Yekşem, 24 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karadenîz: Statuya Abdullah Ocalan divê fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Destwerdana li CHP’ê pêvajoya aştiyê zehmet dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Reyhan Hacioglû: Nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê di zextên li çapemeniyê de tê dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Kongreya CHP’ê de 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Geverê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komîn vegera li cewhera xwe ye, em ê komînên xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dîroka jinên Kurd de mînakên xweparastinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber pirtûka Rêber Apo salek ceza li girtiyekê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Komxebata Yekrêziya Kurdî bi dawî bû
Rojava

Komxebata Yekrêziya Kurdî bi dawî bû

Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” ku Navenda Firatê ya Lêkolînan li dar xist, bi rojeva mijarên rola Kurdan li Sûriyeyê û girîngiya yekîtiyê bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” li Baxçeyê Azadî yê Qamişloyê ku ji hêla Navenda Firatê ya Lêkolînan ve hatibû birêxistinkirin, bi dawî bû.

Di komxebatê de rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, wêjevan, rojnamevan û hunermendên Kurd, çalakvan, nûnerên ji partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade bûn.

Di komxebatê de mijarên “Girîngiya xurtkirina yekrêziya kurdî”, “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya kurdî” û “Rola Kurdan li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî” hatin nîqaşkirin.

Piştî eşkerekirina bernameya komxebatê û axaftina hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, rûniştinên komxebatê dest pê kir.

GIRÎNGIYA XURTKIRINA YEKRÊZIYA KURDÎ

Di rûniştina yekemîn a “Girîngiya xurtkirina yekrêziya kurdî” de, nivîskar û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Faris Osman, serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û lêkolînera Navenda Firatê ya Lêkolînan Çinar Salih axivîn û ji aliyê rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan Silêman Ilyas ve hate birêvebirin.

Faris Osman behsa mijara dîroka Kurdan li Sûriyeyê kir û diyar kir ku gelek dîroknasên zane Kurd wek xwediyê Sûriyeyê pênase kirine. Cara yekemîn sala 1932`yan Kurd ji bo doza mafê xwe bikin, belgeyeke fermî radestî hikumeta Fransayê kir. Bi vekişîna Frans ji Sûriyeyê ked û karê Kurdan li Sûriyeyê têk çû, piştî hatina partiya Baasê bi nerîneke şovenî li Kurdan hate nêrîn û Kurd ji her tiştî dûr hatin xistin. Kurdan sala 2004`an karîbûne li hemberî rêjîmê derkeve heta 2011`an Kurd êdî bûne beşeke ji Sûriyeya nû.

Mihemed Îsmaîl jî behsa rewşa siyasî ya heyî li ser asta xwecihî û herêmî kir û da zanîn ku niha rêveberiya li Sûriyeyê di qonaxa ku pêwîst dike nêzî pêkhateyan be de ye, tevî ku dewletên erebî ji rêveberiyê dilgiranin jî têkiliyên xwe yên baş pê re ava dikin. Li Sûriyeyê Amerîka roleke girîng dilîze, helwesta Rûsyayê hîn derneketiye lê ciheke wê ya girîng heye û wiha got: “Hikumeta Sûriyeyê dixwaze bi şêwazê xwe yê navendî saziyan ava bike, gelê li Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan dixwazin pêdiviyên xwe ji saziyan bigirin û ew sazî li ser esasê nepaşguhkirina pêkhateyan bên avakirin. Heke pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê neyê çareserkirin aramî pêk nayê û heke li Sûriyeyê istiqrar nebe wê li herêmên derdorê jî ti istiqrar çê nebe.”

Çinar Salih xala yekrêziya Kurdî û bandora wê li paşeroja doza Kurdî li Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku ev mijar ji bo gel di cihekî girîng de ye, wek peyv yekitî li cihekî ku lê nakokî hene tê gotin. Rojavayê Kurdistanê li gorî Kurdistanê biçûk bû, lê şoreşa wê hişt ku roleke balkêş li cîhanê bigire û lê xebateke mezin û dîrokî bê lidarxistin. Pirbûna partiyan dihêle ku nakokî derkevin.

Beşderan diyar kir ku divê gelê Kurd belgeyên ku Kurd li Sûriyeyê ji pêkhateyên resen in li ser ragihandinê belav bikin û Yekrêziya Kurdî esasyeke gelek xurte wê gavên girîng li ser bên avêtin.

ALIYÊ NETEWEYÎ YÊ BELGENAMEYA KONFERANSA YEKRÊZIYA KURDÎ

Di rûniştina duyemîn a “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya Kurdî” de, lêkolînerê Navenda Firatê ya Lêkolînan Fadil Mihemed, ji Rêveberiya Cîbicîkar a Rêxistina Şemis Nûra Xelîl û rêveberê Saziya Nûdem a Ragihandinê Mesûd Hamid axivîn û rûniştin ji aliyê endezyar Ekrem Hisên ve hate birêvebirin.

