Nivîskar Namik Kimran anî ziman ku komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê ava bû, divê li ser bingeha mafên demokratîk ên neteweyî û welatîbûna wekhev a gelê Kurd tevbigere û destnîşan kir ku divê ev daxwaz bi rêya xurtkirina piştevaniya civakî bibe şertê destpêkê yê pêvajoya demokratîkbûnê.
Kimran ragihand ku têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd ku bi dehan sal in dewam dike, di pêvajoya destûra bingehîn a nû ya Tirkiyeyê de xwedî roleke diyarker e û got, “Têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd di siyaseta Tirkiyeyê de werçerxeke girîng e. Komîsyon weke encama têkoşîneke demdirêj ava bû û li pişt van destketiyan jî ked û berxwedaneke cidî heye. Komîsyon wê ne tenê platformeke nîqaşê be, di heman demê de wê bibe qadeke çalak a têkoşînê.
Nûnerên gelê Kurd, demokrat û pêkhateyên sosyalîst bi rengekî çalak di nava vê komîsyonê de ne. CHP li gel zexta rejîma qesrê jî li derveyî helwesta xwe ya klasîk pozîsyoneke cuda nîşan dide. Komîsyon ji aliyê nîqaşkirina rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê û dengvedana wê li nava raya giştî wê pêşketineke girîng be.
Armanca komîsyonê divê ne tenê karên li vê qadê be. Heta ku tevgerên civakî piştgiriya wê neke wê bandora xwe ya li pêvajoyê kêm be. Divê bi kolan, sendîka û tevgerên kedê re pêvajoyeek rêxistinbûnê ya xurt li gel vê yekê hebe ku dengê komîsyonê li nava civakê bersiva xwe bibîne. Siyaseta Kurd û demokratên çep divê mîna nîqaşên li ser destûra bingehîn daxwazên xwe bi şênberî nîşan bidin.
Civaka Tirkiyeyê piştî şerê ku ji sala 1984’an û vir ve dewam dike, êdî li benda çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lê belê ev têkoşîn neqediya. Cudahiya etnîkî û çînî dewam dike. Zarokên gelê Kurd û kedkarên Tirk bi nijadperestiyê têne xwedîkirin û tevlî şer têne kirin. Yekane sûdwergirê vî şerî çînên serwer e. Gelê Kurd di nava vê têkoşînê de berdêlên mezin da û destketiyên girîng bi dest xist. Lê belê serwer pergala xwe hîn dewam dikin. Pergala heyî ketiye rewşeke welê ku êdî nikare bê dewamkirin. Di asta cîhanê de rewşeke serûbin heye; nediyar e bê çi encam ji vê tevlîheviyê derkerve.
Gelê Kurd bi îrade û rêxistin e; bê alternatîf nîne. Ji ber vê yekê ev mejiyê serwer neçar dimîne hevdîtinê pê re bike. Ev pêvajo tê wateya rizgariya ji parçebûn û paranoyayê. Lewma têkoşîna mafdar divê li ser bingeha misogerkirina mafên demokratîk ên neteweyî û welatîbûna wekhev a ku gelê Tirk jî qebûl bike bimeşe.
Gotinên li ser xwişk û biratiyê çiqasî xweş jî be ya girîng ew e ku mafên welatîbûna wekhev, wekheviyê û mafên demokratîk ên neteweyî yên kolektîf bêne naskirin. Ev yek ne tiştekî welê sembolîk e ku Kurd bibe serokkomar; li ser bingeha jiyana bi hev re û mafên wekhev e.”