Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di civîna pêncemîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsê hatiye damezrandin de axivîn û diyar kirin ku ÎHD pêvajoya pêvçûnê ha 39 salan kiriye û ÎHD’ê daxwaza beşdarbûna komîsyonê kir. Rêveberên ÎHD’ê pêşniyar û daxwazên xwe bi nivîskî pêkêşî komîsyonê kirin.
Di rûnişta duyemîn a civînê de ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Huseyin Kuçukbalaban diyar kir ku ji ber komîsyon di çarçveya qanûnî de nehatiye destnîşankirin wê saziyên sivîl çawa bi komîsyonê têliyê deynin û wiha got: “Komîsyon hê jî ne xwedî bernameyeke ku aliyên şer guhdar bike ew jî kêmasiyek e. Mixabin tevî ku birêz Abdullah Ocalan xwedî roleke mezin e jî di rojeva komîsyonê de hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re tuneye. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.”
‘DIVÊ KOMA KU ÇEKÊN XWE ÎMHA KIR BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBE’
Kuçukbalaban anî ziman ku armanca komîsyonê ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê derxîne û aramanca wê pêwîstiyên wê bi cih bîne. Kuçukbalaban destnîşan kir ku divê Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku çekên xwe îmhakirin di vê pêvajoyê de cih bigire.
‘ME 39 SALÊN PÊVAJOYA PÊVÇÛNÊ KIR RAPOR’
Kuçukbalaban bimbîr xist ku wan 39 salên pêvajoya pêvçûnê kirine rapor û daneyên ÎHD’ê pêşkêşî komîsyonê kirine. Kuçukbalaban daneyên li ser binpêkirinên mafên jiyanê eşkere kir û got, “Ev hejmarên ku komeleya me bi dest xistiye, di rastiyê de hejmarên ku me kariye rapor. Ev di rastiyê de hejmarên herî kêm in. Li gorî daneyên me, di vê heyamê de 36,409 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 9,454 sivîl bûn. Bi vê re kesên ku ne alîgirê pêvçûnan bûn jî jiyana xwe ji dest dane.”
‘ME BINPÊKIRINA MAFAN KIRIN RAPOR’
Piştre endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê, Vetha Aydin Yuksel axivî û diyar kir ku ÎHD ji damezrandina xwe ve aştiyê parastiye. Yuksel destnîşan kir ku ew li ser binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî yên bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî rapor girtine û got, “Em komeleyeke ku ji pevçûn û tundiya ku di salên 1990’î de qewimîne û gelek binpêkirinên mafên mirovan, di nav de windakirinên bi zorê, kuştinên nediyar, valakirina gundan, binpêkirinên mafên mirovan şopandine, kirine rapor û van raporan bi raya giştî re parve kirine.”
‘EM DIXWAZIN BEŞDARÎ KOMÎSYONÊ BIBIN’
Vetha Aydin Yuksel daxwaza beşdarbûna xebatên komîsyonê kir û anî ziman ku ÎHD li heft herêman, 26 şax, 11 ofîsên nûnertiyê û zêdetirî 8,000 endam û çalakvanên dilxwaz xebatan dimeşîne. Yukksel xwest ku xebata wan li ber çavan were girtin û got, “Ez dixwazim pêşniyar û ramanên ku ji van hewldanan derdikevin holê hem ji bo vê komîsyonê û hem jî ji bo komîsyona komîsyon jêr a ku wê were damezrandin, bînim ziman û ji bo demildest aştî bînin were van axan em ê xebtên xwe bidomînin.”
DAXWAZ
Piştre, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amed Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi çarçoveyek berfireh, rêzgirtina mafên mirovan, demokratîkbûn û hemwelatîbûna wekhev heye û got, “Di vê çarçoveyê de ji bo li Tirkiyeyê aştiyeek mayînde were avakirin, weke Komeleya Mafên Mirovan em dixwazin pêşniyarên xwe bi komîsyona re parve bikin. Hin ji pêşniyarên me guhertinên qanûnî hewce dikin. Hin ji wan bêyî ku biryarên îdarî bên guhertin, biryarên bêhiqûqî ji holê bên rakirin û pêkanînên keyfî bên bi dawîkirin.”
Yilmaz pêşniyarên xwe wiha rêz kir:
“* Em difikirin ku Komîsyon ji bo bêçekkirina milîtanên PKK’ê û beşdarbûna wan a jiyana civakî divê dest bi amadekariyên sererastkirina qanûnan bike û ji ezmûnên erênî yên cîhanê û pisporên di vê mijarê de sûd werbigire.
* Bi xebatên ku ji hêla komîsyonê were kirin re divê cihê gorên kesayetiyên di civaka Kurd de xwedî nirxek mezin a manewî ne yên wek Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîd Nursî bên eşkerekirin û cenazeyên wan radestî malbatên wan bikin. Ev yek wê baweriya raya giştî bi pêvajoyê re zêde bike û binpêkirina bi dehan salan a mafê kesan a veşartina cenazeyê xizmên wan bi dawî bibe.
