Gerîlayên HPG’ê yên li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin Bawer Bewer Serhed, Masîro Ararat, Ferman Penaber û Birûsk Baran bi wesîleya salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ji ANF’ê re axivîn. Axaftina gerîlayên HPG’ê bi vî rengî ye:
Baran Cewer Serhed: Beriya her tiştî ez silav û hezkirinên xwe ji bo Rêber Apo pêşkeş dikin. Di pêvajoyeke wisa de, bi pêşengtiya Rêbertî hemleyeke dîrokî hatiye destpêkirin. Bi vê hemleyê ve girêdayî, dema mirov li dîroka Tevgera Azadiyê mêze dike, bi rastî jî pir tiştên girîng bi xwe re ava kiriye.
Yek ji wan tiştên ku hatine afirandin jî şoreşa 19’ê Tirmehê ye. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin, bejna xwe li ber keda wan ditewînin.
19’ê Tîrmehê şoreşeke civakî, şoreşeke exlaqî û polîtîk e. Ew rastî ye ku Rêbertî bi salane li ser fikir dike da ku bikare civakeke xurt, civakeke ku bikaribe xwe bi xwe birêve bibe, civakeke ku bi azadî bikaribe di nav hemû civakan de xwe temsîl bike biafirîne. Rêbertiya me projeyek danibû pêşiya gel. Gelê Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Surî jî xwedî derketina bangawaziya Rêber Apo, bi xwedî derketina şehîdên 14’ê Tîrmehê û xwedîderketina hevalên ku di wê pêngavê de şehîd ketine ve her ku diçe şoreş xwe dide jiyîn û xwe mezin dike.
Dema şoreşa Rojava destpêkir di sala 2014’an de bi bangawaziya Rêberê xwe me berê xwe da şoreşa Rojava, di wê şoreşê de me cîh girt. Dema yekem car bahs kirin ku xwesteka we ya jibo çûyîna Rojava heye yan na, yan nêrînên me jibo şoreşa Rojava çiye, ji ber ku Rojava ciyê yekem e ku fikir û ramanên Rêbertî lê şêmber bûye bê ka Serokatî dixwaze projeyeke çawa ava bike, xwesteka me ya ji bo çûyîna wê derê pir zêde bû.
Dema em derbasî Rojava bûn û me axa Rojava dît, me pergala ku li wir hatiye avakirin dît hesteke ku me xwezî li ciyên din wek Bakur, Başur û Rojhilat anî. Di Rojava de civakeke pir netew heye, ne tenê civaka Kurd, civaka me ya Ereb, Suryanî û hwd. Civakên me di nav bi hev re jiyanê de, di nav pergaleke azad, li ser çand û exlaqa xwe, li ser hebûna xwe ya rast jiyanek didin meşandin. Ji ber wê me heyfa xwe li parçeyên dîtir ên Kurdistanê dianî.
Di şoreşa Rojava de tişta ku herî zêde bala me dikişand çibû? Zarokên ku temenê wan hîn nehatiye 14 15 saliya xwe, bi wî temenê xwe yên piçûk digotin, em ê tola şehîdên xwe rakin, em tola Serokê xwe rakin û pergala ku Rêbertiya me avakiriye em bikaribin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Surî bidin runîştandin. Di oxira wê pergal runiştandinê de pir şehîdên me jî çêbûn. Şerê 2014 ê Kobanê ku li beramber Daîş hat kirin, bi wê ve girêdayî dîsa şerê Sirrînê, şerê seda Tişrînê, şerê Minbicê, Tebqa, Reqqa, Dêrazor… Li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Surî ew şerên ku hatine meşandin hemû li ser wê armancê bûn ku civakên ku li Bakur û Rojhilatê Surî ne, bikarin bi hev re, bi şiklekî azad jiyan bikin. Li ser çanda xwe, li ser zimanê xwe, li ser exlaq û hebuna xwe ku ji aliyê desthilatdaran ve, ji aliyê pergala kapîtalîzma ku em îro bahsa wê dikin ve hatiye helandin, hatiye tunekirin, jibo ku bikaribin xwe ji wê xilas bikin şer û tekoşîn her ku çû bilindtir bû.
