Hat diyarkirin ku di meha Adarê de bi destpêkirina pêvajoya helînê re kêmbûna berfê hewcedariya bi sed milyonan mirovî ji avê dixe xetereyê.
Lêkolîneran diyar kirin ku piraniya berfê li nîvkada bakur li herêmên sar ên di bin -8 °C de cih digirin û ev herêm zêde bandorê li guherîna avhewayê nakin.
Lê belê tê diyarkirin ku girseya berfê li herêmên germ ên di ser -8 pileyî re kêm dibe û ev yek bandoreke neyînî li çavkaniyên avê dike.
Tê texmîn kirin ku li başûr-rojava û bakurê rojhilatê Dewletên Yekbûyî û navend û rojhilatê Ewropayê ji salên 1980’an vir ve berf ji her 10 salan ji sedî 10 an jî 20 kêm bûye.
Nivîskarê sereke Alexander Gottlieb, xwendekarek doktorayê li Zanîngeha Dartmouth, dibêje: “Di dawiya sedsala 21’an de, em li bendê ne ku ev herêm heya dawiya Adarê hema bêje bê berf bin.”
Her wiha germahiya kurewî barîna zivistanê vediguherîne baranê, ev jî dibe sedem ku çavkaniyên avê heta mehên bihar û havînê li cihên bilind kom nebin û ev jî dibe sedema metirsiya lehiyan.
Dibe ku van geşedanan bandorê li turîzm û seyrangehên kaşûnê jî bike, bandorek neyînî li tenduristiya ekosîstemê bike û mertirsiya şewatê li ser daristanan çêdike.