Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevgirtina Akbelen û Tarim-Sen: Em ê Esra Işik ji destê dadweriya holdingê rizgar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Muslim: Divê Tirkiye êdî şaşitiyên dîrokî sererast bike
Rojava

Muslim: Divê Tirkiye êdî şaşitiyên dîrokî sererast bike

Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku PKK ji bo armancekê ava bû, îro gihîştiye armanca xwe û destnîşan kir ku divê Tirkiye êdî şaşitiyên xwe yên dîrokî sererast bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga aştî û demokrasiyê kir, li ser esasê wê bangê PKK’ê kongeraya xwe ya 12’an lidar xist û têde biryara fesixkirina PKK û çekdanînê da.

Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim ji ANF’ê re li ser biryara fesixkirina PKK û guhertinên strartejîk ê ku bi xwe re ava bike axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir, ”Ev gava ku hatiye avêtin weke gaveke dîrokî ye, PKK jî Partiyeke ku ji ber armancekê hate avakirin û armanca xwe pêk anî. Hebûna Kurdan hate qebûlkirin, li aliyekê din Parastina Kurdan a rawa çêbû. Her wiha dijmin jî ket bewariya vê yekê û ev guhertinên ku hatine kirin bi rê û rêbazên wê hatin vekirin. Di Rojhilata Navîn de gelê Kurd jî weke aktoreke sereke ye ji bo wê pêwîstî hate dîtin ku PKK xwe biguhere, ji ber di her derê de navê terorîst li ser PKK’ê hate ferzkirin û ev jî bi destê dewleta Tirk bû”

‘DÎROK JI PKK’Ê DIXWAZE KU XWE BIGUHERE’

Muslim di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo stratejiya Kurdan divê guhertinek bihata avakirin û wiha domand, ”Guhertinên mezin di warê dem û stratejiyê de çêbûn. Em niha jî di wê pêvajoyê de ne ku guhertineke stratejîk jiyan dikin. Ji ber dema dîrok ango pêvajo guhertinê bixwaze her çiqas di pêkanîna wê de dereng mayîn bê jiyankirin wê zerar jî bê jiyîn ji bo wê pêwîst bû ku guhertinek bê çêkirin. Em bi hêvî ne ku gelê ku PKK gihand vê astê wê bikaribe pêşengtiyê ji pêşerojê re jî bike. Gelek hate gotin ku PKK’ê xwe hilweşand, lê PKK’ê xwe hel kir û şekilek xwe nû girt, ji ber ku bi sedan saziyên xwe di Kurdistan û qadên navanetewî de hene û rê û rêbazên têkoşînê jî gelek in, çek hildan jî yek ji wan rêbazan bû.”

‘DIVÊ TIRKIYE ŞAŞTIYÊN JI LOZANÊ Û HETA NIHA KIRINE SERERAST BIKE’

Salih Muslim bal kişand ser aloziya di navbera Kurd-Tirkan de û wiha got, ”Aloziya di navber Kurd-Tirkan de ji dema hevpeymana Lozanê dest pê kir, ya ku di vê pêvajoyê de ji dewleta Tirk tê xwestin ew e ku şaştiyên xwe yê dîrokî sererast bike, şaştiyên ku ji hevpeymana Lozanê û heta niha kirine sererast bike. Komkujî, jenoside û qirkirinên ku li ser Kurdan de pêk hatine û heta roja îro hemû encama hevpeymanê Lozanê ne. Ji ber ku beriya hevpeymana Lozanê dîrokek Kurd-Tirk hebû lihev kiribûn û Parlamentoya xwe jî avakiribûn û hevqebûlkirinek hebû. Lê di hevpeymana Lozanê de Kurd hatin înkarkirin û li ser wê esasê ev sedsalin bi armanca tunekirina Kurdan şerê Kurdan tê kirin, lê ev sed sale jî Kurd li hember vê şer dike û dibêje ez heme, çand, dîrok û kesayeta min heye.”

‘AVAKIRINA PKK’Ê DI ÇARÇOVEYA PARASTINA RAWA DE BÛ’

Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim anî ziman ku dewlet ji dîrokê ve siyaseta kuştin û koçberkirinê li ser gelê Kurd dide meşandin ji bo wê avakirina PKK û hildana çek di çarçoveya parastina rawa de bû û wiha pê de çû, ”PKK di 1978’an de hate avakirin û di sala 1984’an de çek rakir, PKK ji bo hişyarkirina gel hate avakirin, ji ber ku gel koletî qebûl kiribû. Her wiha piştî wê serî hilda, liber xwe da û dewletê siyasetê kuştinê ser wan da meşandin. Ber bi çiyayan ve koçber bûn lê dîsa jî dewletê êrîşên xwe da meşandin, ji bo parastina rewa derket pêş. Avakirina PKK’ê û hildana çek di çarçoveya parastina rawa de bû.

