Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altan: Girseya Newrozê wê veguhere hêza rêxistinbûyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dogû: Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyî bê avakirin ku her kesî vedihewîne
Kurdistan

Dogû: Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyî bê avakirin ku her kesî vedihewîne

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê avakirin ku her bawerî û her nasnameyê di nava xwe de vedihewîne.. Lewma jî işaret bi girîngiya afirandina peymaneke civakî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û pêngava 15’ê Tebaxê û mîsyona komîsyona li meclîsê ava bû nirxand. Çend ji beşên nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ne:

“Salvegera 41’emîn a 15’ê Tebaxê ye. Bi asta heyî ya têkoşîna me re ji bo jinûve biwatekirina 15’ê Tebaxê wezîfe û berpirsyariyeke me ya bingehîn e ku hevalê Egîd ê ku fermandarî ji teqandina fîşeka destpêkê re kir û hemû şehîdên şoreşger bi bîr bînin.

15’ê Tebaxê li Tirkiye û Kurdistanê, ya rast ji bo jiholêrakirina înkarkirina Kurdan destpêkekê îfade dike. Wê fîşeka destpêkê hem di nava gelê Kurd de hem jî di nava gelên Rojhilata Navîn de tirs şikand, bû rojeke sembol.

Lewma di asta heyî de em 15’ê Tebaxê bi vî rengî bi wate dikin. Yanî weke pêvajoyeke şer û xweparastinê bû, ku înkarkirina Kurdan bi dawî kir, ji bo gelê Kurd, gelan û jinan nirxên azadiyê afirand.

Di şexsê hevalê Egîd û hevala Zîlan de, di şexsê hevalê Sofî û hevalê Koçero de ku şehadeta wan hate ragihandin hemû şehîdên me yên şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî eger em Îro qala pêvajoyeke civaka demokratîk û aştiyê dikin; eger em qalê dikin ku nirxên gelê Kurd ber bi pêvajoyeke nû ve diçe, qala avakirina sîstema azadbûnê dikin, em vê yekê deyndarê şehîdên xwe ne.

Û bêguman serxistina vê têkoşînê wê bersiva me ay bingehîn a ji bo wan be.

KOMÎSYON DIVÊ BI PERSPEKTÎFEKE DÎROKÎ Û ZANISTÎ TEVBIGERE

Avakirina komîsyonê gelekî girîng e, bi esasî ya girîng ew e ku ev komîsyon wê di kîjan astê de înkarkirina Kurdan a zêdeyî 100 salan dewam kir, dijberiya li gelan, dijberiya li jinê û dijberiya li nirxên demokratîk ji holê rake; wê heta kîjan radeyê çareseriyê peyda bike. Bêguman em ji vê derê lê dinihêrin; naxwe avêtina gavekê ve manîdar e û xwedî girîngeyeke dîrokî ye.

Divê komîsyon bikeve nava nêzîkatiyeke zanistî û stratejîk. Rêber Apo jî ev yek gelek caran anî ziman. Dem bi dem Devlet Bahçelî jî bal kişand ser. Em jî zanin ku Rêber Apo ji salên 1990’î û pê ve qala tifaqa stratejîk a gelên Kurd û Tirk dike.

Dîrokeke ji hezar salî heye ku li Malazgîrtê destpê kir. Nêzî 800-850 salên vê dîrokê bi giranî li ser bingeha tifaqê, bi taybetî jî li ser bingeha tifaqeke erênî derbas bû. Lê belê 100-150 salên dawî, eger em bi şênberî bibêjin; ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve 100 sal bû sedema şerê giran û travmayên mezin.

Lewma komîsyon ji nêrîna li roja me ya îro bêhtir, divê bi perspektîfeke zanistî û dîrokî tevbigere û nirxên ku di dîrokê de em li dora wê li bicivin û yên red bikin baş tespît bike. Bi saya vê yekê hem çareseriya pirsgirêka Kurd a roja heyî hem jî rêbazên çareserkirina pirsgirêkên din ên mezin dikarin bêne destnîşankirin. Lewma divê komîsyon pêşengiyê bike.