Şehadetên ku li Rojavayê Kurdistanê qewimîn, di sala 2014’an de bi şehîd Zafer, heta şehîdê 2016 ku bû sembola berxwedana Minbicê Ebu Leyla ve, pêşengê şerê Kobanê şehîd Gelhat û hwd. ger pêwîstî bi nav dayînê be, rastî bi pir hevalên şehîd re me cîh girt. Di wan çeperan de hemû gotinên wan ew bû ku em bikaribin xeyalên Rêbertî li vê derê bidin avakirin. Ji ber rastiyeke xeyalên Serokatî ew bû ku civakeke bi xwe bi xwe rêve bibe, civaka ku hêza wan ji aliyê desthilatdaran ve hatiye girtin cardin bi hêz bike û bikaribe pêşeroja xwe bibîne bû. Ji ber vê yekê ew tekoşîn û şehadetên ku li wê derê çêbûn, tenê jibo xatirê projeya Rêbertî ya ji bo Rojhilata Navîn bû. Jibo wê çûn şehadeta pîroz ku heta niha jî me li ser lingan dihêle. Di nav wê şoreşê de yek ew bala min kişand.
Ya dîtir, dema ez nu derbasî nav civakê dibûm, hinek caran jibo kar û xebatên bi me ve girêdayî em derbasî nav civakê dibûn. Çûyîn û hatinên me çêdibûn. Carna tu diçûyî asayîşê, carna tu diçûyî dibistanan, carna tu diçûyî nexweşxanê. Te didît, kesekî Kurd e û bi Kurdî diaxife, kesekî Ereb e, bi Erebî diaxife, kesekî Turkmen e, bi Turkmenî diaxifî, Suryan bi Suryanî diaxifî. Dema te ev dîmen didît, heza meşandina te ya tekoşînê hîn xurttir dibû. Me digot, tovê ku Rêbertiya me li Rojhilata Navîn reşandî li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Surî şîn dibe. Bi hezaran fêkî daye. Ji ber vê yekê jî wan hestên ku min di wan kêliyan de jiyan dikir bi yek dudu hevokan anîna ser ziman ji min re pir zahmet dihat.
Çend heval hebûn ku li kêlake min şehîd ketin. Xwesteka wan hevalan her ew bû; taybet di pêvajoya 2014, 2015 û 2016’an de gelê me yê ku ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûye, yên ku li ser sînoran mane, yên ku bê xwedî mane, ji aliyê dijmin ve hatine kuştin û qetilkirin tola wan sitandin bû. Gotinê hemû wan hevalên ku şehîd ketî ew bû ku em bikarin tola wî gelî hilênin.
Li gel hevalên şehîd ti car ew feraset nîn bû ku ew ê tenê jibo gelê Kurd şer bikin. Digotin, em hatine vê derê da ku em tola gelan rabikin. Ne tenê Kurd li Rojava, Bakur û Rojhilatê Surî şer kirin, bi hezaran hevalên me yên şehîd ên Ereb hene, yên Suryan hene, dîsa Aşur hene. Bedela herî giran can e, wan canê xwe jî dan.
Şoreşa Rojava yan jî şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşeke enternasyonalîst. Tenê bi Kurdistanê ve sînordar nema. Li wê derê pir hevalên ku ji Elmanya, Fransa, Emerîka, Çînê hatin hebûn. Ji her derê dinyayê berê xwe dan şoreşa Rojava. Ev jî da diyarkirin ku Şoreşa Rojava ne tenê jibo Kurdan e, jibo civakên azad a ku Serokatiya me pênase dike, jibo avakirina civakên exlaqî û polîtîk e. Pergala ku Rêbertiya me dixwaze pêk bîne, jibo hemû civakan e. jibo ev pêk were, gelek însan hatin, damgaya xwe di asta herî bilind de li şoreşa Rojava dan. Em wan hevalên xwe yên enternasyonalîst ku şehîd ketin bibîr tînin. Bi mînnetdarî bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Dîsa çepgirên Tirkan jî di wê berxwedanê de cîh girtin, gihîştin asta şehadetê. Em wan jî bibîr tînin. Soza wan hevalan jî ew bû, pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê çi digotin? Digotin, azadiya Tirkiyê ji azadiya Kurdistanê derbas dibe. Bi wê gotinê pir ciwanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî berê xwe dan wê şoreşê û xwe bi şoreşa 19’ê Tirmehê re kirin yek.
