Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya avakirina civakî û aştiyê
Kurdistan

KONGRA-GEL: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya avakirina civakî û aştiyê

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Divê di serdanên cejnê de rojeva sereke di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de avakirina civakî be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2025 1 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Em Cejna Qurbanê ya gelê me û alema Îslamî ji kurahiya dilê xwe ve pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn wê tevkariyê li têgihiştineke baştir a banga Rêber Apo ya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku weke manîfestoya sedsala 21’an tê binavkirin bike û bi taybetî ji aliyê Kurd, Tirk û tevahiya gelên Rojhilata Navîn ve bêhtir were xwedîderketin.

Rêber Apo ev banga dîrokî ji bo pêşî li polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar û îmhayê ku li hemberî daxwaza gelê Kurd a maf û hiqûqê dihat kirin bigire û ji zemîna şer û pevçûnê derexe û ji bo şert û mercên têkoşîna demokratîk pêk were kir.

Eniya Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan nûnertiya wê dike, ji bo bersivê bide firsenda mezin a ku ev banga dîrokî bi taybetî ji bo gelên Tirkiyeyê pêşkêş dike, neavêtiye.

Helwesta hêdî ya AKP’ê û bêçalakbûna partiya muxalefeta sereke CHP’ê ya di anîna vê meseleyê ya li Meclîsê, di vê pêvajoya dîrokî de hem dibe sedema îsrafa demê û hem jî rê li ber provokasyonan vedike.

Karên li ser vê pêvajoya dîrokî nabe ku ji siyaseta bi hesab a desthilatdariya hikûmeta AKP’ê re bê hiştin. Hêz û derdorên ku daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê dikin, xwediyê eslî yê vê pêvajoyê ne. Ji bo zext li ser partiyên siyasî bê kirin û meclîs bikeve nava liv û tevgerê, divê bi lez zexta raya giştî bê afirandin. Rewşenbîr, derdorên akademîk, saziyên civaka sivîl, sendîka, rojnamevan, rêxistinên jinan, xwendekar ji bo ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ divê pêşengiyê ji karê afirandina raya giştî re bikin. Ji bo avakirina mejiyê civaka demokratîk û aştiyê ku wê pirsgirêkên civakî hemûyan çareser bike, divê rê û rêbaz bêne afirandin.

Serdanên Cejna Qurbanê ji bo vê yekê firsendeke mezin e. Di serdanên cejnê de divê rojeva bingehîn karên li ser avakirina civaka demokratîk a bang dîrokî ya Rêber Apo be. Divê berê me li pêşvebirina têkoşîna civaka demokratîk be. Di serî de azadiya Rêber Apo pêşketina demokrasî û aştiyê bi vê ve girêdayî ye.

Li ser vê bingehê em Cejna Qurbanê careke din li gelê xwe û Alema Îslamê ji dil û can pîroz dikin û dibêjin, bila cejn bibe wesîleya yekîtî û piştevaniya gelan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.1
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK’ê cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û cihana Îslamî pîroz kir
Nûçeya Pişt re Ji bo cejnê serdanên goristanan dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê cezayê girtîgehê li Kurdekî hate birîn

Li Îdrîs Karsazî yê ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 3 sal cezayê girtîgehê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî DAÎŞ’ê ‘Operasyona Ewlekariyê ya Domdar’ hate destpêkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çeteyên DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Gelan: Ala Sûriyeyê wê li herêmên xweser bê daliqandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ala Sûriyeyê bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Cizîrê êrîşên li dijî koçberên Girê Spî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD‘ê êrîşa li Girê Spî şermezar kir: Ji bo vegera bi ewle divê komîteyek taybet bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?