DIVÊ TEQEZ BI REBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKE

Di vir de girîng e ji destpêkê ve ev yek bê gotin: Ji bo karibe vê bike divê komîsyon teqez hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, pê re nîqaş bike û perspektîfa ku dîne holê li ber çavan bigire. Ji ber ku Rêber Apo ne mirovekî welê ye ku weke nûnerekî ji rêzê yê partiyeke siyasî yan jî saziyekê bê dîtin. Wî statuyeke civaka demokratîk û aştiyê danî holê.

Eger mirov vê statuyê bişibîne avahiyekê, Rêber Apo weke hîmê vê avahiyê ye; hêza bingehîn e ku avahiyê li ser piyan dihêle. Ji ber vê yekê jî rola wî ya pêşengî û rêbertiyê ne cihê nîqaşê ye.

Nêrînên ku Rêber Apo di manîfestoya xwe û nirxandinên xwe yên beriya niha de destnîşan kir, xwedî tespîtên gelekî girîng û mezin in. Rêberî vî karî bi cidiyeteke mezin dike.

Lewma divê komîsyon li nêrînên Rêber Apo guhdarî bike, cidî bigire, li gorî vê yekê nêzîkatiya xwe diyar bike, bixebite ku ev yek pîvana bingehîn a serketinê ye. Em bi vî rengî li karê vê komîsyonê dinihêrin.

EGER PEYMANEKE ALTERNATÎF BÊ AFIRANDIN WÊ TIRKIYE LI SER ZINÊR BI PER Û BASK BIBE Û BIFIRE

Tirkiye ji aliyê cografîk ve di asta gelekî stratejîk a Rojhilata Navîn de ye. Cografya Anatolî û Mezopotamyayê hezaran sal in, deh hezaran sal in xwedî roleke bi vî rengî ya diyarker e. Lê belê li gel vê rola xwe ya stratejîk a girîng, gelo em weke welat çima ewqasî lawaz û bi derve ve girêdayî ne? Çima bi desthilatdariya AKP’ê re di vê demê de aborî têk çûye, jiyana civakî têk çûye; li her qada jiyanê jiyana malbatî têk çûye. Jin êdî nikarin bijîn, bêhn lê çikiya ye. Sîstema perwerdeyê hilweşiya ye; meseleya dîplomaya sexte ya herî dawî ji mînakên herî şênber ên vê yekê ne. Ji profesoran heta bi dîplomayên li qadên cuda nîqaşa sexteyê tê kirin. Hûn dest bidin ku derê nelirêtî, sextekarî derdikeve pêşiya we.

Çima em di rewşeke bi vî rengî de ne? Em li ser zinar hatine ber ketinê, weke welat di rewşeke bi vî rengî de ne. Sedema bingehîn a vê yekê pirsgirêka Kurd e; sekna dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd e, feraseta wê ya înkarkirina hebûna gelê Kurd e.

Destûra Bingehîn a 1924’an ‘Destûra Bingehîn a 24’an’ ji destûra bingehîn a dema Komara 2’emîn a Fransayê û Destûra Bingehîn a Polonyayê sûd hatiye wergirtin û amadekirin. Piştre hin guhertin hatin kirin, xal lê hatin zêdekirin an jî kêmkirin. Lê belê destûra bingehîn e ku xwe dispêre sed sal beriya niha. Ev destûra bingehîn bi temamî li dijî Kurdan û gelan e, ji bo serwerkirina nasnameya Tirk hatiye avakirin. Ev destûra bingehîn hindik maye Tirkiyeyê di zinêr de wer bike; pozîsyoneke welê heye ku dikare jê bikeve.

Baş e eger em di vê pirsgirêkê de israr bikin, Kurdan hîn bêhtir înkar bikin, îmha bikin, giraniyê bidin ser leşker, balafir û keşfê, gelo em ê karibin vî welatî ji werbûna ji zinêr rizgar bikin, yan jî hîn bêhtir bigindirînin? Pirsgirêk di vir de ye.