Mirov çiqas bixwaze rastiya şoreşa 19ê Tirmehê jî bîne ser ziman wê kêm bimîne. Yên ku heqîqet û rastiya wê derxistin holê şehîdên me ne. Ji ber ku rastî jî yên ku rê vekirin, di asta Rojhilata Navîn de bikaribin di lutkeye bilind de azadiyê pêşkeş bikin ew proje bû. Yên ku ew proje pêk anîn jî dîsa şehîdên me bûn. Her çiqas niha li Rojavayê Kurdistanê aramiyeke ku tê xwestin nîn be jî dîsa li gor ciyên din aramiyek heye, sîstemek hatiye avakirin. Pergala ku her tim Rêbertî pênaseya wê dike, Rêbertî dibêje, gelê Rojhilata Navîn muhtacî wê pergalê ku pergala civaka demokratîk e li Rojavayê Kurdistanê kêm jî be -ji ber ku hin rewş ne di destê Tevgerê de ye- li hemû Bakur û Rojhilatê Surî pêk nehatibe jî, ew xeyala Serokatî û şehîdên me û Tevgera me pêk hatiye. Dinya alem jî dibîne ku li ciyên ku ew projeya Serokatî pêk nehatiye hîna jî şer berdewam e. Mînaka vê ya herî berbiçav Suweyda ye. Piştî hilweşîna Baasê û hatina HTŞ ku radîkal Îslam in, li Suweydayê niha êrişê gelê me yê Durzî dike. Ger di giştî Suriyê de pergala ku Rêbertiya me pêşkeş kiriye bihatana runiştandin, îro wê ew şer û pevçûnên ku li Suweydayê çêdibin çênedibûn. Di projeya netewa demokratîk de daxwaz çiye? Bi hemû al, ziman, çand, orf û adetan re cudabûnek heye, lê di nav hemû cudahî û pirrengîniyê de di nav yek bedenê de jiyankirin e. Ji ber ku ev li wê derê nehatiye runiştandin, dema êrişek ji derve ve tê, hêza ku bikaribe bersiv bide baş dernakeve.
Ji bo ku ev pergal li hemû Rojhilata Navîn pêk were me di oxira wê de pir can dan. Ger ji me bê xwestin em jî amade ne ku canê xwe bidin. Ji ber ku em şagirtên wan hevalan in. Em şagirtên şehîdên 19’ê Tîrmehê ne. Em şagirtên pêngava Rêbertî ya ku hê di salên 70’yî de avêtî û heta roja me ya îro dimeşînê ne.
Berxwedana Tişrînê dîsa rastiya projeya Rêbertî raxist ber çavên hemû kesan. Ti şerê ku li Rojavayê Kurdistanê yan jî li Bakur û Rojhilatê Surî qewimî, em nikarin ji destpêka projeya Rêbertî qut bigrin dest. Rêbertiya me got, ger civak bi hev re bin, bi hev re jiyan bikin, di nav danûsitandinan de bin xurt in. Ger bi hev re çand û exlaqa xwe parvebikin xurt in. Ne ku yek li ser ya din xwe xurt bibîne, mezin bike. Ew xurtbûna ku Rêbertiya me bahs dike jî xwe di şerê Tişrînê de xwe da der. Di çeperên şer de hêzên YPG, YPJ, QSD û Meclîsa Minbicê şer dan meşandin. Li kêleka wî şerî gelê me yê ku berê xwe da wê derê jî bûn hêza ku şervan bikaribin di çeperan di bimînin û şer bikin. Di wê pêvajoyê de, me jî ji ragihandina azad dişopand. Gelê me yê Ereb, Kurd berê xwe didan wê derê û berxwedaniya şervanê xwe silav dikirin. Ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Tişrînê û di wir de gihîştin şehadetê. Ew hêza ku Bakur û Rojhilatê Suriyê bir Tişrînê hişt ku şervanan li wê derê bi ser kevin.