Gavên agirbest û aştiyê ku di dîrokê de hatine avêtin, her tim hatine astengkirin. Di sala 1993’an de jî gava agirbest hate îlankirin Turgut Ozal ket wê ferqê ku mijar mezin e û nikare Kurdan ji holê rake, ji ber ku Kurd xwedî dîrok in û 28 serhildan pêk hatine. Lê dewleta Tirk ev yek qebûl nekir û Turgut Ozal dan kuştin,  me dît ku ji wê û şûnde şerek dijwar li ser Kurdan hate meşandin. Li pey wê re gelek salan û gelek caran wekî di sala 1998’an de bi Erbakan re jî ev gav hate avêtin lê ew jî ji holê rakirin. Di sala 2007’an de di dema Oslo de dîsa Kurdan gav avêt, aliyê Kurd her tim bersiv bi awayekî pozîtîf û erênî daye. Her tim hin kes bûne asteng û nehiştine ku pêvajo bi ser bikeve, ji bo wê di vê mijarê de gelek guman tê jiyankirin ji ber heta niha dewleta Tirk zihniyeta xwe ne guheriye hîn jî tunekirina çanda Kurd dide meşandin, divê şovenîzmaya ku dide meşandin ji holê rake. Wê astengî di vê warê de hebin. Hêviya me jî ewe ku ev astengî û zehmetiyên ku derkevin jî bi rêya diyalogan bên çareserkirin.”

‘DIVÊ LI HEMBER ZIHNIYETÊ TEKOŞÎN BÊ KIRIN’

Muslim anî ziman ku yek ji kesên ku ji dîrokê de dijminatiya Kurdan dikir DeVlet Bahçelî bû, lê îro di pêvajoyê de cih digre û wiha got, ”Ji sala 1960’an û heta niha yê ku herî zêde dijminahiya Kurdan dike û dibe asteng li pêşiya Kurdan Devlet Bahçelî bû, lê îro ew vê pêvajoyê bi rêve dibe, ev jî tê wateya ku ew jî têgihiştine ku rêya wan rêyeke xerabe û bê encam e, di nav de yên ku bi yekê bawer kirine hene û yên ku heta niha hebûna gelê Kurd qebûl nakin jî hene. Ji bo wê zehmetiyên di wî warê de gelek in, lê em weke gelê Kurd, sazî û dostên me alîkar in da ku em bikaribin ji wê zihniyetê xilas bin, lê ev jî bi hêsanî nabe têkoşînek jê re divê.”

Salih da xuyakirin ku hêzên navnetewî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û got, ”Hêzên navnetewî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, hinek pîvan li ser esasê mafê mirovan û mafê jin û gelek mijarên din danîne lê dema berjewendiya wan dikeve pêş wan pîvanan jî esas nagirin. Divê em wan bidin fêmkirin ku şerê li herêmê zirarê digihîne wan jî. Hinek alî hene dixwazin aramî û aştî di Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn de pêk were. Divê pîvanên mafê jin, zarokan û hwd wekî ku çawa li ser civaka xwe didin meşandin li vir jî bên meşandin. Her wiha tiştê ku divê hêzên navnetewî di vê pêvajoyê de bikin ku bibin garantor, ji ber di aliyê Kurdan de her tim amadebûyîn ji bo vê gavê heye lê wekî dewleta Tirk naxwaze ev yek pêşbikeve.

‘KURDAN BI TÊKOŞÎNA XWE, XWE DAN NASKIRIN’

Pêvajo li ser guhertina zihniyetê dimîne, eger ev zihniyet were guhertin û hebûna Kurdan were qebûlkirin û bi hevre jiyan kirin pêk were pirsgirêk namînin, Rojhilata Navîn hemû wê geş bibe, lê heta ku ev zihniyeta ku dijminahiya Kurdan têde tê kirin hebe, wê çareseriyê bi xwe re neyîne. Gelê Kurd bi taybet li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li hember teror û dagirkeriya Tirkiye xwe da nasîn