Hin kesayetên balkêş bi pêşengiya TKP’ê îmze avêtin binê belavokekê û belav kirin. Dema ku ev rewş bi navê çepgirî yan jî şoreşgeriyê bê nirxandin, hingî rewşeke trajîk e. Nabe ku wezîfeya şoreşgeran nêzîkatiyeke bi vî rengî be. Kevneşopiyên neteweperestî û şovenîstî bi vê destûra bingehîn û peymana Tirkîtiyê li Tirkiyeyê kûr bû. Divê ev yek bê rawestandin û peymaneke alternatîf divê. Eger bi vî rengî bibe Tirkiye li ser zinêr dikare bi per û bask bibe û bifire.

Rêber Apo bi manîfestoyê û bi karên xwe yên bi salan vê formulê nîşan dide. Tirkiye di asta girîngiyeke stratejîk û jeopolîtîk de ye; şêweyê rêveberiyeke ku vê pirsgirêkê çareser dike, demokratîk dike û azad dike, eger di nava gelan de bi kevneşopiyeke hevpeymanê yekbûnê pêk bîne, hingî kî dikare li pêşiya Tirkiyeyê bibe asteng? Tirkiyeyeke demokratîk ku li ser bingeha tifaqa stratejîk a gelan ava bûye, wê pêşketineke cidî pêk bîne.

Lê belê partiyên ku niha xwe neteweperest pênase dikin -Di serî de ÎYÎ Partî û Zafer Partî- mohra xwe datînin binê hilweşîneke ekolojîk a mezin li Tirkiyeyê. Zeviyên çandiniyê têne şewitandin, bi qanûna madenê re gelek zeviyên zeytûnan têne tinekirin. Bêyî destûra gel ev hilweşîn tê kirin û ji Tirkiyeyê digihêje heta Kurdistanê. Mirov ji gundên xwe, ji warên xwe dibin, neçar têne hiştin ku koç bikin.

Neteweperestiyeke ku li hemberî van hemûyan bêdeng dimîne, gelo ew neteweperestî ye ku ji welatê xwe bi rastî jî hez dike, yan jî feraseteke şerker û şovenîzmê ye? Ev yek pirseke gelekî girîng e û meseleyeke welê ye ku bi tonan pirtûk divê li ser bê nivîsandin.Ji bo Tirkiyeyê pêwîstî bi neteweperestiyê yan jî welatparêziyê heye?

Mirov ketine rewşeke welê ku bêhn lê hatiye çikandin, jin bi rengekî ewle nikarin dakevin kolanan. Mirov xizan hatine hiştin. Di rewşeke bi vî rengî de berzkirina neteweperestiyê yan jî gotina, ‘Ez neteweperest im’ nayê qebûlkirin.

DIVÊ NASNAMEYEKE WELATPARÊZIYÊ YA TIRKIYEYÊ BÊ AFIRANDIN KU HER KESÎ VEDIHEWÎNE

Wateya neteweperestiya te çi ye? Ev rewş bi rastî jî hêjayî nîqaşê ye. Li gorî me eger xwişk û biratiya Kurd û Tirk, tifaqa wan a stratejîk bê afirandin, hingî têgeha netewe jî divê jinûve bê nîqaşkirin. Dema dawî jî nîqaşên Tirk an jî Tirkiyeyî?’ dikeve rojevê. Baş e, çi cudahiya xwe heye? Mînak, em Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê binirxînin; çima ‘Tirkiye’ tê gotin? Ji ber ku Tirkiye ye. Ev cografya beriya 100 salî bi vî rengî hate pênasekirin, bi vî rengî hate binavkirin.

Baş e, eger ‘Gelên Tirkiyeyê’ bê gotin, wê çi jê kêm bibe? Eger ‘Gelê Kurd’ bê gotin, nasnameyên Tirk, Tirkmen, Laz, Ereb wê çi winda bike? Tiştekî winda nake. Yanî nasnameyeke çêkirî ya Tirk a ji jor ve hatiye avakirin û li dora wê jî rantek hatiye afirandin. Ev yek bi gotina ‘Ez ji welatê xwe hez dikim’ ji bo afirandina têgihiştineke ku ji her tiştî hez dike, hatiye afirandin. Li holê rewşeke ku parçe bike nîne, lê belê ev gotin û derdora rantê ya li dora wê hatiye avakirin, kevneşopiyeke siyasetê ava kiriye.