Dubare em dibêjin şoreşa 19’ê Tirmehê li tevahî gelê me pîroz be û bibe sedem ku her çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn pergala ku Rêbertiya me li Rojavayê Kurdistanê daye avakirin, li hemû Rojhilata Navîn bê runiştandin. Li ser wî esasî em carek din dibêjin, şehîdên 19’ê Tîrmehê şehîdên pîroz in, şehîdên bi rumet in. Nehatine jibîr kirin, nayin jibîr kirin jî. Bi saya keda wan şehîdan Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li ser lingan digre. Heta em hebin, jibo ku em layiqî wan şehîdan bibin em ê têbikoşin. Jibo ku em xwe bigihînin pîvanên ku Rêbertiya me diyar kiriye, şehîdên me diyar kiriye em ê her di nav hewldanê de bin. Li ser wî esasî ez dibêjim xwedî derketina şoreşa 19ê Tirmehê, xwedîderketina Kurdistanê ye, xwedîderketina Rojhilata Navîn e. Xwedîderketina civaka azad e. Ez jî wek gerîllayekî dibêjim, her kesê ku li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Surî jiyan dike, bila xwedî li şehîdên xwe derkeve. Jibo tolhildana şehîdên xwe bila her tim di nav kar û xebatan de be. Em di dawî de dibêjin, yekemîn pêşengê vê şoreşê Rêber Apo ye. Em dîsa bi hezkirin, bi hurmeteke mezin silavên xwe jibo Rêbertiya xwe pêşkeş dikin. Em soz didin ku em bibin layiqî wan şehîdan û wê şoreşê. Îro şun de li ku derê dibe bila bibe, jibo ku paradîgmaya Rêbertiya me li her derê Rojhilata Navîn pêk be, çi erk û berpirsiyartî ji me tê xwestin em amade ne. Em bi Serokê xwe serbilind in. Em bi gelê xwe serbilind in. Bijî şoreşa 19’ê Tîrmehê.
Masîro Ararat: Di serî de hezkirinên xwe ji vir heta Îmralî ji Rêber Apo re dişînim. 19’ê Tîrmehê rojeke pir girîng e. Ji bo me bû vejîn. Ez bi xwe jî ji Rojavayê Kurdistanê me. Ez vê rojê weke ji dayikbûna xwe dibînim. Şoreşa Rojava şoreşeke pir giranbiha ye. Me gelek şehîd dan, me gelek bedel dan. Ev hemû destkeftî jî bi saya Rêber Apo bû, bi saya hevalên şehîd bûn. Îro em li Rojavayê Kurdistanê azad dimeşin, azad tevdigerin. Gelê me jî serbilind e. Bi şehîdên xwe serbilind e. Di destpêka şoreşa Rojava de dema heval hatin û şehîd ketin, ez jî bandor bûm û wisa tevlî bûm. Yek ji wan hevalan jî heval Rêbîn ku ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew heval destpêka şoreşê hat. Ew heval dema bi însanan re diaxifî, dema bi gel re mijul dibû, gel pê bandor dibû. Piştî ew heval şehîd ket, gelek kes tevlî şoreşê bûn, gelek ji wan şehîd jî ketin. Dîsa heval Şiyar di şerê Kobanê de şehîd ket. Ew jî li ser min bandorekê çêkir.
Şoreşa Rojava xwedî girîngiyeke mezin e. Serok Apo dema ev tekoşîn da destpêkirin destpêkê derbasî wir bû. 20 sal li Rojava û Suriyê xebat kir. Gelê Rojava jî ji Serokatî serbilind e. Serokatî jî pir girîngî dide Rojavayê Kurdistanê. Bi kedeke mezin şoreşek li wir hat avakirin. Li wê derê ji gelê me yê sivîl û şervanan jî gelek şehîd hatin dayîn. Li Kobanê bi xwe 2 car qetlîam hatin pêş xistin. Dema ez vana tînim ser ziman gelek hestên cuda jiyan dikim. Tevgera Azadiyê li hember wî dijminê hov ku gel ji komkujiyan derbas kir derket. Ev jî şanaziyeke mezin di me de dide avakirin. Îro em xwe azad hîs dikin. Berê me nedikarî serî rakin. Piştî Tevgera Azadiyê hat, em jî azad bûn. Kapîtalîzmê me kuştibû, me îmha kiribû. Pîştî Tevgera Azadiyê, me xwe naskir, gel kesayeta xwe naskir, dijminê xwe jî naskir, çanda xwe jî naskir. Dît ku çanda wê çawa hatiye helandin. Berê Ereb û Kurd li hev nedikirin, dijminatî dikirin. Piştî Tevgera Azadiyê hat, niha hemû bûne yek. Hemû bi hev re di nav wekheviyê de jiyan dikin.
Em hemû şehîdên şoreşa Rojava bibîr tînin û soza xwe nu dikin ku em ê bibin şopdarên wan û tola wan hilênin. Bijî Serok Apo!
Ferman Penaber: Navê min Ferman Penaber. Ez ji Bakûrê Kurdistanê me. Di serî de di şexsê heval Xebat Dêrik û şexsê heval Silava de tevahî şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê em bibîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin û soza ku me daye şehîdan em dûbare dikin. 13’mîn salvegera şoreşa Rojava bi taybetî li gelê me yê Rojava û li tevahiya gelê me yê Kurdîsatanê û cîhanê em pîroz dikin.
