Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şêxmeqsûdê berxwedan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Kurdistanê’ ceza li endama DEM Partiyê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin’
Rojane

‘Divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin û got, divê di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Ji aliyekî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li meclîsê komîsyon hatiye damezrandin û ji aliyê din ve jî li kulîsên Enqereyê tekildarî sererastkirina qanûna înfazê ya nû nûçe têne çêkirin. Tê gotin ku qanûna nû dişibe qanûna COVID-19 û hîn berfirehtir tê amadekirin, lê hîn jî li ser vê mijarê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.  

Her wiha Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê berdana gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane, asteng dike. Girtiyên ku gelek ji wan zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ne, ji ber biryarên kêfî yên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hîn jî di girtîgehê de ne. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan pirsên me yên li ser vê mijarê bersivand û diyar kir ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin û anî ziman ku divê di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe. 

Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2021’an vir ve bi guhertina qanûn û rêziknameyan re azadiya girtiyên siyasî tê desteserkirin û cezayên wan ji hêla Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve bi awayekî keyfî tê dirêjkirin. 

Newroz Uysal bi bîr xist ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ya ku beriya sala 2021’an peywira wê tenê guhertina odeyan, daxwazên girtiyan û cezayên dîsîplînê bû, bi vê guhertinê re peywira wê ji binî ve hate guhertin û li ser girtiyên siyasî “poşmaniyê” ferz dike. 

Newroz Uysal wiha got. “Tişta ku em dibêjin prosedura dirêjkirina cezayê yan jî şewitandina cezayê bi destê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê azadiya girtiyên siyasî tê desteserkirin. Ev yek ji ber guhertina qanûn û rêziknameya sala 2021’an diqewime.  

Her çiqasî Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê berê tenê bi guhertinên odeyên girtîgehê, hin daxwazên girtiyan, cezayên dîsîplînê yên têkildarî berdanê û pirgirêkên rojane re mijûl dibû. Bi guhertina 2021’an re hem avaniya van lijneyan hate guhertin û hem jî di bin navê ‘poşmaniyê’ de bi taybetî li ser girtiyên siyasî, nirxandinan dike. Her wiha pêvajoyên kêfî yên şewitandinê cezayan di bin serokatiya dozgeriyê de têne meşandin, hatine rojevê. 

Pêkanînên ku ji wê rojê û heta niha tên meşandin ne tekbûnê, ne di yekîtiyê de, ne jî nêzîkatiyê de û ne jî mekanîzmayeke wezaretê ya hiqûqî ku wê dişopîne tineye.  

Berevajî vê yekê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê wekî ku bi taybetî ji bo girtiyên siyasî hatine avakirin dixebitin. Jixwe girtiyên siyasî cezayên xwe yên ne edîlane diqedînin, piştre li ser rewş û serbestiya bi  şert, cezayên hin girtiyan du, sê û heta şeş salan dirêj dikin. 

‘359 GIRTIYÊN SIYASÎ MEXDÛRÊN VÊ PÊKANÎNÊ NE’ 

Newroz Uysal destnîşan kir ku li gorî rapora dawî ya ku di 29’ê Hezîranê de ji hêla OHD û TUHAY-DER’ê ve hate weşandin, cezayên 359 girtiyên siyasî hatine dirêjkirin û ev dirêjkirin jî li girtîgehên Jinan a Sincan, Tîpa T a Aksaray, Erzincan, Bakirkoy û Bolûyê, hema hema belavî hemû girtîgehan bûye.  

Newroz Uysal diyar kir ku berdana 34 girtiyên li Bolûyê hatine rawestandin û wiha got: “Di rapora dawî ya ku 29’ê Hezîrana 2025’an ji hêla OHD û TUHAY-DER’ê ve hatiye amadekirin de tê destnîşankirin ku cezayên 359 girtiyên siyasî ji bo demên cûda – ango carekê, du caran, sê caran an jî dirêjtir – hatine dirêjkirin û ev rewş belavî gelek girtîgehan bûye. 

Di destpêkê de hin girtîgeh biryara berdanê didan û li gorî cezayên dîsîplînê û tevgera kesane berdana wan dinirxandin. Niha hema hema li hemû girtîgehan bi pirsên “Ma hûn poşmaniyê qebûl dikin? Ma hûn belgeya tasdîkê ya samîmiyetê îmze dikin?” tê dirêjkirin. 

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Jinan a Erzincanê û girtîgehên Tîpa T a Aksaray û Bolûyê vê yekê bi awayekî sîstematîk dimeşînin û herî dawî li Bakirkoyê heman rewş hate jiyîn. 

Bi taybetî li Girtîgeha Bolûyê cezayê girtiyên ku 30 sal in girtî ne û girtiyên nexweş ên ku divê di girtîgehê de neyên girtin, tên dirêjkirin. Malbat, parêzvanên mafên mirovan û parêzer bertek nîşanî vê pêkanînê didin. 

