Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Rojane

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin Sebahat Tûncel di pîrozbahiya Meletiyê de axivî û got, “Hêvî heye, vê carê em dikarin li bi ser bixin. Em ji xwe bawer in. Em bi we bawer in."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Meletî, Aydin, Tekîrdag, Çanakkale, Xarpêt, Sêrt, Hatay, Mereş, Denîzlî, Mûgla, Bûrsa, Eskîşehîr û Konyayê de rengên kesk, sor û zer derketin pêş. Beşdarên pîrozbahiyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berzkirin.

MELETÎ

Pîrozbahiya Newrozê li Xaçerêya Emeksiz a Meletiyê pêk hat. Şahiya ku bi siloganên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Azadî ji bo civaka demokratîk’ hate lidarxistin, bi hezaran kes tevlî bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên mîna; ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hatin berzkirin.

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Kedê Umut Yemîn diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi aştiyê heye û wiha got: “Lê belê hikûmet bi salan e aştiyê qebûl nake, êrîşên xwe didomîne. Em ji vê derê ji hikûmetê û hevkarê wê dipirsin, hûn li benda çi ne ku dawî li girtiyên siyasî û polîtîkayên qeyûm bînin? Qeyûman têrê nekirin, niha jî êrîşî Lihevkirina Bajar kirine.”

Berdevka Partiya Çep a Keskan Ahmet Asena anî ziman ku ew di destpêka serdemeke nû de ne û wiha got: “Bi zimanê şer aştî pêk nayê. Şert û mercên xebatê yên Ocalan bila bên başkirin. Eger hûn vê nekin, hûn ê cihê xwe di rûpela reş a dîrokê de bigirin.”

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel di axaftina xwe de kesên ku di Newrozan de bedena xwe dane ber agir bi bîr anî û wiha got: ”Îtîraz têrê nake, divê em îtîraza xwe birêxistin bikin. Tenê gotina na têrê nake, em ê bi hev re ava bikin bê ka divê çawa be. Tirkiye ji sala 2015’an û vir ve bêhiqûqî û bêedaletiyeke giran re rûbirû ye. Sedema ku krîza siyasî û aborî ewqasî kûr bûye, astengiya ku hikûmetê di nava gel de daniye, polîtîkaya cihêkar a li hemberî Kurdan e. Polîtîkaya ku li hundir û derve li dijî Kurdan dimeşîne. Wê demê me gelek îtiraz kir, me got, ‘eger hûn ji bêhiqûqiyê re bêjin ‘erê’ wê sibe bê serê we. Îro Ekrem Îmamoglû girtin, ne tenê Ekrem Îmamoglû, lê kî bertek nîşanê hikûmetê dide, bi binçavkirin û girtinê re rûbirû ye. Li Tirkiyeyê tayînkirina qeyûmên bûye tiştik asayî.”

Sebahat Tûncel banga Rêber Apo bibîr xist û anî ziman ku piştî vê bangê PKK’ê biryar da ji bo ji nû ve avakirinê kongreyê lidar bixe, lê belê biryar hat dayîn ku kongre bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêk were. Sebahat Tûncel da xuyakirin ku dewletê şert û mercên vê firsendê neafirandiye û wiha got: “Niha ev yek wê çawa bibe? Ev serdemeke nû ye. Ji ber vê yekê pirsgirêka aştiyê bi dewletê re têkildar e. Dewlet wê rê li ber aştiyê veke. Siyaseta demokratîk li ser me û we ye. Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Tenê li qadê pirsîn, ‘Gelo di vê dewletê de bawerî dikare hebe?’, dibe ku baweriya bi dewletê hebe yan na. Sedem? Mixabin pêkanînên dewletê di bîra Kurdan û jinan de neyînî cih bûne. Lê belê dewlet neçar e vê bibîne û vê bêbaweriya gel ji holê rake. Baş e, em dê baweriya xwe bi kê bînin? Bi rastî jî hêvî heye? Erê hêvî heye. Vê carê em dikarin li hev bikin. Em ji kê bawer in, em ji xwe bawer in. Em bi we bawer in.”

 Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. 

AYDIN 

Li Taxa Osman Yozgatli ya navçeya Efeler a Aydinê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de pankartên “Rewşa me biqudret e”, “Tu çîçeka hêj venebûyî ya biharêyî Kemal” û “Newroz roja zayîna gelê azad e” hatin daliqandin. Qad, bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 

 Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar Husnu Taş û Şukran Sari cejan welatiyan pîroz kir. 

 Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got ku divê îktîdar gavan biavêje. 

 Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Destê xwe ji ser îradeya gel vekişînin.”

 Pîrozbahî bi stranên koma Sorjiyanê bi dawî bû. 

 TEKÎRDAG

 Li qada navçeya Ergene ya Tekîrdagê jî Newroz hate pîrozkirin. Qad, bi filamayên rengîn ên bi nivîsa “Newroza azadiyê pîroz be” hate xemilandin. Welatiyan bi alên DEM Partiyê, al û flamayên kesek, sor û zer Newroz pîroz kirin. Gelek malbat tevî zarokên xwe tevlî bûn. Bi hezaran kesan beriya bernameyê li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 

Nûnerê Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fahrî Koçan di pîrozbahiyê de got: “Faşîzma qesrê mafê bijartin û hilbijartinê paşguh dike. Ji bo l dijî vê em aştiye birûmet û têkoşînê mezin bikin li qadên Newrozê ne.”

 Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got: “Birêz Ocalan, xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Divê em piştgiriyê bidin banga birêz Ocalan. Hemû dinyayê guh da vê bangê. Ew bang îro di ruh û dilê me de şîn dibe. Birêz Ocalan gavek avêt û divê dewlet jî gavan biavêje ku aştî çêbibe.” 

 Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî ji hunermendên NÇM’ê Baran Bozyel derket ser dikê. Welatiyan li ber stranan govend gerand. 

 ÇANAKKALE 

 Li Taxa Esenlerê ya Çanakkaleyê jî agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hemû amadekariyên xwe temam kirin, hatin qadê. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn. Li qadê rengên kes, sor û zer derketin pêş. Li qadê gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 

 Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Hayrettîn Pîşkîn anî ziman ku Newroz bi têkoşîna gelên bindest teşe girtiye. Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Fîkret Melîh Çolakoglû jî anî ziman ku divê aştiya civakî pêk were û got: “Şer hêsan e lê aştî gelek zor e. Em li gel wê ne ku ev pêvajo û aştî bidome.” 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak jî wiha got: “Wateyekî dîrokî ya Newroza îsal heye ji ber ku banga birêz Ocalan heye û xwedîderketine heye. Banga dîrokî ya birêz Ocalan, hemleya aştiyê ya hemû gelên li vê xakê ne.” 

 XARPÊT/QOVANCIYAN 

 Li Qada Şaredariyê ya navçeya Qovancilar a Xarpêtê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên ku rûyê xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin, cejna xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu di pîrozbahiyê de axivî û got: “Bi saya biryardariya me ya ji bo nasname, bawerî, demokratîkbûn û jiyana wekhev îro li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Kurdistan, Ewropa û li her devera cîhanê Newroz tê pîrozkirin.” Ayten Kordu, bal kişand ser banga Rêber Apo û got ku ew piştgiriyê didin. Pîrozbahî, bi govenda li dora agirê Newrozê bi dawî bû. 

 SÊRT

Komeke ciwanan li navçeya Misircê ya Sêrtê li Çiyayê Gurdilayê agirê Newrozê vêxistin. Ciwanên ku li dora agir govend gerandin, Newroz bi avêtina fîşekên hewayî pîroz kirin. 

 HATAY

 Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî Newroz li Taxa Yildirimtepeyê hate pîrozkirin. Welatî, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî dest pê kir û welatiyan li dora agir govend gerandin. Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin ku bikare pêvajoyê birêve bibe. Tîtîz, bertek nîşanî girtina Îmamoglû jî da û got ku dê li dijî neheqiyê bêdeng nemînin 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku polîtîkaya înkar û redkirinê didome û ew ê li dijî vê têbikoşin. 

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 

MEREŞ/ELBISTAN

Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Elbistanê ya Mereşê jî qada li Taxa Cumhuriyetê bû. Gelek kes tev li bûn. Hevserokên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan welatî silav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo di pîrozbahiyê de polîtîkayên îktîdarê şermezar kir. Ceylan Akça Cupolo, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û got: “Em ê nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman bidomînin.” 

Pîrozbahî, bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû. 