Destpêkirina şoreşa Rojava di pêvajoyeke wisa de da destpêkirin. Li hemberî Rejîma Baas serî rakirin û pêre jî dewletên hegemon û hêzên statîkoparêz dixwest li Rojhilata Navîn hinek guhertinan çêbikin. Bi vî şeklî jî di wê pêvajoyê de berê çeteyên DAÎŞ’ê dan Rojava. Li wê derê jî bêgûman nedizanîn ku wê rastî berxwedanek wisa bên, rastî şervanên Kurd bên, rastî gelê Kurd bên. Gelê Kurd jî tevî şervanên xwe, li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî zîhniyeta girêj a Daîşê derketin, li ber xwe dan. Ev berxwedan gihîşt armanca xwe. Bêgûman berdêlên wê jî pir mezin bûn. Berdêlên pir mezin, giranbûha hatin dayîn jî. Bi hezaran, bi deh hezaran heval şehîd ketin. Gelê me şehîd ket. Lê di encam de vala derneket. Şoreşa Rojava bi ser ket. Bi taybetî îlhama ku ji fikir û fesefeya ji Serokatî hatiye girtin, ev şoreş gihîşt e roja me ya îro û berdewame jî. Destkeftiyên gelek girîng bi destketin. Bêgûman gereke em van destkeftiyên xwe zêdetir biparêzin û zêdetir pêşbixin.
Di wê pêvajoyê de weke ciwanekî me jî dişopand. Me jî dixwest fêm bikin ku di çi astê de ye. Ji ber ku wisa ne di nav de bûn. Em li beşekî Kurdistanê bûn. Me jî dişopand, lêkolîn dikir. Li ser vê esasê bandorbûnekî pir mezin li ser me çêbû. Hovîtiya Daîşê, hovîtiyên ku dihatin kirin, qetlîamên ku dihatin kirin, însan bi saxî serjêdikirin an jî dişewitandin. Dixistin qefesan dişewitandin. Îşkenceyên cûr be cûr wisa dimeşandin. Ev jî bêgûman wek ciwanekî Kurd, wek hestên welatparêziyê yan jî wijdanî mirov qebûl nedikir. Bi taybetî ji bo Kurdekî qet mirov nikare qebûl bike. Ji ber wê jî di wê pêvajoyê de wisa bandorbûna me bi taybetî li ser Rojavayê Kurdîstanê çêbû. Li ser wê esasî di wê pêvajoyê de em tevlî nava refên gerîlla bûn. Ji ber wê jî şoreşa Rojava dibe ku em wisa bixwe yekser em nikarîn xwe bikevin nav de. Lê li beşên cuda yên Kurdistanê be jî me hewlda ku bêhtir vê destkeftiyê biparêzin, mezintir bikin. Di beşên din yên Kurdistanê de em bêhtir xurt bidin meşandin.
Bandoriyekî wisa li me kir. Bêgûman wisa li ser civakê jî bandoriyeke pir mezin da avakirin, bandoriyekê çêbû. Bi vê ve jî girêdayî hêdî hêdî civaka me jî şoreşa ku li Rojava pêşket bi taybetî jin, ciwan xwestin xwe pêşbixin, bi felsefe, fikir û paradîgmaya Serokatî hin bêhtir wisa xwe pêşbixin, bixwînin, hewldan, fêmbikin. Ev di roja me îro de jî, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê paradîgmaya Serokatî pêşxistin, wisa bi komîn be yan jî bi meclîs yan jî bi saziyên cûr be cûr dixwazin pêşbixin.