Ev yek nêzîkatiya polîtîkayên dewletê ya li hemberî Kurdan nîşan dide. Her çiqasî pêkanînên wekî tecrîd, îzolasyon û gihîştina tenduristiyê bi awayekî sîstematîk li ser girtiyan tên meşandin jî, bi destê van lijneyan êrîşî azadî û jiyana girtiyan dikin.   

Mînak li Bolûyê 34 girtî bi vî rengî tên girtin. Li Aksarayê jî, heman pêkanîn li ser 12 girtiyên tê meşandin; di nava wan de girtiyên ku ji 30 sal in girtî ne û nexweşiyên COPD û dil bi wan re hene. Tevî ku nexweşiyên pençeşêr, astengdarî yan jî pirsgirêkên din ên tenduristiyê hene jî dîsa ev biryar tên dayîn.” 

‘EM DAXWAZA BI TEVAHÎ RAKIRINA LIJNEYÊN ÎDARÎ Û ÇAVDÊRIYÊ DIKIN’ 

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal diyar kir ku ji bo betalkirina van biryarên kêfî pêşniyarname pêşkêşî meclîsê kirine, ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan daxwaza lêpirsînê kirine û pêşnûmeqanûnên ji bo guhertina madeyên qanûnê pêşkêş kirine. 

Newroz Uysal destnîşan kir ku îtîrazên li Dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran ne rêyeke rast a darazê ye û bêbandor in. Newroz Uysal diyar kir ku ew daxwaza bi tevahî rakirina Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê dikin û wiha domand: “Biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ewqasî kêfî ne ku; mînak, tevî ku guhertina odeyan ji hêla rêveberiya girtîgehê tê kirin jî mîna ku wan ev guhertin nekirine, pirsa ‘odeyên rêxistinî yan ne rêxistinî’ dikin. Bi pirsên heqaretwarî yan jî pirsên biçûkxistinê wijdan, îrade û ramanên wan hedef digirin. 

Mînak pirsên nezelal û bêwate yên wekî “Hûn PKK’ê wek rêxistineke terorîst dibînin? PKK xwe fesix kir. Ger PKK rêxistineke nû ava bike, hûn ê tevlê bibim?” dipirsin. Me gelek caran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêşniyarname pêşkêşî meclîsê kir; me daxwaz kir ku Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan li ser vê mijarê lêkolînê bike. Me ji bo guhertina vê qanûnê, bi taybetî têkildarî madeya 89’an û rêziknameyan, pêşnûmeqanûn pêşkêş kirin. Lê mixabin, ev yek nexistin rojeva xwe. 

Berevajî vê yekê, Wezareta Dadê îdia dike ku mînakên vê lijneyê li cîhanê heye. Lê ev dûrî rastiyê ye; ev lijne cudakar in, carinan xwe dixin şûna dadgehan, pirsên ku dadgeh jî ji girtiyan napirse ew dipirsin, bêalîbûn û serxwebûna xwe tine dihesibînin û biryarên kêfî didin.  

Ji ber vê yekê, em vê mijarê wekî pirsgirêka baştirkirina lijneyan nabînin an jî îtirazên li Dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran tên kirin bi qasî berê ne bi bandor in, ev lijne ne rêya darazê ne. Ji ber vê yekê me daxwaza rakirin van lijneyan kir. Demek dirêj e em vê daxwazê dikin. Lê heta niha di van mijaran de ti guhertinek çênebûye. 

‘DIVÊ KOMÎSYON VÊ JÎ BIGIRE DEST’ 

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin û anî ziman ku divê di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe. 

Di berdewamiya axaftina xwe de Newroz Uysal anî ziman ku komîsyona li meclîsê didome ji bo pêşvebirina pêvajoyê efûya giştî yan guhertinên qanûnî nîqaş dike; lê divê ev nîqaş di çarçoveyek berfireh de bên kirin ku ne tenê rewşa qanûnî ya gerîlayên ku çekên xwe îmha kirine, di heman demê de hemû astengiyên qanûnî yên li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî divê bigire nava xwe û wiha pêde çû: “Bi destpêkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk re, bendewariyeke pir maqûl û guncaw hebû ku biryarên heyî yan jî pratîkên cudakariya yên van lijneyan bên bidawîkirin. Jixwe ev pêkanînên heyî derqanûnî ne. Daxwaz ne guhertina qanûna heyî bû, lê belê bidawîkirina vê pêkanîna siyasî bû. Lê bi rastî me di vî warî de ti guhertin nedît. 

Em dizanin ku civînên komîsyonê niha berdewam dikin. Di van civînan de ji bo pêşvebirina pêvajoyê efûya giştî yan guhertinên qanûnî nîqaş dike.  

