Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Denîz Poyraz bi bîr anî ku 17’ê Hezîrana 2021’ê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê hate qetilkirin.
ŞER MEZIN BIBE WÊ ŞIKESTINÊN MEZIN ÊN JEOPOLÎTÎK RÛ BIDIN
Bakirhan piştre li ser şerê navbera Îran û Îsraîlê axivî û got, “Di demekê de ku li Sûriyeyê hîn aramî bi cih nehatibû, me dît bê li Xezeyê çi bû. Dilê me hîn li Xezeyê lê dida, li Rojhilata Navîn di 13’ê Hezîranê de şikestineke mezin pêk hat. Bi şerê Îsraîl-Îranê re asteke welê destpê kir ku çarenûsa herêmê hema bibêje bi temamî biguhere. Ev şer ne şerekî welê ye ku bi rê û rêbazên têne zanîn dimeşe. Em şerekî welê dibînin ku ji dûr ve û bi hişê çêkirî tê meşandin. Eger ev şer mezin bibe dibe ku li herêmê şikestinên jeopolîtîk ên mezin rû bidin. Dibe ku ji Sûriyeyê bêhtir koçberî û mirina mirovan rû bide. Dibe ku herêm bikeve nava pêvajoyeke şer û krîzê ya demdirêj.”
ROJHILATA NAVÎN DIGUHERE, LI RÊYEKÊ DIGERE
Bakirhan anî ziman ku dîroka Rojhilata Navîn bi ‘rîska erdheja herî mezin a siyasî û civakî re’ rû bi rû ye û got, “Ev şer divê tavilê bi dawî bibe ku bi kêrî Fars, Ereb, Tirk, Kurd û Yahûdiyan nayê. Em weke DEM Partî zanin ku ev şer wê pirsgirêkan hîn giran bike. Bi vê wesîleyê em bang li her kesî dikin ku diyalogê bidin, li dora maseya danûstandinê rûnên. Hem Îran hem jî Îsraîl divê vî şerî weke testeke rewabûna xwe ya îdeolojîk û mîsyona dîrokî nebînin. Rojhilata Navîn êdî ne ya beriya sed salî ne jî ya beriya çend salan e. Rojhilata Navîn diguhere, ji xwe re li rêyekê digere. Lewma divê ev rê baş bê fêhmkirin, rê û rêbazên li gorî vê rêyê bêna afirandin. Ev yek ji bo welatên li Rojhilata Navîn yekane alternatîf e.”
TIRKIYE ÇAWA DIKARE JI VÊ BAHOZÊ RIZGAR BIBE?
Bakirhan diyar kir ku di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer û kaos heye, li Tirkiyeyê divê ew pêla aştî û çareseriyê bi hev re bilind bikin û got, “Bi wergirtina dersan ji vî şerê navbera Îran û Îsraîlê, divê îradeya çareserî û aştiyê ya li Tirkiyeyê bi bêdengî tê meşandin bi xurtî dewam bike.”
Tûncer Bakirhan pirsa ‘Tirkiye çawa dikare xwe ji vê bahozê rizgar bike?’ pirsî û got, “Rê û rêbaz eşkere ye; Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare ji vê bahozê rizgar bibe. Tirkiye bi avakirina komareke demokratîk dikare ji vê bahozê rizgar bibe. Perspektîfa ku Birêz Ocalan pêşkêşî kongreya PKK’ê kir, ew perspektîf e ku dikare ewlehiya her gelên li vê cografyayê pêk bîne. Birêz Ocalan ji bo şerê Îsraîl-Fîlîstînê, şerê mezhebî û şerê netewe dewletan gotibû, jehrkuja wê konfederalîzma demokratîk e. Ev model dikare ji pirsgirêkên piralî yên Rojhilata Navîn re bibe çareseriyeke demokratîk û aştiyane. Bi vî rengî dikare pêşî li êşê, hilweşîn û koçberiyê bê girtin.”
NE REJÎMA ÎRANÊ YA ZORDAR, NE JÎ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ
Bakirhan destnîşan kir ku çareserî di şer û înkarkirina rastiyê de nîne û got, “Çareserî bi rejîmeke demokratîk dibe ku gelan hemûyan wekhev dibîne, nasnameya ol û baweriyan nas dike. Divê ev yek êdî bê fêhmkirin. Rêya sêyemîn a Îranê ev e. Ne rejîmeke zordar ne jî êrîşên Îsraîlê. Îsraîl jî divê pozîsyona bêaramîkirina Rojhilata Navîn dûr bikeve. Ewlekariya Îsraîlê bi êrîşa li ser welatên cuda nabe. Ewlehî ne bi Quba Hesin ne jî bi fuzeyên sîber sonîk dibe. Ewlekarî bi aştî, aramî û demokrasiyê dibe.”