Têkoşîna gelê Kurd herî kêm ji salên 1980’ê û şûnde destpê kir, di vê têkoşînê de bedelên giran hatin dayîn. Vê pêvajoyê heta 2015’an dewam kir. Di sala 2015’de plana hilweşandina Kurdan xistin meriyetê û ev deh sal in vê planê didin meşandin. Aboriya Tirkiyeyê têk çû, xêr û bêrên Kurdistanê û Tirkiyê hemû winda kirin û bi hezaran gund hatin şewitandin. Ev jî hemû di encama şer de ye. Eger dewleta Tirk nasname û hebûna Kurdan qebûl neke wê kareset were ser gelê Kurd û Tirk. Gelê Kurd li ser xeta xweparastin û çandê derketiye û xwe pêve girêda ye, ji bo wê jî wê Kurd careke din teslîmkariyê qebûl nekin.”

‘DEMOKRASÎ ÇANDE Û DIVÊ LI SER HEV WERE AVAKIRIN’

Salih Muslim diyar kir ku li Kurdistanê ji berê ve çanda qebûlkirinê heye û wiha demoand, ”Di vê pêvajoyê de ji gel tê xwestin ku demokrasî û jiyana hevbeş qebûl bike, bi çanda xwe ve girêdan ev di taybetmendiyên gelê me de hene û gihiştiye asteke ku gel bi xwe xwe perwerde dike û çanda demokrasiyê tê de hatiye çandin. Ji ber demokrasî çand e û divê li ser hevdu were avakirin. Ev jî tiştek ji çanda Kurdistanê ne dûre, ji dîrokê ve bi hezar salan her tim gelên din hatine li Kurdistanê jiyan kirine ji ber ku li Mezopotamya medeniyet ji her derê zêdetir heye.”

‘DIVÊ PARTÎ Û SAZÎ DEMOKRASIYÊ BIPARÊZIN’

Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got ku civaka ku di nav xwe de demokrasiyê nehewîne partî û sazî jî tê de nayên avakirin û wiha got, ”Partî û Rêxistin ji bo ku civakê bi rêxstin bikin hatine avakirin, partî jî li ser bigeheke demokrasî tên avakirin. Civaka ku demokrasî tê de nîn be partî û sazî jî nikarin di nav de bên avakirin, ji bo wê partî û saziyên me divê demokrasiyê biparêzin û li çanda demokrasî xwedî derkevin. Netewa demokratîk ji bo her kesî ye li ser wê esasê her kes divê erka ku dikeve ser milê wî di vê pêvajoyê de bike”

‘DIVÊ DÎROK TECRUBEYA PKK BIGIRE NAV XWE’

Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku yê ku bixwazibe azadî û demokrasiyê pêkbîne û pêşengtî ji civakê re bike divê dîroka PKK’ê nas bike û got, ”Tecrubeya ku gelê Kurd bi sazî û rêxistina xwe tê re derbas bûye, niha li her derê mînak e. Bi sedan partî û rêxistinên ku hatin avakirin ji ber xeta wan a ne rast hatin helandin ango zirar gihandin gel, ji ber wê yê ku bi azadî û demokrasiyê difikire û dixwaze pêşengtî ji gelan re bike, dikare dîroka PKK’ê ku ya heta roja îro hatiye meşandin ji xwe re weke mînakekê bigre. Fikirekî ku Rêber Apo bi 7 kesan pêşengtî jê re kir, her li gorî pêvajoyê pêş ket û bi hêza xwe bawer bû. Di her demê de li gorî pêvajoyê tevgeriya û hertim li ser lingan ma. Divê Dîrok vê tecrubeyê bigre ji ber ku yê bixwazibe pêşnegtî ji civakê re bike pêwîste PKK’ê nas bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îran: Eger pêkanînên DYE’yê bêne rakirin, em amade ne peymanê qebûl bikin
Nûçeya Pişt re Li Kobanê çalakiya ji bo Roja Zimanê Kurdî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên di salên 90’î de bi zorê hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê bi coş hatin pêşwazîkirin

'Meşa Mezin a Azadiyê' li Gundikê Melê bi coş hate pêşwazîkirin. Meşvan ber bi navenda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Sarya Efrîn: Ji bo parastina destketiyên xwe em ê heta dawiyê têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

UNICEF: Bikaranîna dibistanan bo navendên demkî siberoja zarokan tehdît dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wê nasname ji bo Kurdên bêyî nasname, bên dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara kesên di teqîna Hesekê de iyana xwe ji dest dane derket 6’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?