Ajansa Mîzanî ya ser bi desthilata dadweriya Îranê eşkere kir ku vê sibehê li girtîgeha Mehabadê du girtiyên bi navên Ramîn Zele û Kerîm Merufpur hatin darvekirin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her girtî bi tometa ‘hevkariya bi partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê’ hatine darvekirin.
Ramîn Zele xelkê navçeya Nexede ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ye. Di sala 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîmê ve bêy destûra yasayî hatibû binçavkirin. Di sala 2024’an de bi dadgehkirinek ne dadperweran ku bêy parêzer tê de amade bin, di nava çend deqeyek de hat dadgehkirin. Şaxa Yek ya Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi tometa ‘serhildan û endamtiya yek ji partiyên Kurdî yên li dijî desthilatê’ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Her wiha Kerîm Merufpur jî xelkê Nexede, di sala 2021’an de li bajarê Serdeşt hatibû binçavkirin. Demek dirêj winda mabû û agahî jê nedihat girtin. Piştre dibin êşkenceyek giran de îfadeyên wî hatin girtin û bi heman tometa Ramîn Zele, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

