Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê li qadan, li zindanan û li çiyê; her wiha li stranan, li lorînan, li dîlan û govendê stran afirand ku timî li ser zimanan bû. Yek ji dengê herî xurt ê li vê qada hunerî ya têkoşînê Hozan Zinar bû. Di salvegera şehadeta xwe de bi berhem û mîrateya xwe ya têkoşînê tê bîranîn.
Hozan Zinar bû yek ji hunermendên huner, çand, ziman, lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd. Berhemên nivîsî û got, bi demê re veguherî stranên klasîk ên di hişê hevpar ê gelê Kurd de. Di serî de ‘Biz Apoya soz vermişiz’, berhemên ku di bin sîwana Koma Berxwedan de got, ên “Şirîna Kurdistanê”, “De Bimeş”, “Mendo Tuye”, “Çemê Mûşê” û “Munzur Çayi” bandoreke mezin li dilê gelê Kurd kir.
JIYANEK JI EKECÎKÊ BER BI EWROPAYÊ
Hozan Zinar sala 1954’an li gundê Sagirkaraca yê Ekecîk ê bajarê Aksarayê yê li Herêma Anatoliya Navîn ji dayik bû. Di nava Kurdên Ekecîkê de mezin bû, hîn di temenê ciwantiyê de nasnameya gelê Kurd, çand û têkoşîna wê ya azadiyê nas kir. Di 16 saliya xwe de têkiliya ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re danî, rêya wî ya jiyanê diyar kir.
Di sala 1972’an de bi malbata xwe re li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi cih bû. Hîn di 18 saliya xwe de li Febrîqeya Fordê xebitî. Di salên xwe yên karkeriyê de ne tenê têkoşîna kedê her wiha têkoşîna demokratîk û sendîkayî jî nas kir. Karên polîtîk ên li nava kedkarên Kurd û Tirkiyeyî yên li Ewropayê di pêşketina hunerî û fikrî ya Hozan Zinar de bû xwedî cihekî girîng.
Rêwîtiya hunerê ya Hozan Zinar di sala 1976’an de li Komeleya Yekîtiya Karkerên Tirkiyeyî ya Hollandayê destpê kir. Destpêkê bi navê “Hozan Harabî” derket ser dikê. Di konser, çalakî û li komeleyên karkeran stran got û ev yek bû gavên destpêkê yên têkiliya wî ya bi hunera polîtîk re.
Lê belê di destpêka salên 1980’î de nîqaşên ku li ser meseleya Kurd û Kurdistanê kir, derdora wî cuda kir. Ji bo Hozan Zinar huner ne tenê afirandina berheman bû; di heman demê de bû rêyeke nîşandana nasname, ziman û lêgerîna azadiyê ya gelê înkarkirî.
Di sala 1981’ê de li bajarê Den Haag ê Hollandayê di çalakiya ji bo şermezarkirina faşîzma 12’ê Îlonê de derket ser dikê. Li vê derê strana xwe ya “Lo Saliho” got, ku li ser yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Salîh Kandal çêkiribû ku udi sala 1979’an de li Sêweregê di şerê bi eşîra Bûcakê re jiyana xwe ji dest da bû. Vê gavê sekna hunerî ya Hozan Zinar a li nava têkoşîna azadiyê diyar kir.
SALÊN HUNER-KOM Û KOMA BERXWEDAN
Di sala 1982’an de bi komek ji welatparêzan tevlî karên damezrandina Navenda Çanda Kurd a Amsterdamê bû. Sala 1983’an beşdarî karên avakirina Huner-Komê bû û li Hollandayê bi yekem berpirsyariya karên hunerê rabû.
Huner-Kom ji bo karên hunerî yên Kurd bibe xwedî xeteke rêxistinbûyî roleke girîng lîst. Ev dem ew dem bû ku muzîka Kurdî li nava mercên sirgûnê jinûve dihate hilberandin, bi rêya kasetan digihîşt gel û zimanê qedexekirî bi stranan jinûve zindî dibû. Hozan Zinar di vê dema dîrokî de ne tenê weke hunermendekî, di heman demê de weke mirovekî rêxistinkirin, kedkar û pêşeng ê çandê cihê xwe girt.
