Duşem, 11 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarikaya: Hiqûqa dijminatiyê li Turkoglû tê ferzkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korûcû: Suryanî piştgiriyê didin pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Komîsyon li ser meseleya Kurd û aştiyê axivî, êdî garantiya qanûnî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hisên Hecî: Divê em xwedî li peyama Rêber Apo derkevin
Kurdistan

Hisên Hecî: Divê em xwedî li peyama Rêber Apo derkevin

Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku peyama Rêber Apo bandor li ser hemû hêzên cîhanê kiriye û got, ev peyam wê bandor li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ku li hemû cîhanê deng veda, roj bi roj bandora xwe ya li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn zêdetir dike. Li aliyekî siyaseta şer a hêzên desthilatdar, li aliyê din jî projeya çareseriyê ya Rêber Apo a ku xwe dispêre avakirina civaka demokratîk, weke du stratejiyên ku wê pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê diyar bikin, bandor li ser hemû herêmê dikin. Iraq jî yek ji wan welatan e ku zemîna alozî û nakokiyan lê kûr dibe û ne xuya ye wê di demên pêş de geşedanên çawa rû bidin. Di nav vê resmê giştî de gelê Şengalê û bi taybet jî civaka Êzidî ku ji peyama Rêber Apo hêzeke mezin girtiye, ji bo parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe hewlên xwe zêde dike.

Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê (Tensîq) Hisên Hecî, giringiya banga Rêber Apo û bandora wê ya li ser herêmê, her wiha rewşa Iraqê û Şengalê ji ajansa me re nirxand.

Hisên Hecî di destpêka nirxandina xwe de bibîr xist ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, ji destpêka salên 2000’ê heya roja me ya îro li Iraqê sîstema dewletê û civakê nehatiye avakirin û sedemên vê rewşê wiha şîrove kir: ‘’Destûra bingehîn a ku piştî 2005’an hatibû amadekirin mayînkirî bû. Gelê Iraqê dibe qurbaniyê nakokî û berjewenditên hêzên desthilatdar. Bi taybet civaka Êzidî beriya fermanê jî piştî fermanê jî herî zêde ji vê rewşê bandor dibe. Tiştê ku jê re dibêjin nakokiyên îdarî, berjewendiyên wan in. Ne ku li ser berjewendiyên gel li hev nakin.’’ 

‘MECLÎSA PARÊZGEHA MÛSILÊ LI SER NAKOKÎ Û BERJEWENDIYAN AVA BÛ’

Hisên Hecî pirsgirêkên siyasî yên li Meclîsa Parêzgeha Mûsilê û ji erk girtina serokê meclîsê jî nirxand û wiha got: ‘’Dema Meclîsa Mûsilê çêbû, ji aliyên cûda hate avakirin. Ew aliyên ku nakokî di navbera wan de hene, bûn berpirsyarên meclîsê. Wa salek zêdetir di ser re derbas bûye, Meclîsa Mûsilê ji bo gel çi xebatê meşandiye? Nakokî ji ku derketin, Meclîsa Mûsilê ne li gorî yasayan li gorî nakokî û berjewendiyan hate avakirin. Dadgeha Îdarî derbarê rewşê de biryar da lê Meclîsa Mûsilê pêk neanî, vê carê biryar çû Dadgeha Federal wan jî biryar piştrast kir, gotin pêk bînin. Çima, ji ber ku berjewendiyên ew aliyên ku di meclîsê de cih digirin nagihin hev. Herkes dixwaze serweriya xwe li ser meclîsê çêbike da ku berjewendiyên xwe bimeşîne. Niha hilbijartin nêz bûye û ev alî dixwazin derfetên madî ji bo xwe bikar bînin, çavkaniya pirsgirêkan ev e.’’ 

