Di çarçoveya pêkanîna benda 5’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, îro bendên kontrolê yên axî yên li ser rêya Ewarid û Sika yê di navbera her du taxan û taxên din ên Helebê de hatin rakirin.
Piştî rakirina bendan, bi amadebûna nûnerên meclisa her du taxan û nûnerên desthilata Şamê de bendên kontrolê yên hevbeş ê di navbera Hêzên Asayîşa Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê de tên danîn.