Karên li nava Koma Berxwedan di jiyana wî ya hunerî de xwedî cihekî taybet bû. Di nava salên 1980 û 1990’î de Koma Berxwedan şopên gelekî mezin li hişê berxwedanê yê gelê Kurd hişt. Deng û stranên Hozan Zinar bû yek ji parçeyên bingehîn ê vî hişê kolektîf.
PERWERDEYA LI BEKAAYÊ Û DAXWAZA ÇÛYÎNA ÇIYÊ
Hozan Zinar ne tenê li Ewropayê karên çand û hunerê kir. Di sala 1989’an de li Geliyê Bekaa yê Lubnanê çû Akademiya Mahsûm Korkmaz. Li vê derê li gel Rêber Ap salekê perwerdeya îdeolojîk dît.
Pêvajoya akademiyê di jiyana wî de diyarker bû. Li gel perwerdeya îdeolojîk û siyasî her wiha beşdarî perwerdeyên leşkerî jî bû. Di yek ji van perwerdeyan de parçeyekî şarapnelê li lilngê wî yê rastê ket û birîndar bû. Piştî ku demekê li Lubnanê tedawî bû, xwest biçe çiyayên Kurdistanê. Lê belê ji ber ku di meşê de zor û zehmetî dikişand neçar ma ku careke din vegere Ewropayê.
Ev veneger nehate wateya dûrketina ji têkoşînê. Berevajî, hîn bi xurtî tevlî karên hunerî û polîtîk ên li Ewropayê bû. Ji Îngilistanê heta bi welatên Skandînavyayê, ji Yewnanistanê heta bi Hollandayê li gelek welatan tevlî karên çandî, konser û çalakiyan bû.
BERHEMÊN WÎ YÊN LI SER ZIMANAN
Yekji aliyên herî girîng ên Hozan Zinar ku ew di dîroka hunera Kurd de taybet dikir ew bû ku berhemên wî di nava gel de belav bû. Stranên wî ne tenê li ser dikê yan jî li nava kasetan bû; di meş, bîranîn, li malan, li dawetan, li merasîmên cenazeyan, li qadên berxwedanê, li nava kombûnên gel hate gotin.
Berhema “Biz Apo’ya soz vermişiz” bû yek ji wan berhemên wî ku feraseta wî ya hunerê bi şênberî nîşan da. Ev stran bû nîşaneyeke xurt a biryardariya berxwedanê, hesta dilsoziyê û ruhê polîtîk wê wê demê.
Berhemên “Şirîna Kurdistanê”, “De Bimeş”, “Mendo Tuye”, “Çemê Mûşê” û “Munzur Çayi” di hişê kolektîf ê gelê Kurd de cih girt.
TÊKOŞÎNA HETA ROJA DAWÎ
Jiyana Hozan Zinar bi êşên şexsî jî hate tecrûbekirin. Di sala 1998’an de hevjîna xwe di temenekî ciwan de winda kir. Ev êş heta dawiya emrê wî di dilê wî de bû. Di sala 2004’an teşhîsa kanserê lê hate danîn û dest bi tedawiyê kir. Lê belê pirsgirêkên tenduristiyê li pêşiya karên wî yên siyasî û hunerî nebû asteng.
Di dema tedawiyê de jî têkoşîna xwe dewam kir, tevlî çalakiyan bû, bi gel re gihîşt hev û xwe ji têkoşîna azadiyê venegirt. Herî dawî di 15’ê Sibata 2010’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê beşdarî meşa şermezarkirina komploya navneteweyî bû.
Di Gulana 2011’an de bi mirina bavê wî Emrûllah Îz hejiya û xwîn çû ser mejiyê wî. Li Amsterdamê 3 hefteyan li nexweşxaneyê tedawî dît. Hozan Zinar di 29’ê Gulana 2011’an de jiyana xwe ji dest da.
Bavê çar zarokan Hozan Zinar li warê xwe Ekecîkê hate veşartin.