‘JI BO ŞENGAL JI NÛ VE AVA NEBE ÎDARE NAYÊ AVAKIRIN’

Weke tê zanîn ruxmê ku ev ji salek zêdetir e hilbijartinên herêmî çêbûne û meclîsa parêzgeha Mûsilê ava bûye, hê jî îdareya nû ya Şengalê nehatiye fermîkirin. Hisên Hecî derbarê vê rewşê de jî ev nirxandin kir: ‘’Ji 2017’an heya roja me ya îro Şengal bê îdare ye. 8-9 sal in ev bajar bê îdare ye. Naxwazin Şengal were avakirin, vegera gel çêbe û xizmetgûzarî were Şengalê. Ji ber vê van pirsgirêkan derdixin ku îdare li Şengalê ava nebe. Meclîsê jî biryar da ku îdareya nû ava bibe lê çima pêk nehat? Tiştên pişt perde hene ku girêdayî berjewendiyên aliyên siyasî ne. Tiştê herî bê exlaq e ku kesek li dijî welatê xwe derkeve ji bo berjewendiyên welatek din. Bi vî awayî Iraq safî jî nabe. Pêwîst e ev sîstema îdarî ya li Iraqê were guherandin.’’ 

‘PEYAMA RÊBER APO BANDOR LI SER HEMÛ CÎHANÊ KIR’

Endamê Tensîqa Şengalê Hisên Hecî bang û peyama dîrokî ya Rêber Apo  jî weke peyameke ku bandor li ser hemû cîhanê kiriye nirxand û wiha pêde çû: ‘’Peyama Rêber Apo ne tenê bandor li ser Rojhilata Navîn kir, bandor li ser giştî cîhanê kir. Hemû hêzên navneteweyî ev peyam erê kirin. Rêber Apo peyamek da ku pêwîst e tenê ji aliyek ve em lê nenêrin, em di çarçoveyek berfireh de lê binêrin. Ev peyam wê bandor li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Wê ev peyam cihê xwe bigire. Serokatî bi vê peyama xwe re her wiha top avêt aliyê dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi hêza leşkerî û teknîkî biser neket û neçar ma bi Rêbertî re hevdîtin bike. Beriya niha jî Rêber Apo gelek caran helwesta xwe ya ji bo çareseriya siyasî û yasayî nîşan daye.’’

‘PÊWÎST E IRAQ HÊZÊN TIRK JI AXA XWE DERXE’

Hisên Hecî diyar kir ku êdî wext hatiye hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê derkevin û wiha berdewm kir: ‘’Derbarê hinceta hebûna Tirkan a li axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê, aliyên Iraqê dibêjin êdî hinceta Tirkan nemaye. Lê stratejiyek Tirkan heye li herêmê, herêmê weke parçeyek ji axa Osmaniyan dibînin lê ev ne ew dem e ku ev fikir pêk were. Siyaseta wan a hundir û derve têk çûye, aboriya wan têk çûye, nakokiyên civakî çêbûne… Lazim e li çareseriya vê şaştiyê bigerin. Pêwîst e Iraq jî zextê li dewleta Tirk bike ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistane vekişîne.’’

‘PEYMANA BI ŞAMÊ RE BI HEDEFEKE STRATEJÎK HATIYE KIRIN’

Endamê Tensîqa Şengalê Hisên Hecî herî dawî jî peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Şamê de jî nirxand û nêrînên xwe wiha anî ser ziman: ‘’Mazlûm Ebdî û hevalên xwe gavên vala naavêjin, lê stretejiyeke dûr di vê tifaqê de heye ku çareseriyê bîne. Herkes li gorî nêrîna xwe vê tifaqê dinirxîne. Mazlûm Ebdî îro bi dewletê re tifaqê kiriye ne bi şexsekî re. Di siyasetê de tiştekî sabît nîne, berjewendiyên gelê te li ku derê be tu carna neçarî gavan ber bi wê derê ve bavêjî. Wê mafê koçberan, mafê gelê Kurd, mafê kêmnetewan, mafê jinê di destûra bingehîn de were mîsogerkirin. Pêwîst e taybetmendiya hêza leşkerî hebe, xwe rêvebirin hebe. Mazlum Ebdî gavên çareseriyê avêtine ku li Sûriyê şer bisekine û gelê Kurd bigihe mafên xwe.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
Nûçeya Pişt re ‘Ev peyman wê dawî li komkujiyan bîne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’

Li ber Girtîgeha Girtî Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Bogotayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

Konferansa 'Rabûna li ber kapîtalîzmê" ku li paytexta Kolombiya Bogotayê hate lidarxistin, ji bo azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Pakistanê êrişên hewayî bir ser Efganistanê

Pakistanê ragihand ku li bajarê Kandahar ê li başûrê Efganistanê êrişên hewayî biriye ser hedefên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?