* Divê mafê zimanê dayikê were misogerkirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê, weşan û xebatên çandî divê ji hêla qanûnî ve werin misogerkirin. Divê Komara Tirkiyeyê li ser pêşniyara komîsyonê sînordarkirina xalên 17, 29 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ji holê rake.
* Ji bo betalkirina qanûnên ji ber nêzîkatiya ewlekariyê yên ji ber pirsgirêka Kurd hatine derxistin û xistine meriyetê yên weke dûrxistina şaredaran û tayînkirina qeyûman, pêşnûmeqamûnan pêşkêşî Meclîsê bên kirin. Divê rakirina sînordarkirina li ser şertê xweseriyê ya rêveberiya xwecihî ya Ewropayê pêşkêşî meclîsê were kirin.
* Di pêşnûmeqanûna ku dibe ku dibe ji hêla komîsyonê were amadekirin de qanûna terorê ya ku cudakariyê dixe navbera girtyên siyasî de were rakirin, di qanûna înfazê de rêgeza wekheviyê li bee çavan were girtin û were guhertin, lijneya çavdêrî û îdarî ya ku vi pêkanînên keyfî di rojeva raya giştî de ye were rakirin, astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş ên ku rê li ber krîzeke mafên mirovan vekiriye were rakirin, pêşkêşî meclîsê were kirin.
*Komîsyon divê ji bo rakirina astengiyên siyasî yên li pêşiya bicihanîna biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ku di qanûnên navxweyî de dijwar û mecbûrî ne, xebatê bimeşîne.
* Bi balkişandina ser mafê hêviyê yê girtiyên ku cezayê muebbetê yê girankirî wergirtine, biryarên girtinê yên ji ber sedemên siyasî têne girtin wekî binpêkirina mafan têne hesibandin û li gorî biryarên heman dadgehê ku bi êşkence, muameleya xerab, azadiya derbirînê û mafê civîn û çalakiyê ve girêdayî ne, divê guhertinên qanûnî û pêşniyarên ji bo guhertinên qanûnê pêşkêşî meclîsê were kirin.
*Divê komîsyoneke heqîqet û edaletê were avakirin da ku li ser windakirinên bi zorê û kuştinên kiryar nediyar ên ku rastiyeke Tirkiyeyê ye, lêkolînê bike. We îro li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê guhdar kir.
*Ji bo çareserkirina rastiya windakirinên bi zorê li Tirkiyeyê, divê komîsyon pêşniyar bike ku meclîs bibe alîgirê Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirinên Bi Zorê. Divê li dijî çanda bêcezatiyê ku bûye pratîkek qanûnî, têbikoşe û divê hewl were dayîn ku rayedarên cemaweriyê yên ku beşdarî di binpêkirinên mafên mirovan bûne, werin darizandin.
*Li gorî daneyên komeleya me û Rapora Gorên Komî ya ku me di navbera salên 2004 û 2014’an de amade kiriye, li seranserê Tirkiyeyê 309 gorên komî hene ku hîn nehatine vekirin û herî kêm 3,920 cemazeyên mirovan tê de ne. Divê komîsyonek serbixwe were damezrandin da ku van îdiayên gorên komî lêkolîn bike û divê li gorî protokola Minnesotayê kolandina goran were kirin.
WEQF Û KOMELE: DIVÊ EM BI ENCAMÊN TUNDIYÊ RE RÛBIRÛ BÊN
Weqf û komeleyan di civîna 5emîn de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û raporên ku wan derbarê binpêkirinên mafan ên di dema pêvajoyên pevçûnê de amade kirine, pêşkêşî komîsyonê kirin.
Pêşî rêveberên ÎHD’ê, Serokê Mazlûm-Derê Kaya Kartal jî axivî û bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û got: “Divê dewlet edaletê pêk bîne. Mafek hebe divê dewlet wî mafî radestî xwediyan bike. Çek hatin şewitandin heke ji vê pêvajoyê em paşve biçin ew ê ji bo me hemûyan wê bibe şermeke mezin.”
Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Mahsum Bati jî destnîşan kir ku divê ev pêvajo ji pêvajoyên beriya wê zelaltir be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyeke mayînde divê em demokrasiya xwe bi heztir bikin. Di dewleteke demokratik de kuştinên kujer nediyar pêk nayê. Lê mixabin li vî welatî kujerê bi sedan kesan nediyar e. Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî piştî daxuyaniyeke li pêş kamerayan hat qetilkirin. 10 sal in em li kujeran digerin lê kujer hê nehatine dîtin. Divê polîtîkayên bêcezahiştinê ji holê rabin û dewlet ji van ve rû bi rû were.”
Cîgirê weqfê Erkan Şenses jî diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde pêdivî ji demokrasiyê heye û got ku divê qanûna terorê ku rê li ber binpêkirinên mafan vedike ji holê rabe.
Serokê Weqfa Maf û Azadiyên Mirovan û Alîkariya Mirovî Fehmî Bulent Yildirim û endamê weqfê Vahdetîn Kaygan jî axivîn û bi lêv kirin ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û rapora amadekiribûn pêşkeşî komîsyonê kirin.
Piştî axaftinan civîna 5’emîn a komîsyonê bi dawî bû.