Lê ev rastiyek e: Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkek e ku pirsgirêka girtîgehan jî bi xwe re tîne. Ger bi rastî nexşerêyek ji bo aştî û xwiş-biratiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd were xêzkirin, divê pergala tecrîdê, bi taybetî pirsgirêka şewitandina cezayan ên ku li girtîgehên belav bûne, bên guhertin. 

Divê ev pêkanînên bi taybetî li ser girtiyên ku 30 sal in girtî ne, wijdanê raya giştî birîndar dike û baweriya pêvajoyê ji holê radike, bi dawî bibin. Cezayên hin girtiyan sê, şeş, an jî ji salekê têne dirêjkirim. Mînak cezayê Ardil Çeşme li Erzincanê 2 caran şeş mehan hate dirêjkirin. Tamer Yeşilbaş piştî du sal û nîvan ji Girtîgeha Aksarayê hate berdan. 

Em dixwazin şêwaza xebat û nîqaşa komîsyonê, ne tenê li pêşniyarên qanûnî yên sînorkirî, teng, gerîlayên ku çekên xwe îmha kirine yan jî xwe fesix kirine, be; berevajî vê yekê hemû astengiyên qanûnî yên ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de derkevin holê derbas bike û dema ku ev astengiyên qanûnî derbas bibin wê razîbûn û pejirandina civakî jî bi xwe re derxe holê. 

Wekî partî, helwest û sekna me ya li komîsyonê bi vî rengî dimeşe. Lê nêzîkatiya derdikeve holê, pêşî çareserkirina hin pirsgirêkan e yan jî wekî gaveke yekem pirsgirêk bê derbaskirin. Niha bêhtir li ser rewşa qanûnî ya gerîlayên ku piştî çekên xwe deynin û vegerin tê axaftin. 

Belê ev rewşa qanûnî tê wateya jiholêrakirina qanûnên di bin maskeya “terorîzmê” dihatin veşartin. Ev tê wateya jiholêrakirina sosreta TMK’ê; her wiha tê wateya sererastkirina qanûnên cudakar ên ku di TCK û qanûna înfazê hatine danîn ku azadiya îfadeyê û azadiya rêxistinbûnê ji holê radikin. 

Jixwe ev guhertin wê rê li ber berdana bi hezaran girtiyên ku niha di girtîgehê de ne veke. Ev rastiya hiqûqî ye ku em pê re rû bi rû ne. Ev tê wateya di karakterê rêziknameyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê de guhertinek çêbibe.  

Em dibêjin ku divê qanûn demokratîk bibe û ji vê cudakariyê rizgar bibe. Dema ku ev diqewime, divê li girtîgehan pirsgirêkên wekî şewitandina cezayan, rewşa girtîgehan, helwest û nêzîkatiyên ATK’ê, astengiyên hiqûqî, sîstema cudekar a cezayê û cezayê adîlane deynin ser maseyê û werin guhertin. 

Tişta ku em niha dizanin ew e komîsyon jî vê pêvajoyê pêşbînî  dike û li ser vê yekê nîqaş tê kirin. Formulasyonên ku îro danîne holê wê  kîjan pêk were? Bêguman pêşbînîkirina encamên vê formulasyonê ne pêkan e; lê dema ku em rewşa heyî ya Tirkiyeyê, karakterê partiyên siyasî û karakterê civakê di vê pêvajoyê de di ber çavan de derbas dikin, eşkere ye ku ji bo vê pêvajoyê qanûnek xweser û taybet hewce dike. 

Gelo ev qanûna taybet wekî madeya demkî ya COVID-19 wê pirsgirêkê çareser bike? Bêguman komîsyon wê li ser vê yekê nîqaş bike. Em difikirin dikin ku ne tenê bi destxistina madeyeke demkî; ev mijar guhertinên teknîkî hewce dike û divê qanûnek çarçoveyî were derxistin ku karibe mijarên taybetîtir, giştîtir û yên din bigire nav xwe.  

Dema em li axaftinên Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş û partiyên din ên siyasî yên destpêka komîsyon kirin, dinêrin em dibînin ku ew jî li ser qanûnek çarçove were çareser kirin, li hev kirine. Ji ber vê yekê em ne rêbaza “çareseriya bilez” a ku di hin nûçeyan, hevpeyvînan, an li ser hesabên medyaya dîjîtal de tê pêşkêş kirin, bi rêbaz û mekanîzmayek bi kok, dîrokî û heqîqî dixwazin ku pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê demokratîk bibe û paqij bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’YÊ TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Gulistan rojnamevanek bû ku xwe fedayê gelê xwe kir’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwendekar bi coşeke mezin qeyda xwe li Zanîngeha Kobanê dikin

Li Kobanê xwendekar bi coşeke mezin, berê xwe didin zanîngehê û qeyda xwe dikin. Xwendekar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji gerîla pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 9 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Îdîayên ku dibêjin hikumeta demkî Şêqmeqsûd xistiye bin kontrolê, ne rast in’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gaziyên şer li ser banga seferberiyê ber bi Helebê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?