Siyasetmedar û akademîsyen Hişyar Ozsoy, pêvajoya rawestînê ya 2 mehan a pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand û ev qutbûn bi bandora derve û dînamîkên herêmî ve girê da.
Hişyar Ozsoy anî ziman ku rageşiya navbera Îran û Îsraîlê û îhtimala şerê herêmî bandoreke yekser li refleksên Enqereyê kiriye û got, “Di vê mijarê de mirov nikare bi şênberî biaxive. Dawiya dawî em baş nizanin bê li korîdorên teng ên hikumetê, li nava burokrasiya ewlekariyê çi tê axaftin, bûyerên herêmî çawa tê nirxandin. Lê belê Lê belê hevsengiyên navxweyî û derve hene ku hinek ji wan yekser bi hevsengiya burokrasî û ewlekariyê ve girêdayî ye, hinek jî bi îhtimala şerê herêmî ve. Kesek baş nizane bê ev şerê navbera Îran-Îsraîl û Emerîkayê ber bi ku ve biçe. Ji ber ku şerekî di asta herêmî de ye, karên sereke yên ewlekariyê yên Enqereyê dibe ku hişk bû be.”
Ozsoy diyar kir ku Tirkiye li hemberî şikestinên li xeta sînor bi hesas tevdigere, amûra dewletê jî di rewşa heyî de di mijara pêvajoyê de stratejiya rawestînê dimeşîne û got, “Tirkiye xwe ji wê yekê vedikişîne ku bi taybetî şikestinên gengaz ên li xeta Sûriye, Iraq û Îranê meseleya Kurd veguherîne hevsengiyeke ewlekariyê ya herêmî. Ev rewşeke nû nîne. Di demên bi vî rengî de amûra dewletê bi refleksa ‘bila destpêkê wêneyê herêmî zelal bibe’ tevdigere. Dema ku bûyerên li Sûriyeyê destpê kirin, refleksa destpêkê ya dewletê bi vî rengî bû. Di asta bahaneyê de bê nîqaşkirin jî ev yek reflekseke xurt a burokrasiya ewlekariyê û desthilatdariyê y. Li şûna ku demokratîkbûn û meseleya Kurd divê bi tavilê bibe xwedî zemîna hiqûqî, dewlet mixabin reflekseke bi vî rengî tercîh dike.”
‘DI NAVA DEWLETÊ DE DIBE MUTABAQATEKE TAM ÇÊNEBÛ BE’
Hişyar Ozsoy ragihand ku di nava mekanîzmaya dewletê de dibe ku mutabaqateke tam nehatibe çêkirin û işaret bi meylên cuda yên li nava burokrasî û hevparên desthilatdariyê kir: “Ya duyemîn; di nava dewletê de dibe ku mutabaqateke tam çênebû be. Di nava komên cuda yên li nava desthilatdariya siyasî de, di nava xwe de yan jî bi burokrasiya ewlekariyê ya li nava desthilatdariyê re li ser mijara pêşvebirina vê meseleyê de dibe ku meylên cuda hebin. Dem bi dem bê xuyakirin ku ahengiyeke tam nîne jî em nizanin bê ev yek encameke lihevkirine navxweyî ye yan na. Bi taybetî di mijarên guherînên qanûnî, rejîma înfazê û berfirehkirina qada siyasî yan jî polîtîkayên qeyûm de eger dewlet gaveke şênber biavêje, ev yek weke qonaxeke ku vegera ji wê nabe, tê dîtin. Lewma destpêkê zemîna saziyî û civakî test dike.”
‘MESELEYA KURD VEGUHERIYE HEVSENGIYEKE HÊZÊ YA HERÊMÎ’
Ozsoy anî ziman ku Enqere hewl dide gavên xwe yên li ser polîtîkaya derve li gorî stratejiyên aktorên herêmî û global diyar bike û got, “Aliyê navneteweyî girîng e. Enqere polîtîya DYE’yê ya li ser Sûriyeyê, paşeroja Îranê, stratejiya Îsraîlê ya herêmî û nêzîkatiya Ewropayê bi hev re dixwîne û hewl dide pozîsyona xwe diyar bike. Peymanên ku bi meseleya Kurd re dikarin bêne guhertin û veguherînên herêmî û global bi hev re dinirxîne.”
Ozsoy got, “Em niha li ser Îranê diaxivin; lê belê paşeroja aktorên Kurd ên li Sûriyeyê jî gelekî girîng e. Pêvajoyeke entegrasyonê giran jî be dewam dike. Lê belê Tirkiye berya ku paşeroja Kurdên li Îran û Sûriyeyê nebîne, naxwaze mîmariyeke çareseriyê ya berfireh ava bike. Ji ber ku êdî ji bo dewletê meseleya Kurd ne pirsgirêkeke ewlekariyê ya navxweyî ye, veguheriye hevsengiyeke hêzê ya herêmî. Ji xwe sedema destpêkirina vê pêvajoyê jî bi giranî ji ber veguherînên mezin ên li herêmê, serûbinbûna herêmî û veguherandina meseleya Kurd a bi bûyerên herêmî bû. Her ku ev bûyerên herêmî cuda dibe, dewlet jî dikeve nava refleksa ‘Bila rewş zelal bibe, em bisekinin û bibînin bê wê çi bibe’.”
‘DI HEVDÎTINA 27’Ê ADARÊ DE TEQWÎMEKE ŞÊNBER HATIBÛ DANÎN’
Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku rewşa rawestînê nayê wateya bidawîbûna pêvajoyê û anî ziman ku dewlet vê yekê weke mijareke demê û rêbazê dinirxîne. Hişyar Ozsooy naveroka hevdîtina 27’ê Adarê bi bîr xist û got, “Aqlê dewletê carna di meseleyên bi vî rengî de stratejiya nediyarbûnê û bêdengiyê ya demdirêj dimeşîne. Di hevdîtina 27’ê Adarê de heyetê diyar kiribû ku hevdîtineke gelekî baş hatiye kirin. Di dawiya wê hevdîtina ji çar û nîv saetan de bi qasî ku me dît, li dora maseya ku heyeta dewletê jî lê rûniştî bû, yekemcar ji bo qanÛna çarçoveyê ya bêçekbûna PKK’ê û statuya Birêz Ocalan nexşerêyeke şênber û teqwîmek hatibû danîn. Lê belê ji ber mercên navxweyî û deve piştî 27’ê Adarê du mehan hevdîtin qet nebû. Li gel ku hate gotin ku di asta gavavêtinê de bû, rawestîneke ji du mehan rû da û piştî vê demê jî peyama ji Birêz Ocalan hat, di çarçoveya nirxandina ‘bi lezgînî’ de bû.”
‘EM Ê BIBÎNIN BÊ DI NAVA MEH Û NÎVEKÊ MECLÎS GAVEKE ŞÊNBER BIAVÊJE YAN NA’
Hişyar Ozsoy bendewariya xwe ya li ser dema bê bi vî rengî vegot, “Di nava mehek û meh û nîvekê de em ê bibînin bê Meclîs wê di vê mijarê de gaveke şênber biavêje yan na.” Hişyar Ozsoy diyar kir ku bûyerên herêmî meseleya Kurd ji meseleyeke ewlekariyê ya navxweyî derxistiye û veguherandiye meseleyeke ewlekariyê ya herêmî û got, “Rawestîna ku rû da û jinûve nirxandin jî ji ber vê yekê ye.”

