Gerîla yên jin, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin û nîqaş dikin. Di van nîqaşan de bi taybetî li ser pirsgirêkên azadiya jinê û rêxistinbûnê disekinin û rêyên çareseriyê digirin dest. Gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê Amara Ciwanro, di çarçoveya nîqaşên ku ramanên xwe yên derbarê mijara manîfestoya Rêber Apo de axivî.
RÊBER APO DIXWAZE LI ROJHILATA NAVÎN RONESANSEK PÊŞ BIXE
Gerîla Amara diyar kir ku dewletên hegemon di nav 200 salên dawî de li ser Rojhilata Navîn bi polîtîkaya “parçe bike û bi rêve bibe” gel û baweroyên olî li hemberî hev kirine dijmin û wiha got: “Armanca wan ew e ku em wekî gelê Kurd li dijî Farisan, Ereban û Tirkan şer bikin û ew ji vê kaosê serkeftinê bi dest bixin. Ger em nexwazin di destê wan de bibin lîstok, divê em xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Em wekî gelên Rojhilata Navîn divê vê yekê baş zanibin; heta ku kaos û şer li Rojhilata Navîn hebe, qezenca herî mezin dê dîsa ya dewletên mêtinger be, lê belê windahiya herî mezin dê para me be. Rêber Apo ev Manîfesto amade kir da ku em ji lîstokbûna di destê van dewletan de derkevin û gelên Rojhilata Navîn bi hev re bi aştiyane û demokratîk bijîn. Em wekî gelê Kurd dikarin pêşengiya guherînek wisa bikin.”
WEKÎ GERÎLA, EV 50 SAL IN EM BAŞ DIZANIN XWEZA ÇI ÊŞÊ DIKÊŞE
Gerîla Amara bal kişand ser polîtîkayên qirkirina ekolojîk ên di Manîfestoyê de jî cih girt û wiha berdewam kir: “Em wekî gelê Kurd dikarin pêşengiya şoreşek ekolojîk bikin. Ger em xwe wekî parçeyek xwezayê nebînin, xwe ji xwezayê cuda û serdest bibînin, em nikarin pêşengiyê bikin. Em wekî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 50 sal in dizanin xweza çi êşên mezin dikişîn, em bi xwe vê yekê dijîn. Di her êrîşa balafiran de ne tenê gerîla şehîd dibin, her wiha heywan têne kuştin, dar û nebat tên tune kirin. Em van hemûyan bi awayekî zelal dijîn. Ji ber vê yekê Rêber Apo dixwaze ekolojiyê ji nû ve pênase bike û çareseriyê jê re bibîne.”
BEŞA HERÎ BERFIREH A MANÎFESTOYÊ JI BO AZADIYA JINÊ HATIYE VEQETANDIN
Amara destnîşan kir ku Rêber Apo ji Parastinên xwe yên yekem heta Manîfestoya dawî her tim jinê di navenda demokrasiyê de dîtiye û bêyî çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê ti pirsgirêk çareser nabe û wiha lê zêde kir: “Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve di mijara jinê de her tim di nav nakokiyan de bû, li ser vê yekê kûr bû, xwest ku koletiya jinê baş analîz bike û çareseriyê pêş bixe. Di temenê zarokatiyê de dît ku hêza wî ji bo vê yekê têrê nake, lê her tim got, ‘Min xwest ku çareseriyek rast ji pirsgirêka jinê re bibînim.’ 26 sal berê di parastinên xwe de me dît ku lingê herî girîng ê paradîgmayê azadiya jinê ye. Di Manîfestoyê de jî lingê herî bingehîn ê demokrasiyê çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê ye. Beşa herî mezin ji vê yekê re hatiye veqetandin. Rêber Apo dît ku ger em azadiya jinê wekî çavkaniyek ji xwe re nekin, em ê jî wekî partiyên din têk biçin.”
Gerîla Amara diyar kir ku mêrên hegemon ên ku bi awayê kujerên kastîk û klûbên nêçîrê rêxistin bûne û êrîşî klanên bi pêşengiya jinan kirine, îro jî bi awayên cuda xwe didomînin û wiha got: “Ev kujer hê jî dijîn. Beriya 3000 salan di destê wan de kêr û tîr hebûn, lê îro di destê kujerên kastîk de ev tişt nîn in. Ew kravatan û bedlê li xwe dikin, lê dîsa ew kujerên kastîk in. Divê em wan baş bibînin. Ger jin hê jî têne tecawizkirin û kuştin, ev yek ji van kujerên kastîk ne qut e. Kujerên kastîk ên beriya 3000 salan bi heman felsefe û ramana îro, lê bi rêbazên nermtir û ji perdeyê paş ve heman karan dikin. Û em wan nabînin, em bi wan re dijîn. Rêber Apo bi Manîfestoyê dixwaze ku em van rastiyan bibînin, dijminê xwe nas bikin û tedbîrên xwe bigirin.” Her wiha Amara bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan a li dijî kujerên kastîk û wiha got: “Li hemberî van kujerên kastîk, rêxistinbûn bi taybetî ji bo me jinan pêwîst e. Çi Kurd, çi Ereb, çi Asûrî, çi Ermenî, çi Ewropî be jî ferq nake. Em difikirin ku jinên Rojhilata Navîn herî zêde rastî tecawiz û tundiyê tên, lê jinên li Ewropa, Amerîka û Afrîkayê jî bi heman tundiyê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê em hewcedarê rêxistinbûn û hevbendiyek jinan a li ser asta cîhanê ne.”
RÊBER APO ÇI GUHERÎNÊ BIKE, EM DIZANIN KU EW JI BO BERJEWENDIYA JINAN Û GELAN E
Gerîla Amara bawerî û girêdana xwe ya bi Rêber Apo re bi van gotinan anî ziman: “Em her tim Rêber Apo dişopînin. Heta niha PKK hebû, lê di Kongreya 12’an de PKK hate fesihkirin. PKK ne tiştekî fizîkî ye, ew ruhek e. PKK, ruhê şehîdên ku di vî şerî de ji roja yekem heta roja dawî jiyan, 50 sal in berdewam e. Me li her parçeyê Kurdistanê şehîd dane. Ev ruhê şehîdan û zehmetên ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê bi awayekî maratonî dijî heye. Ji bo ku ev zehmetî bigihîjin serkeftinê, em ê her tiştê ji destê me tê bikin. Em wekî gerîla nikarin zor û zehmetiyên 50 salan û şehîdan paşguh bikin, ji ber vê yekê têkoşîna me wê berdewam bike.” Amara her wiha bang li gel kir: “Em bawer dikin ku gelê me çawa heta niha li cem me bû, ji niha û pê ve jî wê li cem me be. Di vê pêvajoyê de divê gelê me hewl bide ku Rêber Apo baştir têbigihîje û di kesayetiya xwe de wî bijî.”