Hevserokê Şaxê Colemêrgê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozan Akbaş anî ziman ku bûyerên êşkence û tundiyê yên bi rêk û pêk li Colemêrgê têne kirin ji yên têne zanîn zêdetir in û got, “Mexdûr gelek caran ji ber ku berpirsyar ji hêza unîformayê ye û difikirin ku wê kes dest nedin wan, gilî nakin. Lewma gelek bûyer di serlêdanên fermî de nînin.”
Li Colemêrgê ku tenê hefteya dawî sê bûyerên bêcezahiştinê qewimîn, bêyî GBT’ê gundî nikarin biçin gundê xwe, li cihê ku diçin têne lêgerîn û dema sewalên xwe diçêrînin an têne qetilkirin an jî êşkence li wan tê kirin. Hersê mînakên hefteya dawî bi vî rengî ne:
– Li Rûbarokê şivanan dma pezê xwe diçêrandin, rastî êşkenceya leşkeran hatin. Giliyê ku şivanan kirin, piştî du salan bê encam ma. Dozgeriyê bi îdîaya ‘delîleke têrker nîne’ û ‘Zordarî nehatiye kirin’ biryar da ku nede pey lêpirsînê.
– Lêpirsîna têkildarî Erdem Aşkan ê 5 salî ku sala 2023’an ji ber ku wesayita çawişê pispor lê ket û jiyana xwe ji dest da, li gel îfadeyên şahidan û delîlan jî bêceza ma. Dadgehê çawişê pispor ‘bê guneh’, Erdem ê 5 salî jî ‘bi guneh’ dît.
– Herî dawî çawişê pispor li zarokekî 10 salî yê li ser bîsîkletê xist, ku îdîa kir zarok li ‘hevjîna wî ketiye’. Zarokê ku hate dehfdan, destê wê şikest. Çawişê pispor piştî îfadeyê bi kontrola edlî hate berdan.
Ozan Akbaş diyar kir ku ev mînak tenê yên di çapemeniyê de hatine weşandin e, binpêkirin û bêcezahiştina li bajêr ne tenê ev bûyer in. Ozan Akbaş ragihand ku hewl tê dayin kirasekî hiqûqî li binpêkirinan bê kirin, lewma mînakên bi vî rengî zêde bûne û destnîşan kir ku li bajarên Kurdan pîvana serweriya hiqûqê hatiye betalkirin.
Akbaş ragihand ku bi êrîşa yekser a li ser zarokan û sivîlan hewl tê dayin ku tirs bikeve nava civakê, tundî û bêcezahiştin jî ji ber nêrîna neteweperestiyê ye û got, “Bi mejiyekî neteweperest li Kurdan dinihêrin. Ji bo tundiyê bikin, Kurdbûn têrê dike. Perspektîfa nijadperest a herî nexweş ew e ku ji bilî xwe, hemû nasnameyan weke dijmin dibîne. Lewma ev feraseta yek tîp dewletê bi bêhiqûqiyê hebûna xwe bi tundiyê li dijî Kurdan dewam dike.”
LI GUNDAN QEDEXE Û ÊŞKENCE
Akbaş bi dewamî diyar kir ku li deverên cuda yên bajêr bûyerên êşkence û tundiyê yên bi rêk û pêk rû didin û got, “Di serlêdanên ji bo ÎHD’ê de tê dîtin, di serdegirtina gundan, dema binçavkirinê û li bendên qereqol û kontrolê êşkence û kiryarên xerab dewam dikin. Gelek caran ji ber ku berpirsyar endamekî hêza bi unîforma ye û ji ber têgihiştina ku wê kes dest nede wî, mexdûr gilî nake. Lewma gelek bûyer bi rengekî fermî nayên qeydkirin.”
BÊCEZAHIŞTIN HÊZÊ DIDE KIRYARAN
Akbaş destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê ne tenê kiryarên heyî yên xerab û êşkenceyê rewa dike, di heman demê de pêşî li windakirina bi zorê, kuştinên kiryar nediyar, bikaranîna hêzê ya di çalakiyên şermezarkirina civakî de, binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan û tundiya li jinan, vedike. Akbaş got, “Parastina kiryaran zemînê diafirîne ku sûc bê dubarekirin.”