Mesela li beşên din yên Kurdistanê, mînak wek bakûrê Kurdistanê, dixwazin gelê me yê wê derê jî hin bêhtir paradigmaya Serokatî wek modela Rojava dixwazin bixin meriyetê û heta astekê çêbû ye. Ev bêgûman netêrkere. Divê hin bêhtir mirov pêşbixe. Bêhtir Serokatî bixwîne, modela Rojava mêze bike, bişopîne û bi taybetî cîwanên Bakûrê Kurdistanê yan jî beşên din yên Kurdîstanê jî hin bêhtir xwe pêşbixin, paradîgmaya Serokatî bixwînin yan jî pirtûkên, parêznameyên Serokatî hene, cîwan hin bêhtir dikarin ji bo ku aktîf tevlî bibin hin bêhtir ji bo demên pêş, ji bo pêşeroja xwe, pêşerojeke azad, wekhev bidin avakirin, lazime Serokatî bixwînin. Komîn hatin avakirin yan jî saziyên cûr be cûr hatin avakirin. Di milê aboriyê de jî aboriyeke wekhev, parvekirin yan jî li derdora xwe dane avakirin tenê di xwe de na lî derdora xwe jî avakirin, hin bêhtir pêşbikeve wê hin bêhtir wisa li beşên din jî modelên wisa pêşbixin. Li hemberî dagirkeriyê tekoşîneke xurttir jî were meşandin. Ev di vê pêvajoya ku em niha têde ne Serokatiya me pêvajoyek da destpêkirin. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Gereke hin bêhtir em wek gerîlla xwe bixin nav de, zêdetir tekoşîn bikin, ji bo ku ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin, hatiye pêşxistin, bigihîje armanca xwe. Bêgûman wê bigihîje armanca xwe jî. Ev bi azadiya fîzîkî ya Serokatî ve girêdayî ye. Ji bo ku em Rêbertiya xwe azad bikin, Rêbertiya xwe di nav xwe de bibînin hin bêhtir ji me tekoşîn tê xwestin, hin bêhtir xebatmeşandin ji me tê xwestin.ev ji bo gelê me jî heman tişt derbasdar e. Gelê me jî gerekî şev û roj, gerekî nebêje em westiya ne an jî li filan derê wisa bûye, hin bêhtir gerekî hedef û armancên xwe de xwe kîlît bike û bêhtir hedef û armancên ku daye pêşiya xwe zêdetir xwe pêş ve bibe û em bikaribin destên Rêbertî xurt bikin û ji bo ev pêvajo bi ser keve divê em bêrawestan tekoşîn bikin berxwedaniya xwe hin zêdetir xurt bikin û Serokatiya xwe azad bikin. Di vê pêvajoyê de jî Serokatî wisa pêşxist. Lê ev têrê nake. Rêxistina me jî hemleyên pirr dîrokî pêşxistin, gavên dîrokî avêtin. Ev bi tena serê xwe, temam em bêjin jixwe rêxistin wisa dike, em wisa bisekinin, tiştekî nekin nabe. Gereke gelê me jî li her parçeyên Kurdistanê û gelê me yê tevahî Ewropayê jî gereke hin zêdetir tevlî vê pêvajoyê bibe, xwe hin zêdetir bixe nav de û tekoşîneke hin bêhtir bidin meşandin. Em bawerin gelê me, em wek gerîlla û gel jî em di çarçoveyê de tevbigerin. Hin zêdetir serkeftî xebatên xwe bimeşînin. Ez bawerim em ê di demeke kurt de Serokatoya xwe jî di nav xwe de bibînin. Em ê Kurdistaneke azad jî bibînin. Em ê bikaribin hem di hundurê Kurdistanê de, ne tenê wek gelê Kurd, tevahî gelên bindest, ol û neteweyên cuda ku li hundirê Kurdistanê dijîn yan jî li derveyî Kurdistanê dijîn, em hin bêhtir bibin mînak, an jî ji wan re bibin alîkar, bibin destek, paradîgmaya Serokatî bi wan bidin fêmkirin, bidin pêşxistin, ewê hin bêhtir wek di çarçovaya paradîgmaya Rêbertî de cihê xwe bigire û zêdetir esas bê girtin. Li ser vê esasê em bang li tevahiya, bi taybetî li cîwanên Kurdistanê, wek ciwanekî ji bakurê Kurdistanê bang li tevahî ciwanan dikin ku hin bêhtir gereke em xwe xurt bikin, gereke em tekoşîna xwe bikin, em nekevin xefikên kapîtalîzmê. Gereke em zêdetir Serokatiya xwe bixwînin, bi taybetî em şehîdên xwe bixwînin. Ez bawerim di vê çarçoveyê de cîwanên me, bi taybetî cîwanên Kurdistanê eger di vê çarçoveyê de tevbigerin ne mumkune ku yek cîwanê me jî bikeve xefika kapîtalîzmê, bikeve xefika dewletên dagirker. Li ser vî esasî gerekî hin bêhtir cîwan tekoşîna xwe xurt bikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî ku şoreşekî li wir hatiye avakirin, şoreşek niha hatiye pêşxistin û dimeşe pêşdikeve gereke cîwanên me yên Rojavayê Kurdistanê jî hin bêhtir xwe tevlî bikin, di kar û xebatên saziyan de an jî di hemleyên cûr be cûr de ji bo azadiya Serokatî hemleyên cûr be cûr pêşbixin. Çi ji destê wan tê ferq nake, çi kar be jî ferq nake. Gereke cîwanên me yên Rojavayê Kurdistanê tekoşîna xwe xurt bikin. Şev û roj gerekî mirov li ser lingan be, li ser piya be ji bo ku em karibin Serokatiya xwe azad bikin, deskeftiyên ku ketine destên me em biparêzin. Em nehêlin ku ev destkeftiyên me bi paş de biçin. Ji ber ku bi salan e, bi sed salan e gelê me wek gelê Kurd ku her zilim li ser hatiye meşandin, her bi qetlîaman re derbasbûye, her qirkirinê re derbasbûye. Ji bo wê jî gerekî em êdî bêjin bes e. Em ê ji vir şûn de wek cîwanên Kurdistanê, em nahêlin destên yek dewletên dagirker, destên yem kesî dirêjî destkeftiyên me bibe, destdirêjî nirxin me bibe. Destên ku dirêj bibe jî em ê tişta pîwîst bike, em ê wî destê jî bişkînin. Em nahêlin ti carî bi nirxên me were lîstin.
