Têkildarî merasîma li bejahiya Silêmaniyeyê gel li ber ekranên televîzyonê ye. Merasîma ku balê dikişîne ser serdemeke dîrokî di nava gel de jî bi hêvî û coşeke hestewarî tê pêşwazîkirin.
Li Amedê, malbatên ku xizmên xwe di şer de winda kirine, li avahiya MEBYA-DER’ê li hev kom bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî ji bo temaşekirina li merasîmê li ber televîzyonê li hev kom bûn.
Dayikekê got, “Ji kêfxweşiyê rondikan dibarînim, ne ji bo tiştekî din. Aştî wê pêk were.”
Li Êlihê jî dîmenekî bi heman rengî hebû. Mirovên li salona MEBYA-DER’ê li hev kom bûn, pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Dayikan diyar kirin ku ji bo mayindebûna aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e.
Mehdiye Kaplan a ku di şer de kurekî xwe ji dest da, got “Heta ku Rêberê me azad nebe, em ê nikaribin azad bibin. Em naxwazin ne dayika Kurd ne jî dayika Tirk bigirî. Em vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin.”