Yekşem, 8 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 222 Kurdan hatin piştrastkirin ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Li Îran û Rojhilat nêzî 7 hezar kes hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJA’yê Dayika Uveyş bi bîr anî
Jin

TJA’yê Dayika Uveyş bi bîr anî

TJA’yê dayika Rêber Apo Uveyş Ocalan bi bîr anî û got, “Em ê hêviyên aştî û azadiyê yên tevahiya dayikên xwe yên ku dengê aştiyê ne, bi avakirina civaka demokratîk a ku em ê bibin sazûmankarên wê, pêk bînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya sala 32’yemîn a wefata dayika Rêber Apo, Uveyş Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hiqûqa dayikbûnê, doktrîneke ku zanyariyên herî pîroz ên erdnîgariyên kevnar di xwe de dihewîne. Erdnîgariya Kurdistanê bi pîrozbûna xwedawenda dayik a bi hezaran salan wate daye rastiya dayikbûnê û wek diyariyeke bêhempa li bîra mirovahiyê zêde kiriye. Vê axa ku bi bereketa dayika pîroz hatiye avdan, bi hestiyariya wê jiyaye, zarokên xwe bi hişmendiyeke exlaqî û polîtîk mezin kirine, bûye qada herikbariya azad a civakîbûnê. Temara berxwedanê ya Besêyan, Zerîfeyan, Rindêxanan bi vê doktrînê xurt bûye, şoreşa çandî, zanyariya dîrokî û seknan jinan ragihandiye roja me ya îroyîn. Dayikbûn, li Kurdistanê, beriya her tiştî serhildana li dijî dîlîtiyê û afirandina heza ji jiyana azad e. Dayika Uveyş a ku can daye serhildanekê, zanyariyên pêşîn ên temarên berxwedanê yên jinan veguhastiye, hêviya jiyana azad a gelê xwe mezin kiriye û bûye pêşenga vejîna li Kurdistanê.

Mirovê Azad ê ku îxaneta li hemberî dayika ku şîrê wê vexwariye û nirxên xwedawendiyê yên ku nûneriya wan dike wek îxaneta li jiyanê dinirxîne, hînbûyînên xwe yên pêşîn ji dayika xwe wergirtine û li ser vê axê, xeta jina azad vejandiye. Nasname û sekna jina azad a ku bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê xwebûna xwe diparêze, îro ji bo cihê ku li cîhanê lê ye, herî zêde jî deyndara Dayika Uveyş e. Xeta jina azad a ku di kesayeta Dayika Uveyş de, li hemberî hêzên paşverû yên cîhanê meydanê dixwaze, dayikê bi tenê wek giyanewereke biyolojîk nabîne, bi zanîna xwe, bi têkoşîna ku hevjiyanê azad dike, bi sekna bê tawîz a li hemberî faşîzmê û mêtingeriyê, vê biharê jî bi hêvî û kelecana ronesanseke nû pêşwazî dike.

Wek hêza pêşeng a Aştiyê û Civaka Demokratîk, bi kevneşopiya berxwedanê ya qedîm a ku me ji dayikên xwe wergirtiye, em ji hemû deman zêdetir nêzî avakirina jiyana nû û civaka azad in. Angaşt û israra me ya avakirina siberojeke li ser bingeha azad a bi zanîna dîrokê, ji bo me ji hemû deman hêzdartir e û angaşta me ji hemû deman mezintir e. Bê guman em ê îxanetê li vê kevneşopiya ku em gihandine van rojan û hiqûqa dayikbûnê nekin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo mayîndekirina xeta jinan a li ser vê axê bilind bikin.

Li ser vê bingehê, em tevahiya dayikên xwe yên ku çanda berxwedanê gihandine me, ligel tevahiya zehmetiyên şer rojekê jî dev ji têkoşîna xwe bernedane û jiyana xwe di oxira vê têkoşîna bi rûmet de dane, di kesayeta Dayika Uveyş û Dayika Sakîne de bi minet û rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hêviyên aştî û azadiyê yên tevahiya dayikên xwe yên ku dengê aştiyê ne, bi avakirina civaka demokratîk a ku em ê bibin sazûmankarên wê, pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îran û Ermenistanê operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn
Nûçeya Pişt re 2 girtiyên din jî piştî 32 salan hatin berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ji bo biryarên ku PKK'ê wergirtiye got, "Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûrî Aslan dê Serokatiya ÎBB’ê bike

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji ber lêpirsîna derheqê xwe de wekaleta…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li gundewarê Humsê hovîtiya çeteyan: Welatiyek daleqandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?