Hat ragihandin ku li Bexçeyên Hewselê yê li navçeya Sûr a Amedê ku di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê (UNESCO) de ye, dar hatine birîn. Tevgera Ekolojiyê nerazîbûn nîşanî qirkirina xwazayê dan.
Di parvekirina Tevgera Ekolojiyê de ev tişt hatin gotin:
“Di sala 2014’an de li Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê fermana birîna 10 hezar daran da û piştî nerezîbûnan 9 hezar û 300 dar ji qirkirinê xelas bûn. Lê belê wek komele û aktîvîstên hawîrdorê, me lêkolîn kir û dît ku, wekî qirkirina sala 2014’an qirkirineke daran heye û me ev yek bi wêneyan piştrast kir. Dîsa bi hinceta ‘Darên ziwa, em kezaxkirinê dikin’ dest bi senaryoyê kirine. Bi roj veşartî daran dibirin û şev di tariyê de jî daran ji wir dûr dixin. Divê yên ku hewl dan ku di sala 2014’an de daran bibirin û ji ber bertekan nekarîne nekarîne vê yekê pêk bînin baş zanibin ku: ev bajêr bêxwedî nîne. Em mijarê ji nêz ve dişopînin.”