Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Başûr li dijî biryarên Iraqê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Divê Elmanya qedexeya li ser PKK’ê rake û di pêvajoya aştiyê de bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de astengiya rejîma girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Metîn Şahîn piştî 31 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsu ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e
Rojane

DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

DEM Partî danezana civîna xwe ya ku di 22’ê Gulanê de ji bo nirxandina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist, eşkere kir. Di danezanê de wiha hate gotin, “Serketina pêvajoyê, bi têkoşîna çalak û rêxistinkirî ya ku gel tê de ne pêkan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh civiya. Di encamnameya civînê de wiha hate gotin: “Dinya, Rojhilata Navîn û Tirkiye di serdemeke krîzên piralî ya ku modernîteya kapîtalîst rê li ber vekirî re derbas dibin. Di vê serdema ku Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin de, şer û pevçûnên herêmê zêde dibin, gelên me di dorpêça şer, tundî û kedxwariyê de tên hiştin. Bi şerê li Ûkrayna-Rûsyayê dest pê kir û bi 7’ê Cotmehê re li Xeze û Lubnan û Sûriyeyê belav bû re hemû welatên herêmê tifaqên şerê nû û polîtîkayên dagirkeriyê yên nû ava dikin.” 

Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Ev pêvajoya ku gelan di dorpêça şer, tundî û mêtingeriyê de digire, di heman demê de bi rêya berxwedana gelan re derfetên avakirina pergala demokratîk, civakîparêz, sosyalîst û azadîxwaziya jinê jî pêşkeş dike. Di vê çarçoveyê de; ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de deriyê serdemeke nû vekiriye û bi biryara bidawîkirina xebatan a ku PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de girtî re jî ev pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. 

AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK

Pêvajoya diyalogê ya di navbera dewletê, birêz Ocalan û Tevgera Kurd de didome ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk a Tirkiyeyê jî derfetan diafirîne. Partiya me, bi înîsiyatîfa Şandeya Îmraliyê ya partiya me re û bi tevahiya avadaniya xwe, ji bo civakîbûn û mayindebûna aştiyê berpirsyartiyê li xwe digire. Pêvajoyên aştî û çareseriya demokratîk, bi qasî derfetên dîrokî, di heman demê de bi xwe re rîskên cidî jî tînin. Lewma, partiya me ji bo ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê baştir bibe û li gorî daxwaza wan biencam bibe, bibiryar e ku têkoşîna xwe mezin bike. 

Di civîna me ya Meclîsa Partiyê de bal hate kişandin ku divê xeta îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî-pratîk a DEM Partiyê were bilindkirin û hevgirtineke têkoşînê ya ku bi giyanê serdemê û guherînê re têkildar e; bal hat kişandin ku derfeta me ya teşekirina pêvajoyê di rêveçûna tê xwestin de û derketina ji vê pêvajoyê bi destketiyên girîng ên ji bo gelên me re, ji her demê mezintir e.

PÊKHATEYÊN HERÎ DÎNAMÎK ÊN VÊ PÊVAJOYÊ CIWAN, JIN Û KEDKAR IN

 Partiya me berpirsyariya mijara damezrîner a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, li gel têkoşîna azadî û wekheviyê hildigire ser milê xwe. Veguherîna pêvajoya bidawîbûna pevçûn û şîdetê bi aştiyeke mayînde, ancax bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li ser bingeha mafên wekhev pêkan e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de, partiya me ku di veguherîna demokratîk a avadaniya civakparêz û dewletê de hêzeke tolhildêr e, firsendên derketine holê yên alîgirê gelan û bindestan weke wezîfeyeke bingehîn e. Pêkhateyên herî dînamîk ên vê pêvajoyê ciwan, jin û kedkar in.

HER KES BERPIRSYAR E 

Polîtîkayên şer ên bi dehan salan, gelên di nava bêhêvîtî û xizaniyê de asê mane, hiştine. Ev banga Birêz Ocalan kiriye ku ji bo aştî û çareseriyên demokratîk zemîneke nû ya diyalogê bê avakirin. Vê pêvajoyê derfetên têkoşîna demokratîk jî berfireh kir. Di vê qonaxa dîrokî de ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, civakîbûna daxwaza aştiyê û derfetên avakirina civaka demokratîk derketine holê, bi taybetî di têkoşînên siyasî û civakî de aşkera ye ku berpirsyariyên cidî dikevin ser milê tevahiya civakê.

FIRSENDÊN GIRÎNG Û RÎSKÊN CIDÎ

Pêvajoya aştiyê hem firsendên girîng di nav xwe de dihewîne û hem jî rîskên cidî jî di nav xwe de vedihewîne. Pêvajo wê bi têkoşîn û muzakereyan bi teşe bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî û ji bo pêvajo veguhere destketiyeke ji bo gelên Tirkiyeyê, wezîfeya bingehîn a partiya me ye. Veguherîna demokratîk tenê di çarçoveyeke ku pêşî li berjewendiya her 85 milyon mirovî vedike û bi vîzyoneke hevpar a siberojê ku her kes dikare xwe tê de bibîne dikare pêk were. Di vê rêyê de ked, dilsozî û têkoşînek mezin pêwîst e. Qebûlkirina ku em di serdemeke wiha dijwar re derbas dibin, li ser rêgezeke veguherîner û rizgarker hûr dibin, divê berpirsyariya sereke ya hemû hêzên ked û demokrasiyê be, bi taybetî jî partiya me.

PÊWÎSTÎ BI LIHEVKIRINEKE CIVAKÎ HEYE 

Serketina pêvajoyê bi têkoşîna aktîf û rêxistinbûyî ya gelên tevlî bûne, pêkan e. Di pêvajoya diyalogê de divê gelên me hem bibin kirde, hem jî bibin garantiya destketiyan. Di civakîbûna daxwaza aştiyê û avakirina civaka demokratîk de berpirsyariya hêzên sosyalîst ên şoreşger girîng e. Di vê pêvajoyê de xurtkirina têkoşîna hevpar a eniya demokrasiyê jiyanî ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Lubnanê kampên Filîstiniyan wê werin bêçekkirin
Nûçeya Pişt re Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îran di xetên xazê de du teqîn pêk hatin

Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘PKK di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye’

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin: “Gotin têra pênaseya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di salvegera 42’yemîn a şehadeta xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Başûr li dijî biryarên Iraqê li qadan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Divê mafên jinan nebin mijara nîqaşan’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?