Herî dawî wekî ku me di destpêkê de jî anî ziman di şexsê fermandarên me yên nemir de heval Xebat, heval Silava de tevahî şehîdên şoreşa Rojava şehîdên tevahiya Kurdistanê em bibîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Soza ku me daye wan, ala ku me ji wan dewr girtî, em ê bigihînin serkeftinê. Pêvajoya ku Rêbertî jî pêşxistiye em ê hin bêhtir ji dil û can tevlî bibin. Gotinên Serokatî ji bo me talîmat in. Em herf bi herf pêkbînin. Bila gelê me, civaka me guhên xwe nedin derdorê. Ji ber ku di van demên dawiyê de pirr li ser nirxandinên Rêbertiya me, li ser fikir û felsefeya Rêbertiya me tiştên pirr cuda tên gotin. Bi taybetî gelê me yê Bakûrê Kurdistanê di van milan de hişyar be. Nekevin xefikadagirkeran, nekevin xefika dijmin jî. Li ser vî esasî em şoreşa Rojava li tevahiya gelê xwe, bi taybetî gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Serkeftinê dixwazin.
Birûsk Baran: Navê min Birûsk Baran e. Ez ji Rojavayê Kurdistanê me. Wekî gerîllayekî ji Rojavayê Kurdistanê bi taybetî 13. salvegera a rizgarkirina Rojava yan şoreşa Rojava rastî jî mirov dikare bibêje nirxên ku di şoreşa Rojava de pêşketiye, destkeftiyên ku niha Kurd bi taybetî di Rojava de pêşxistine, hemû bi keda şehîdan e. Di serî de jî keda Rêber APO ye.
Weke em dizanin Serok APO bi salan e ked li wir da, li Rojavayê Kurdistanê ked da. Li wir gel, jin, ciwanan perwerde kir. Li ser wi esasî jî em dibînin şoreşa Rojava di cîhanê de jî bi nav û deng bû ye. Neteweya demokratîk, bi taybetî Rêbetî wekî xwesertiyekî gelê wir bê dewlet di nav sîstemekî azad de jiyankirin bi rastî jî tiştekî bû ye mînak ji bo her derê. Bi taybetî ez jî wek gerîllayekî ji Rojava dikarim bibêjim bi destpêkirina Rojava de bi rastî jî em di nav de bûn, pê re mezin bûn. Hestên wê, fikra wê ya azad bi taybet weke cîwanekî jî di nav wê şoreşê de mezinbûyîn, her tiştek ji bo me, wisa xeyalek azad çêdibe. Bi taybetî jî bandorbûyîna me li ser keda ew hevalên ku Rojavayê Kurdistanê rizgar kirine, hevalên şehîd em bibîr tînin di serî de. Bi rastî jî keda mezin ên gerîllayên Kurdistanê hebû. Bi taybetî gerîllayên jin, gerîllayên YJA-STAR, YPG ked dan, şehîd ketin.
