Koordînasyona KJK’ê li ser malpera xwe bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina ekolojiyê û bandorên wê. KJK’ê, da zanîn ku şawatên daristanan ên li Kurdistanê encama polîtîkaya şer a taybet in û ên li rojavayê Tirkiyeyê jî encama xemsarî û rantê ne.
LI DIJÎ MIROV Û GERSTÊRKAN ŞERÊ TINEKIRINÊ
Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:
Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku bandorên texrîbatên ekolojîk roj bi roj zêde dibin. Sedema vê yekê jî, mijarên jîngehê yên gerdûnî yên weke guhertina avhewayê, qirêjiya jîngehê û windakirina cihêrengiya biyolojîk e.
Gerstêrka ku em lê dijîn, bi destê desthilatdarî û kedxwarî ku ji aliyê mirovan ve hatine keşfkirin ve, ber bi hilweşînê ve tên birin. Ji ber polîtîkayên ku ekosîstemê li ber çavan nagirin, çavkaniyên me yên jiyanê yên bingehîn ên weke av, hewa û axê tên qirêjkirin û tinekirin. Helwestên xweperest, berjewendperest, hiyerarşîk û exlaqî yên îflaskirî, li dijî gerstêrka me û jiyanê bi xwe şerê tinekirinê dimeşîne. Endustriyalîzm ku stûna bingehîn a sîstema talanker a kapîtalîst a li ser esasê berhevkirina sermayeyê ye, ne tenê kedxwariya mirovan îstîsmar dike, di heman demê de xwezayê jî weke objeyek dibîne û xerckirina bêsînor a li ser wê weke maf dibîne. Çavkaniyên xwezayî bi awayekî hovane tên xerckirin û çopên pîşesaziyê yên di dema hilberînê de derdikevin holê, av, ax û hewaya me jehrî dike. Dewlet ne tenê zemînê ji bo vê sîstema îstismarkirinê ji bo şîrketan amade dikin, di heman demê de bi şer û çekên ku ew hilberînin, piştgiriyê didin û vê pêvajoyê hêsantir dikin.
YEK JI PIRSGIRÊKÊN HERÎ BINGEHÎN ÊN JÎNGEHÊ ŞEWATA DARISTANAN E
Texrîbata îro ya li ser daristanan, yek ji mezintirîn pirsgirêkên jîngehê yên cîhanê ye. Her sal bi mîlyonan hektar daristan tên tinekirin, ku dibin sedema gelek pirsgirêkan, ji guherîna avhewayê, heta kêmbûna cihêrengiyê biyolojîk. Dar û daristan ji bo hevsengiya ekosîstemê pir girîng in. Ji ber vê yekê daristan wekî “pişikên gerstêrka me” têne binavkirin. Daristan hêmanên bingehîn in ku hevsengiya hewa, av û axê diparêzin. Birîna daristanan avhewayê diguherîne, cihêrengiya wê ya biyolojîk wêran dike û zirarê dide av û axê.
BI PROJEYÊN LI DIJÎ JÎNGEHÊ RE, GIYANA XWEZAYÊ TÊ TINEKIRIN
Li Tirkiyeyê, wekî li deverên din ên cîhanê, santralên hîdroelektrîkê (HES), JES, GES, Rêya Kesk û projeyên madenê zirareke mezin dane jîngehê. Ziwabûna çavkaniyên avê, tinekirina qadên daristanan ji bo çêkirina rê, qirêjiya hewayê ku gihîştiye astên ku jiyanê tehdît dikin, berhemên ku ji ber bêqezenciyê di zeviyan de mane, zêdebûna hişkesaliyê û şorbûna axê nîşaneyên zelal ên hilweşîna ekolojîk in. Têkiliyên hilberînê yên pergala kapîtalîst hem sedem û hem jî encama vê hilweşînê ne. Ev pergala neheq û bêwijdan çavkaniya krîza ekolojîk e. Îro, gelek herêmên Tirkiyeyê, bi taybetî Kurdistan, hilweşînek xwezayî ya berfireh dijîn.Navê vê talan û komkujî ye. Zêdebûna rêjeya şewatên daristanan ji ber zêdebûna germbûna gerdûnî nîşan dide ku ew ji hêla hin koman ve têne destpêkirin.
LI KURDISTANÊ ŞERÊ TAYBET, LI TIRKIYEYÊ JÎ XEMSARÎ Û RANT
Her çiqas şewatên daristanan li rojavayê Tirkiyeyê ji ber xemsarî û rantê rû didin jî, em dizanin ku şewat û birîna daristanan li bajarên Kurdistanê wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Ev pêvajo, ku di salên 1990’î de bi valakirina gundan dest pê kir, îro jî bi polîtîkayên birîna daristanan berdewam dike. Tiştê ku li vir diqewime ne şewateke sade ye, kiryareke eşkere ya birîna daristanan û talankirinê ye. Ev pêkanîn guhertoyek modernîzekirî ya polîtîkayên şer ên faşîst û cudakar in û sûc in ku li dijî wijdanê mirovan derdikevin. Hem polîtîkayên bidestxistina qezencê û hem jî polîtîkayên şerê taybet di wêrankirina xwezayê de li Kurdistanê rol dilîzin. Ev polîtîka ne tenê çanda me, di heman demê de erd, ekosîstem, hewa û ava me jî hedef digirin. Ji ber ku her dareke şewitî ne tenê nebatek e; ew di heman demê de hêlîna bi hezaran çûk û kêzikan e û stargehek ji bo heywanên kovî ye.
