Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê tên girtin, îro saet derdora 15.00’an de 30 gardiyanan girtin ser qawîşa A-3.
Gardiyanan heqaret li girtiyan kirin, hilkişiyan ser maseyan û ew şikandin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku xwarina girtiyan ji aliyê gardiyanan ve hatiye tevlîhevkirin û piraniya amûrên li qawîşê êdî nayên bikaranîn.
Zêdeyî 20 gardiyanan di 2’ê Sibatê de avêtin ser qawîşên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê, amûr û maseyên ku girtî lê diman şikandin û ji bo ku neyên bikaranîn dermanên wan avêtin erdê.
Xizmên girtiyan dan zanîn ku lêgerînên ku tên kirin di hefteyekê de bûne du car.