Sêşem, 17 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroz li tunelên berxwedanê yên gerîla hate pîrozkirin
Kurdistan

Newroz li tunelên berxwedanê yên gerîla hate pîrozkirin

Li tunelên berxwedanê yên gerîla Newroz hate pîrozkirin. Ji fermandarên HPG'ê Egîd Reşîd got, "Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li tunelên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê tîmên gerîla yên pispor li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Ji fermandarên HPG’ê Egîd Reşîd li merasîma leşkerî axivî.

SOZA JI BO SERXISTINA ARMANCÊN ŞEHÎDAN

Egîd Reşîd got, “Newroza azadî û civaka demokratîk a Rêber Apo di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gelê Kurd, gelê herêmê û hevrêyan hemûyan pîroz be. Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo bangeke dîrokî li tevgera me, gelê Kurd û gelên herêmê kir. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê me coş û moraleke mezin ji vê banga Rêber Apo wergirtin. Ev yek bû sedem ku em têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Me bi serbilindiyeke mezin banga dîrokî ya Rêber Apo pêşwazî kir. Em gelekî bi coş, moral û serbilind bûn ku me Rêber Apo careke din dît. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan û dayika aştiyê ya hêja Sakîne Arat de hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armancên şehîdan bi ser bixînin.”

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA KURDISTANÊ YE

Reşîd got, “Em baş zanin ku ev pêşketin bi saya berxwedana bêhempa ya 27 salan a Rêber Apo ya li Îmraliyê, ked û xwîna hevrêyên me yên şehîd pêk hat” û bi vî rengî dewam kir, “Ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo em tevlî vê tevgerê bûn û me dest bi vê têkoşînê kir. Ji ber ku em zanin, azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê, gelê Kurd û gelên herêmê ye. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin û amade ne ku di vê oxirê de canê xwe feda bikin. Bi salan e em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Ji bo me ti qîmeta gotina hinekî din nîne. Ji bo me ya girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were gotina kesî ne hêja ye.

EM FEDAIYÊN RÊBER APO NE

Weke gerîlayên ku niha li qada şer in, em kêlî bi kêlî li êrîşên nemerdane yên derveyî exlaqê yên dijmin rast tên. Em rûyê mêtingeriyê yê dewleta Tirk baş nas dikin û roj bi roj dibînin. Bila kesek teslîmiyeteke bêrûmet li me ferz neke. Em vê qebûl nakin. Em ji her demê bêhtir ji azadiyê, çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet re amade ne. Lê belê bila kes ne neşibîne nokerên xwe. Em Kurdên berê nînin. Em mirovên polîtîk ên zane ne. Em fedaiyên Rêber Apo ne. Bila kes bi şaşitî nêzî me nebin. Em careke din dibêjin; divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Gelê me wateyeke gelekî girîng li Newroza îsal kiriye. Konseya me ya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane pêk anî û encamên wê gihîştin me. Bi rojan e em li ser vê nîqaş dikin, kûr dibin û xwe amade dikin. Me xwe di doktrîn û perspektîfa gerîlayê demê de kûr kirine. Em êrîşî kesî nakin. Lê belê kî êrîşî me bike, em ê bi rengê herî tund bersivê bidin. Em ê ti carî bêbersiv nehêlin. Bila kes ne li bendê be ku em teslîmî dewleta Tirk bibin. Eger wê aştiyeke bi rûmet, çareseriyeke demokratîk û azad hebe, em jê re amade ne. Lê belê ji her demê bêhtir em xwedî wê hêzê ne ku xwe, destketiyên xwe û gelê xwe biparêzin. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û gelê herêmê. Em gelê Kurd ê bi rûmet silav dikin. An Azadî An Azadî. Bijî Serok Apo.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayan Newroza azadiyê pîroz kirin
Nûçeya Pişt re KJK’ê: Bila ev Newroz bibe peymana misogerkirina azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rapora têkildarî grevên birçîbûnê: Qedexekirin êşkence ye!

Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê yê Amedê derbarê grevên birçîbûnê de raporek amade kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede

Sezaî Temellî anî ziman ku dayina faîzan, bêedaletiya bacê, lêçûnên mîlîtarîst û xizaniya zêde budçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî 4 şervanên xwe spart axê

4 endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Mîlî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?