NAVÊ VÊ QIRKIRINA JIYANÊ YE
Her çiqas daristaneke wêrankirî ji bo vegera rewşa xwe ya ewil hewcehî bi dehsalan dibîne, mixabin hin ekosîstem bi awayekî mayînde zirarê dibînin. Şewat dibe sedema wêrankirina jîngehên jiyanê û windakirina debara mirovên ku xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina heywanan. Ne tenê gundek dişewite; bîranîn, kevneşopî û girêdanên civakî yên bi zehmetî hatine bidestxistin jî di agir de dişewitin. Navê vê qirkirina jiyanê ye. Dewleta Tirk Kurdistan wekî herêmeke ewlehiyê ya taybet îlan kiriye, talankirina daristan û xwezayê wekî mafek rewa dibîne. Îro, wêrankirina xwezayê li Kurdistanê di bin çavdêriya dewletê de berdewam dike. Ev talankirin, ku ji hêla dewletê ve tê teşwîqkirin û heta rasterast tê kirin, bi tevahî nayê qebûlkirin.
ŞEWAT SÎSTEMATIK IN
Em diyar dikin ku şewatên ku hema hema rojane li welatê me derdikevin, bi bêhişmendî an jî bi hewaya germ nikare bê ravekirin. Ev agir bi awayekî sîstematîk tên pêxistin. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna rêxistinkirî li dijî berpirsiyarên van karesatan berfirehtir bikin. Divê em polîtîkayên wan ên hovane yên rantê û pêkanînên mêtinger deşîfer bikin û ji wan hesab bipirsin. Divê em hevgirtin û têkoşîna kolektîf li seranserê Tirkiye û Kurdistanê xurt bikin. Divê em daristan, çavkaniyên avê, kanan, ax û baxên zeytûnên xwe bi hev re biparêzin. Em tenê dikarin van hilweşînan bi têkoşîna kolektîf a bi hemû beşên civakê re, rawestînin. Ji ber ku heke em daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe neparêzin, jiyana me jî dê ligel xwezayê wêran bibe. Li dijî desthilatdariya zalim ku roj bi roj mîrateya me tine dike, divê em xwedî li daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe derkevin. Eger têkoşîn neyê meşandin, bi tinekirina xwezayê re wê jiyana me jî tine bibe. Li dijî talan û tinekirina bedewbûn û bereketa ku xweza diyarî me kiriye, divê bêyî rawestandin têkoşîna xwe ya ekolojîk berfireh bikin. Îro, em şahidê têkoşînên hêja yên komên dilxwaz, rêxistinên civaka sivîl, gelê herêmî û jinan li gelek deveran in. Helwesta biryardar a jineke 80 salî ku vê dawiyê ji gundekî Muglayê ber bi Enqerê ve çû da ku li dijî qanûna madenê ya ku li Meclîsa Tirkiyeyê tê nîqaşkirin derkeve û her wiha qîrîna kesên ku li ber Meclîsê şaxek zeytûnê girtin û gotin, “Ger ev biqede, jiyan jî diqede,” mînakên girîng ên vê têkoşînê ne.
ŞEWAT Û TALAN VEGUHERÎ PIRSGIRÊKA MAYINDE
Şewat û talankirina daristanan veguheriye pirsgirêkeke civakî ya mayinde. Ji ber van hemû sedeman em vê yekê dibêjin; şewat ne tenê afeteke xwezayî ye, encamek ji xemsarî û polîtîkayên kar-qezencê ye. Êdî roj hatiye ku mirov li ber zilma van kiryarên zalim ên şîrket û dewletan rabin ku bi tinehesibandina jiyana mirovan, heywanan û daran tenê ji bo qezenca xwe tevdigerin û talan dikin. Roj ne ew roj e ku em hêrsa xwe veşêrin. Tenê di nava pênc salên dawî de qadeke daristanî ya bi qasî 55 hezar qadên futbolê şewitî, hate şewitandin. Eger li hemberî vê yekê têkoşîn neyê weşandin, ku navê xwe felaket e, wê kengî û ji bo çi têkoşîn bê meşandin? Dem hatiye ku li hemberî van êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jiyan û paşeroja me têne kirin, dem hatiye ku em rê, gotin, hêrs, nerazîbûn, serhildan û çalakiya xwe bikin yek.
DIVÊ TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK BÊ MEZINKIRIN
Divê em ji bîr nekin, sebra ‘Dayika me-Xweza’yê heta cihekî ye. Û ew ti carî ya ku lê hatiye kirin ji bîr nake. Beriya her tiştî divê em jin li ber vê talankirina xwezayê rabin. Em bang li rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ku parastina xwezayê weke pîvaneke parastina jiyan û paşerojê bibînin û li hemberî van derdorên zalim, mêtinger û rantxur têkoşînê bilind bikin. Li hemberî kiryarên mêtinger ên ku welatê me Kurdistanê bê daristan dihêlin û pêşkêşî rantxuran dike, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna ekolojîk li her qadê bi rengekî rewa, bi bandor û girseyî bilind bikin.”