sûriyeyê dema pênase dikin behsa Baasê dikin. Em wan wekî nîzama Elewiyan pênase nakin, wek nîzama Baasê pênase dikin. Nîzama Baas li Iraqê jî Sûriyeyê jî wekî hev in. Bi nefsa hişkbûnê û nefsa êşê, gel dikuştin û diêşandin. Nefsa nîzamê, yanî ya rejîma Baasê di 1965’an de serokê wê Emîn El Hafiz ne Elewî bû, Sûnî bû. Bi tangan êrîşê ser mizgeftan kir. Lewre nêrîna wan ne wekî hev bûn.”
‘GELÊN SÛRIYEYÊ WÊ PARASTINA XWE BIKIN’
Mela Mihemed Xerzî destnîşan kir ku divê gelên Sûriyeyê bi hev re civiyaban û wiha pêde çû: “Divê hevdu bipejirandibana. Pîştî ku nîzama Esad ket, gel hemû şahî çêkir. Lê piştî hilweşîna rejîmê yê ku hat şûna wî ji rejîmê ne baştir bû. herdu jî xwedî heman zihniyetê ne. Zihniyeta wan a dagirkirin û kuştinê ye. pêşeroja Sûriyeyê ne pêşerojekê zelal e û kefxweşî tê de nîne. Hawirdorê Sûriyeyê bi çeteyan re hatiye dorpêçkirin. Him çeteyên ku dewletên derve komkirine, him jî çeteyên hundirîn gelên ku wekî wan nafikire wek kafir pênase dikin û dikujin. Ger pêşiya wan vebe bûyerên ku di nav 4 rojan de diqewime wê li giştî Sûriyeyê belav bibe. Gel ser navê mezheban tên kuştin. Elewî jî jiber ku Elewî ne tên qetilkirin û bêgunah in. Vê yekê ne ol qebûl dike ne wijdan qebul dike ne jî pergala navnetewî qebul dike. Divê mirov ji ber baweriya xwe neyên qetilkirin. Kesên ku hatin şûna rejîma Baasê diviyabû wisa nekiribana. Ev kesên ku komkujiyan dikin malên gel wêran kirine, êşkence li gelan dikin divê ev hemû bên darizandin. Niha rewş hatiye astekî wisa ku vana komkujiyên xwe bi dîmenan bi rehetî parve dikin. Bi van dîmenan xwe mezin dikin. Komkujiyên ku tên kirin pir aşkere dikin. Ji ber vê nikarin bêjin bêbextî li me dikin. Van komkujiyan ol qebûl nake. Di Qurana pîroz de tê gotin, divê bê edaletî neyê kirin. Di van rojên dawî de zarok, jin, îxtiyar, mirovên bêguneh di bin navê Îslamê de tên qetilkirin. Ola me vê yekê napejirîne. Bûyerên ku rû didin wek zihniyeta rejîma Baasê ye. Tenê navê wan hatiye guhertin. Bi vê zihniyetê heger bixwazin Sûriyeyê bi rêve bibin wê Sûriye parçe bibe. Lê bila bizanibin ku gelên Sûriyeyê wek gelên beravê bêçek nîne. Yanî wê parastina xwe bikin. Heger hişê xwe nedin ser xwe, pêşeroja Sûriyeyê wê gelek bi êş û bi xwînê derbas bibe. Gengaz e ku parçe jî bibe.”
‘BAWERÎ DIXWAZE SÎNORÊ DI NAVBERA MIROVAN DE RAKE’
Mela Mihemed Xerzî di dewama axaftina xwe ev tişt bilêv kir: “Qurana Pêxember tembîh dikir û digot, ‘Heger min bixwesta gelan hemû bi heman fikrê biafiranda, ez Xwedê me, min ê bikira’. Qurana pîroz ji muşrîkan re dibêje, ‘hûn ne îbadeta îlahê me dikin ne jî îbadeta îlahê xwe dikin’. Fikra mirov azadiya mirov e. Baweriya wî/ê bi çi were ew azadiya wî/ê ye. Lê hesabê wî/ê li ba Xwedê ye. Ne li gel pêxember an jî li gel hakîman e. Qurana pîroz dibêje, ‘tu yê ji gel re bêjî baweriya me ev e. Tu dê nîşanî gel bidî. Lê hesab ne li ba te ye, hesab li ba me ye’. Di aliyê netewan û guhertina wan de jî jixwe Qurana pîroz wekî baxçeyê gulan li netewan dinêre. Nabêje gelê Ereb an gelê Kurd, dibêje, ‘ey gelan!’ Hîxabê wê ji mirovan re ye. Ne ji netewan re ye. Quran dibêje, ‘dê û bavên we yek e, hûn ji hev cuda bûn, zimanê we ji hev cuda bû. Baweriya cuda bû, hişmendiya we cuda bû, erdnîgariyê we cuda bû û hûn belavî cihanê bûn. Lê divê hûn ji hev îstîfadê bikin. Pêwîste hûn hevdu nas bikin’. Yanî naskirin ne wekî malbatî hevdu naskirin e. Naskirina çand, fikir, kar û xebat û hişmendiya hev e. Xwedê dibêje, ‘qenciya we gel Xwedê kîjan e, ne ku ev pir rojî û nimêj dike ye. Yên ku ji Xwedê ditirse rast in’. Li vir dixwaze bêje bi awayek aştî bijîn û ji şer û hevdu kuştinê dûr bisekinin. Cîhana me têra herkesî dike. Mirov hatiye vê rewşê ku ji bo hevdu bikujin çek dikirin, lê nikarin jiyana xwe birêxistin bikin. Bi vî şêwazî mirov dikarin bi hev re xweş jiyan bikin. Ev welatê hemû ol û baweriyan e; Elewî, Durzî, Sûnî, Mesihî, Îsmaîlî, Zerdeştî. Divê em bi hev re vî welatî ava bikin. Bawerî dixwaze sînorê di navbera mirovan de rake.”
BANGA JI BO SÛRIYEYA HEVPAR
Mela Mihemed Xerzî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Divê li vî welatî Kurd, Ereb, Misilman, Mesihî, Durzî, Îsmalî rûnin ser maseyekî û hemû bi hev re bi rengê xwişk-biratî pergalekî li Sûriyeyê deynin. Divê zagonekî deynin. Di vê zagonê de divê Sûriye hevpar bibe. Em bi hev re dikarin hemû Sûriyeyê biparêzin. Pêwîste em xiyanetê li welatê xwe nekin. Divê ti kes di bin navê ol û mezheb de, zextê li hevdû neke.”