Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên bi navê ”Ehrar El-Şamiye” yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker 15’ê Sibatê li Cindirêsê ciwanê bi navê Mihemed Hemid Gergiur ê 25 salî ku bi navê Hemûdê Halaq tê nasîn, revand.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku Mihemed Hemid Gergiur di zindana Îskayê ya di bin kontrola îstixbarata dewleta Tirk de tê girtin.
Çeteyan ji bo berdana welatiyê hatiye revandin 2000 dolar xwestin.