Fadil Mihemed bal kişand ser kêmaniyên ku di belgenameya giştî ya konferansa yekrêziyê de derketin û diyar kir di xalên pênaseya dewleta Sûriyeyê de zelalbûn tune bû û di şîrovekirina rêbaza birêvebirinê de jî lawazî heye.

Nûra Xelîl behsa rola civaka sivîl a Kurdî, ciwan, jinan û çalakiyên sivîl kir û da zanîn ku piştî 2011`an saziyên civaka sivîl ji bo warê niştimanî, mirovahî û belgekirina bûyerên ku rastî sivîlan dihatin, hatin avakirin. Rola ciwanên Kurd rola herî sereke ye, îro ew bi saya wan gelê Kurd gihaştine asta avakirina tifaqan. Ji bo xurtkirina rola civaka sivîl divê rê li ber xebatên wan bê vekirin.

Mesûd Hamid jî rola ragihandinê di destekdayîna naveroka belgenameyê û xurtkirina yekrêziya Kurdî nirxand û diyar kir ku dezgehên ragihandinê heta astekê hişt ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe rojev, lê mijara şîrovekirin û zelalkirina naverokê baş nehate şopandin. Dezgehan dikarîbû ji medya dijîtal sûd werbigire, li ser mijara konferansê pêwîste bername bên çêkirin.

Beşdaran da zanîn ku wesîqeya ku ji konfernasê derketiye ne destûreke, ew çend xal in ji bo danûstendina bi desthilata Şamê re ye. Di wesîqeyê de nerîna Kurdan heye û kêm nayê dîtin, divê dezgehên çapemeniya Kurd li gorî asta gavên dîrokî yên ku niha di nava civaka Kurd tên avêtin, bin.

ROLA KURDAN LI SÛRIYEYÊ Û VEBIJÊRKÊN DESTÛRÎ

Di rûniştina sêyemîn a “Rola Kurdan li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî” de berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Şewqî Mihemed û parêzer Mûsa Mûsa axivîn û ji hêla hevseroka Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşan Hisên ve hate birêvebirin.

Hesen Mihemed Elî behsa aliyê niştimanî yê belgenameyê û rola Kurdan di Sûriyeya paşerojê de kir û destnîşan kir ku 16 xal di asta Sûriyeyê ya neteweyî de û 11 din ê Kurdî di wesîqeyê de hene, beşa mezin bal dikşîne ser asta Sûriyeyê û mafê hemû pêkhateyan dixwaze. Kongra ku li Şamê hate çêkirin ti pêkhate xwe de te nedît, Konferansa yekrêziya Kurdî rola kongra li Şamê girtiye ser xwe û rola wê lîstiye.

Mihemed Şewqî Mihemed sîstema navendî û nenavendî li Sûriyeyê şîrove kir û da zanîn ku di dema rêjîma Baasê de sîstemeke navendî siyasî hebû her tişt di bin kontrola wê de bû, ji ber vê sîstemê gelê Kurd gelek zehmetî dîtin, sîstema navendî ya îdarî, hiştibû ku hemû sazî di bin desthilata saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de bin. Mafê gel ê hilbijartina tişta dixwazin tune bû, tevî hebûna sîstema hilbijartinê jî, lê ew yek jî şeklî bû. Dewleta navendî destê xwe datîne ser mijarên aborî jî û li gorî siyasetên xwe bikartîne. Li vir hate xuyakirin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a nenavendiya ya herî rast e.

Mûsa Mûsa jî di xala misogeriyên destûrî ji Kurdan û pêkhateyên din re da zanîn ku li Sûriyeyê gelek qanûn ku ne weke destûrê derdikevin, di pêvajoya destûrî ya cîhanê de jî pêwîste aliyê siyasî ku wê misoger bike, hebe. Divê meclisa destûrî û dadgeha destûrî bê çêkirin, ji bo wê jî sîstema parlemanî ya herî guncawe.

Beşdaran xuya kir ku heke itîfaq di navbera Rêveberiya Xwesera û desthilata Şamê de çê bibin, divê bi misogeriyeke navneteweyî bên pêkanîn.

Komxebat bi belavkirina spasnameyan li kesayetên ku cihê xwe di rûniştinan de girtibû, bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hindistan û Pakistanê biryar dan ku leşkerên xwe paşve bikşînin
Nûçeya Pişt re Gelê Maxmûrê piştî 6 rojan berxwedana xwe bi dawî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jin li Amarayê ne: Divê Rêber Apo azad bibe!

Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Amedê ber bi Enqereyê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji DBP û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Banga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li Lubnanê ji agirbestê ve zêdetirî 70 welatî hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Lubnanê ji destpêka agirbestê ve di encama êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Sembola îrade û berxwedanê: Şehîdgehên Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên Şehîdan guhertina navên dibistanan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Heyva Sor a Kurd alîkarî li 11 hezar kesî belav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên DAÎŞ’î yên Awistralyayî ji Kampa Roj derketin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?