DENÎZLΠ

Pîrozbahiya Newrozê ya Denîzlîyê li qada bazarê ya li navçeya Pamukkaleyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên bajar Cevahîr Kayar û Enîs Oge Newroza gel pîroz kirin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di pîrozbahiyê de got: “Divê nasnameya gelê Kurd were naskirin û tayînkirina qeyûman bi dawî bibe. Şer bi tu kesan nade qezenckirin, berevajî vê dide windakirin. Bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye dijî, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Barê me giran û rêya me dûr e. Em ê rê nedin wan kesên dixwazin vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya şer.” 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bertek nîşanî girtina Îmamoglû da. Firat, got: “Em vê zilmê qebûl nakin û şermezar dikin.” Firat, wiha domand: “Hêvîdarin ku banga birêz Ocalan cihê xwe bibîne. Erdogan, niha her kesên mîna wî nafikirin digire. Li ser me tevan berpirsyartiyeke mezin heye.” 

 Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî, bi stranên Hozan Şervan û gerandina govendê bi dawî bû. 

 MÛGLA

 Li Otoparka kevin a li navçeya Datçayê ya Mûglayê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî biratiya gelan” hate berzkirin. Li gel siyasetmedarên CHP’î, ji rêxistinên ekolojî û jinan jî gelek kes tev li bûn. Jinan, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî aştî” berz kirin. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Hevserokên DEM Partiyê yên Mûglayê Bêrîvan Yilmaz û Mehmet Kaa Newroza gel pîroz kirin. 

 Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr bertek nîşanî hedefgirtina “Lihevkirina Bajar” da. Nejla Demîr, got: “Em ber bi rizgariyê ve dimeşin. Civaka demokratîk dê bibe rizgariya hemû kesî.” 

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BURSA 

Li Qada Bazarê ya Arabayatagi ya navçeya Yildirimê ya Bursayê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Li qadê pankartên “Ji bo aştiyeke adilane û demokratîk bijî Newroz”, “Niha dema aştiyê ye” û “Reberê azad, azadiya gel e” hatin daliqandin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” berz kirin. Jinên ku bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi tililiyên xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Babetna û koma muzîkê ya herêmî derketin ser dikê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî di pîrozbahiyê de bal kişand ser banga Rêber Apo û anî ziman ku ev bang banga pêkvejiyanê ya hemû gelan e. 

 KONYA

 Pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê li Bazara Sêşemê ya li Taxa Işiklarê hate lidarxistin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn. Di pîrozbahiya bicoş de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp di pîrozbahiyê de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê me tevan. Jinên hêja, birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘aştiya herî xweşik jin ava dikin.’ Em li vir soz didin ku dê bi hev re aştiyê ava bikin.” 

 Pîrozbahî, bi vêxistina agir û gerandina govendê bi dawî bû. 

ESKÎŞEHÎR 

Pîrozbahiya Newrozê li Qada Cumhuriyetê hat lidarxistin. Pîrozbahî di danê nîvro de dest pê kir. Ciwanên ku bi tîşortê nivîsa “Kurdistan”ê xwestin bikevin qada pîrozbahiyê, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê rageşî derket. Jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera DEM PAartiyê ya Amadê Adalet Kaya di pîrozbahiyê de got ku gelê Kurd ev sed sal in ji bo hemwelatiya wekhev têdikoşe û got: “Hûn li vir koçber in û mixabin we ji neçarî xaka xwe terikandin. Roj roja wê ye ku em li ser vê xakê wekhev, azad bijîn.” 

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî bal kişand ser gotina Erdogan a “Bila Newroz bibe roja aştî û biartiyê” û got ku ev gotin fêkiya ewil a banga Aştî û Civaka Demokratîk e. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Em ‘Karwanê Gotinên Azad’ Karwan Horamî bi bîr tînin

Edîtorê servîsa Farsî ya ANF'ê Mihemed Malîk (Karwan Horamî) li pey xwe têkoşînek bi rûmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li navçeya Rezan a Amedê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Biryara hepsa malê dane rojnamevan Ozlem Gurses

Rojnamevan Ozlem Gurses a ku ji ber weşana xwe ya li ser YouTubê hatibû binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê li El-Busayra gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakiya azadî ji Rêber Apo re: Bê Serok jiyan nabe!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevserokê Koma Çep a PE’yê serdana Reqa û Kobanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?