Duşem, 22 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: ‘Pêwîstiyeke lezgîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo: Ji têkoşînê ber bi diyalogê ve
Rojane

3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo: Ji têkoşînê ber bi diyalogê ve

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo di navbera 4-10’ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî û koman li pênc parzemînan û li dehan bajaran çalakiya 3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo ya Cîhanî hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çalakiyên îsal, ji yên salên beriya niha cudatir ne bi xwendinên takekesî bi nîqaşên kollektîf, hevdîtinên felsefîk, lidarxistina çalakiyan û bangên hunerî hatin lidarxistin. Beşdarvan ne bi tenê weke çavkaniyeke teorîk di heman demê de weke alternatîfeke gengaz xwedî li fikrên Rêber Apo derketin.

ÇALAKIYÊN LI BAJARÊN EWROPAYÊ

 

Marsîlya – Fransa

Di çalakiya ku bi pêeşngtiya Collectif Internationaliste Marseille-Kurdistanê (CIMK) li Fraternité de la Belle de Maiyê hatî lidarxistin de li ser fikrên Rêber Apo nîqaşên berfireh ên siyasî û felsefîk hatin kirin. Di çalakiyê de dareke zeytûnê ya ku li ser nivîsa ‘’Aşitî ji şer dijwartir e. Dema em li ber xwe didin em natirsin, em ê di dema aşitiyê de jî netirsin’’ heyî, hate çandin.

Selanîk – Yewnanistan

Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê jî danasîna pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya çapa bi Yewnanî hate kirin. Nûnerên înîsiyatîfa navneteweyî û çapxaneyê  li ser mijarên pirtûkê yên weke rexneya zanistên civakî, paradîgmaya civaka demokratîk û nivîsên girtîgehê gotûbêj kirin. Nivîskarê navdar John Holloway jî bi awayekîonline beşdarî çalakiyê bû û têkildarî têkariyên Rêber Apo yên ji bo enternasyonalîzma nû û tecrûbeya wî ya li ser Platforma Gelên Ewropayê axivî.

Val Pellice – Îtalya

Tevgerên şoreşger ên li bajarê Val Pelliceyê jî di çarçoveya pêwistiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de li ser paradîgmaya Rêber Apo axivîn. Çalakî girêdayî mijarên weke mîrateya sosyalîzma reel, sedemên derketina Şerê Cîhanî yê 3’yemîn û banga Rêber Apo ya dawîn hate lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku fikrên rêberekîdi bin tecrîda fîzîkî de ji bo çareseriyên gerdûnî rênîşander in.

Genova Righi – Îtalya

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Enternasyonalist li xwezayê meşeke li xwezayê hate lidarxistin. Di kêliyên meşê de beşên ji pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û têkildarî azadiya jinan nîqaş hatin kirin.

Chieri – Îtalya

Li bajarê Chieriyê komeke ciwanan çalakiya xwendina bi komî li dar xist. Hin beşên pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û têkildarî jiyan û têkoşîna Rêber Apo nîqaş hatin kirin. Ciwanan ev çalakiya xwe weke pêngaveke fikrî ya têkildarî pirsgirêkên civakî pênase kirin

Torino – Îtalya

Li bajarê Torînoyê ji aliyê Înîsîyatîfa Komuna Ciwanan a Torînoyê û Alba Rossa ve Orso Tekoşer ve çalakiyek hate lidarxistin û girêdayî Rêber Apo ya ‘’Aşitîû Civaka Demokratîk’’ li ser pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst  û alternatîfên ku modernîteya demokratîk pêşkêş dike, gotûbêj hatin kirin.

Salerno – Îtalya

Li bajarê Salernoyê jî ciwan û jin li hev kom bûn û li ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinan suhbet kirin. Di nîqaşan de li ser wateya gerdûnî ya şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn jî nîqaş hatin kirin.

Barcelona – Katalonya

Li bajarê Barcelonayê jî ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve çalakiyek hate lidarxistin û gotinên Rêber Apo li gel zarokan hatin parvekirin. Çalakî weke destpêka ragihandina fikrên Rêber Apo ji bo nifşên nû hate pênasekirin.

ÇALAKIYÊN LI MALÎ Û ENDONEZYAYÊ YÊN BERFIREH

Bamako – Malî

Di 4’ê Nîsanê de li bajarê Bamako yê Maliyê bi pêşengtiya komîteya ciwanên UACDDDD’ê gelek jin û ciwan li hev kom bûn. Çalakî di çarçoveya tora ‘’Ciwan Dîrokê Dinivîsin’’ de hate lidarxistin û li ser têkoşîna Rêber Apo ya li Kurdistanê ji bo azadiya jinan, Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê gotûbêj hatin kirin. Danezan hatin belavkirin û beşên ji pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û çalakvanan soza têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.

Jakarta – Endonezya

Li herêma Jakarta ya Endonezyayê ji aliyê Tora ABC+ karkeran ve li mekanekî polîtîk çalakiya xwendinê hate lidarxistin û di çalakiyê de pirtûkên Sosyolojiya Azadiyê û Nivîsên Girtîgehê yn Rêber Apo hatin xwendin. Çalakî di çarçoveya vegotin û xwerexnekirinê de hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de banga ‘’Hûn Nikarin Fikran Asteng Bikin’’ derket pêş û hate diyarkirin tevî tecrîda giran jî fikrên Rêber Apo belav dibin seranserê cîhanê. Beşdarvanan diyar kirin ku ew bi biryar in ku heya dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê torên xwe yên piştevaniyê mezintir bikin.

ÇIMA ROJÊN XWENDINÊ Û ÇIMA RÊBER APO?

Krîza ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê afirandin bi qirkirina jin, xweza û civakê re kûrtir dibe û lêgerînên çareseriyên ji bo van krîzan zêdetir dibin. Tişta ku berê mirovan dide nivîsên Rêber Apo jî hêza wî çareseriyê ya li hemberî van krîzan e. Paradîgmaya modernîteya demokratîk, mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe, azadiya jinan, jiyana ekolojîk û pêşeroja xwe dispêre demokrasiyê rê li ber çareseriyê vedikin.

Analîzên Rêber Apo yên ku ji jinan re pêşkêş kirine û perspektîfa têkildarî azadiya ciwanan  ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên cîhanê jî weke alternatîfeke gerdûnî ne. Girêdayî van yekan rojên xwendinê ji bo avakirina hişmendiya hevpar a têkoşînên enternasyonal weke pêngaveke gelekî girîn mohra xwe li dîrokê da.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG’ê: Zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin
Nûçeya Pişt re Li Binarê Qendîlê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li peravên Yewnanistanê karesata koçberan: 2 kes mirin 27 jî hatin rizgar kirin

Li Deryaya Egeyê ku nêzî peravên Girava Chios ê Yewnanistanê ye, keştiyeke ku koçber tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa girtiyên nexweş Fadîme Çelebî, Cankiliç û Kuday giran e

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa Fadîme Çelebî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin a ku çawişê pispor bi wesayitê lê xist, jiyana xwe ji dest da

Li gundê Hoser ê Cizîrê, jin a ku çawişê pispor bi wesayitê lê xist, jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Egîd Bab li Kobanê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?