Eger em ê bikevin nava pêvajoyek enû, divê ev mejî bê nirxandin, nîqaşkirin. Divê bê pirsîn: Tu neteweperestekî çawa ye? Daristanên te dişewitin; şîrketên madenê, şîrketên taybet ên cuda, rantxur talanê dikin. Li Kuridstanê, li herêmên din ên Tirkiyeyê daristan têne şewitandin, dar têne birîn. Bê av bûn weke metirsiyeke cidî heye. Ev felaket pêwendiya xwe ne tenê bi hawirdorê û avhewayê re heye; di bingeha van de polîtîkayeke rantê heye.

Baş e, tu dibêje ez neteweperest im; çima pêşî li vê nagire, çima lê napirse? Ji bixuşkên wê heta bi çiya, kevir, av, daristan, heywan, mirov, jin pêşkêşî bazarê hatine kirin. Ma neteweperestiyeke bi vî rengî dibe? Na, nabe. Pêwîstî bi welatparêziyeke cidî ya Tirkiyeyê heye.  Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê avakirin ku Tirkmen jî, Laz jî, Çerkes jî, Kurd jî, Ereb jî, Ermen jî, Suryan jî, Xiristiyan jî, Misilman jî; hembêz bike, hemû xwedî li hevdu derkevin.

Lewma şert e ku hevpeyamneke civakî ya ku xwe dispêre bingeha azadî û demokratîk a navbera gelan bê avakirin. Rêber Apo jî di manîfestoyê de bi giranî da ser vê yekê. Têkiliya gelên Kurd û Tirk divê weke têkiliyeke ku hebûna hevdu diparêze bê pênasekirin. Divê li ser bingeha demokratîk jinûve bê sererastkirin. Di nava 200 salên dawî de bi taybetî di nava 10 salên dawî de zerareke mezin li têkiliyên gelên Kurd û Tirk hate kirin, hema bibêje hat ber qutbûnê.

Ji bo jinûve sererastkirina vê têkiliyê ew xal bêne diyarkirin ku li dora wê bicivin. Ji vegera li 100 sal berê wêdetir pozîsyon û pêvajoyeke nû afirî ye. Dema ku ev rewşa konjonkturî di çarçoveya sedsala nû û vîzyona hezar salî de bê nirxandin, wê tifaqa stratejîk li gorî kîjan pênase û argumanan jinûve bê avakirin? Ev yek nîqaşeke gelekî girîng ku bi giranî ji nedîtî ve tê.

Pênaseyên nû divê bêne afirandin. Rêber Apo carekê ev yek îdîa kiribû: ‘Welatparêzê herî mezin ê Tirkiyeyê ez im’. Ev gotin, di salên 1992 û 94’an de gelek caran hate dubarekirin. Baş e, çima ev pênase li Tirkiyeyê neyê nîqaşkirin? Welatparêziya Tirkiyeyê, demokratbûna rasteqîn a Tirkiyeyê, pênaseya azadiyê divê bêne nîqaşkirin û ji bo gelan jinûve bê pênasekirin. Ev hevpeyman bi destûra bingehîn re dikare bigihêje asteke cuda.

Destûra Bingehîn ji aliyê pênasekirina aliyê dewletê û têkiliya dewlet-civakê ve girîng e. Lê belê hevpeyman tevna vê ya civakî dirêse. Lewma rêya ber bi destûra bingehîn a demokratîk ve divê li ser hevpeymana civakî, hevpeymana demokratîk an jî komara demokratîk bê nîqaşkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo derîvekirina li aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin

DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariya Semsûr û navçeyên eşkere kir. Meşa Azadiyê jî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Xwedêda Ilyas: Dixwazin bêyî Rêveberiya Xweser îdare ava bikin

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas destnîşan wiha got: ‘’Dixwazin li Şengalê îdare çênebe,…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

Gerîlayên YJA Starê ragihandin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ne tenê rojeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Êrîşên DYE û Îsraîlê li ser Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?