Piştî rizgarkirina Rojava yan jî şoreşa ku pêkhatî ye gelê ku li wir jiyan dike, hebûna ku li wir jiyan dike li ser esasê demokrasiyê bi hev re jiyan bikin, li ser esasê xwe bikin komîn, ew sîstemê ku bi salan e ku rejîma Baas ava kiriye, sîstema zîhniyeta zilamsalari, yê ku bandoriyekî li ser wî gelî kiribû, bi taybetî li Rojava niha bi demê re radibe. Bi rastî jî fikrên Rêber APO her dikeve pêş. Bi taybetî jî di azadîxwaziya jin de, civaka ku di nav wê zîhniyetê de ber bi azadiyê ve bi fikrekî bi hev re jiyankirina jin û zilam an jî bi hev re jiyankirin li ser esasê demokrasî û edalet, aştî, civakekî demokratîk û polîtîk. Li ser wî esasî mirov niha dibîne pêktê. Bi taybetî pêşxistina Serokatî, parêznameyên ji bo gel karibe xwe birêve bibe, fêm bike, nas bike, bi taybetî sîstema heyî, perwerdeyên ku niha tên dayîn civak ji maddiyatê dûrkeft, dûrketinekî ji maddiyatê çêdibe. Ber bi ekonomî ber bi aborî ve diçe. Bikaribin bi hevdû re alîkar bin. Mirov niha dibîne, li Rojava pêk hatiye. Bi taybetî jî di mijara xweparastinê de, weke parastina cewherî mirov dikare bîne ser ziman. Girîngiya herî mezin ji bo civakê bikaribe xwe rêve bibe li ser esasê cewherî ye. Dibîne ku cihekî bêdewlet civak bikaribe jiyan bike, birastî jî pêk were Rojava ye. Li her derê dibêjin bêdewlet nabe an jî civakekî bêdewlet nikare jiyan bike an nikare xwe biparêze ev rast nîne. Ev fikrên rejîmêne an jî fikrên deshilatdariyê ye. Dixwaze civakê bixe bin kontrolaa xwe. Ji ber ku em dibînin Rojava niha her menewiya ta xwe bi her tiştên xwe gelê xwe diparêz e. Civak bi komîna xwe, bi hêza xwe ya sivîl û civakî xwe birêve dibe. Li ser fikrekî azad dimeşe, xwe birêve dibe. Mirov dibîne pêşengtiya herî zêde jî pêşengtiya jin û cîwana ye bi rastî jî di Rojava de. Yê herî zêde pêşengtî dike dibe nûmûne ji cîhanê re an jî dibe nûmûne ku gelên din jî ji xwe re mînak bigirin, ji xwe re werin Rojava. Em dibînin ji derve jî tên. Cîwanên enternasyonal, gwlên enternasyonal tên dişopînin, heta dikevin perwerdeyê jî, heta şoqê de jî dimînin ka civakekî bêdewlet çawa jiyan dike an jî zêdetir bi pêşengtiya jin. Dema dibînin bawer dikin. Hêz digirin, moral digirin, diçin belav dikin. Gelên din jî pê bandor dibin.
Bi taybetî weke gerîllayekî ji Rojava bang dikim, ji ciwanên Rojava, jin û cîwanan; bi rastî derfet û destkeftiyên ku Rêber APO bi salan e ji bo gelê Rojava ava kiriye bikaribin biparêzin, xwedî lê derkevin. Bi her awayî xwedî li şehîdan derkevîn. Em hêviyên xe nedin derve, em hêviyên xwe nedin kesî, em hêviyên xwe bidin xwe. Em wek cîwan, wekî jinên cîwan, xortên cîwan karibin barê vê şoreşê rakin. Barê vê şoreşê bi bedêla şehîdan ava bû ye. Li ser vê esasê em karibin biparêzin. Bi hemû hêza xwe em Rêber APO, bi taybetî fikrên Rêber APO esas bigirin, em bikaribin xwe birêve bibin. Em zanibin çawa jiyan bikin. Jiyanekî azad çawa jiyan bikin. Yek; xwe parastin, wek cîwan lazime em wê esas bigirin. Duyemîn jî; bi kooperatîf û komînan em bikaribin civakê jî birêve bibin, li ser lingan bihêlin ku civakê mihtacî kesî nekin. Ne dewlet ne desthilatdar, mihtacî kesî nekin. Em bikaribin civakekî komînal û azad jiyan bikin. Li ser wî esasî bangawaziya min ji hemû cîwanan re heye ku vî tiştî ji xwe re bikin mînak. Lazime parçeyên din jî xwedî li vê şoreşê derkevin. Ev şoreşa demokradiyê ye, ya ku Serokatî ava kiriye, ya azadiyê ye.