Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayika Aştiyê: Êş vala nehatin kişandin, divê pêşî maf bên dayîn
Rojane

Dayika Aştiyê: Êş vala nehatin kişandin, divê pêşî maf bên dayîn

Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a ku du kur û hevserê wê şehîd bûne got, “Eger aştî wê pêk were divê ewil maf bê dayîn. Ev qas êş vala nehatin kişandin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dilşah Ozgen, diyar kir ku tevî bi salan ew têdikoşe aştî nedîtiye û got ku divê ewil dev ji gotina ‘terorê’ bê berdan. Dilşah Ozgen got, “Li her devera vî warî xwîna ciwanên Kurd heye. Ev xwîn ne tenê ji bo axaftinekê, ji bo mafekî hatiye rijandin.”

 

Dilşah Ozgen a 92 salî, ku nêzîkî 30 salan e ji bo aştiyê têdikoşe, tevî hemû windahiyên xwe jî daxwaza aştiyê dike. Serpêhatiya Dilşah Ozgen mîna serpêhatiya bi hezaran dayikên Kurd ên li Kurdistanê dijîn. Dilşah Ozgen, ku ji ber temenê xwe zehmetiyan dikişîne ku bimeşe û biaxive, gelek caran hatiye binçavkirin û darizandin. Li dadgeha îstînafê cezaya şeş ku lê hatiye birîn heye.

Dilşah Ozgen ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku çi mafê wan hebe divê yên Kurdan jî hebin û got, “Ji bilî vê kî dikare bibêje ‘aştî’ pêk hatiye. Gelê Kurd bi salan e berdêl didin. Bila aştî pêk were, bila maf û dewleta gelê Kurd jî hebe. Bila meclîs û qadên me hebin. Ev qas ciwan û mirov bedel dan, ne ji bo gotineke vala ya ‘aştiyê’ bû.”

NIHA DORA DEWLETÊ YE DIVÊ GAV BAVÊJE

Dilşah Ozgen, diyar kir ku aştî ne tenê bi gotinan, di heman demê de bi pêkanîna daxwazên gelê Kurd jî mimkun dibe û got, “Ciwanan çekên xwe danîn, niha dora dewletê ye.” Dilşah Ozgen, bal kişand ser êşa mezin a ku gel dikişîne û diyar kir ku divê ew kesên ku bedel dane, heqê xwe bistînin.

TEVÎ HER TIŞTÎ ME GOT ‘AŞTÎ’

Dilşah Ozgen, da zanîn ku gundê wê hatiye şewitandin, du zarokên xwe winda kirine û got ku hîna jî gora hevserê xwe yê ku hatibû qetilkirin nedîtiye. Dilşah Ozgen got, “Ev tam ew tişt e ku em jê re dibêjin maf. Pêşî divê ew bi me re rûbirû bibin û lêborînê bixwazin, dû re hemû mafên me vegerînin. Em hemû aştiyê dixwazin, lê pêşî divê ew mafên me bidin me.”

DIVÊ DEV JI GOTINA ‘TERORÊ’ BÊ BERDAN

Dilşah Ozgen, her wiha rexne li nêzîkatiya dewletê ya ji bo aştiyê kir û got, “Divê ew dev ji gotinên ‘terorê’ berdin. Divê gelê Kurd jî xwedî hikûmetek û mafê jiyanek wekhev be. Wekî din, aştî çênabe. Divê gavên jidil werin avêtin. Xwîna ciwanan li her devera van waran heye û ev xwîn ji bo mafan hatiye rijandin.”

TEHEMÛLA WAN LI HEMBER GORAN JÎ TUNE YE

Dilşah Ozgen, bal kişand ser rewşa xwe ya wekî “dayika aştiyê” û got ku ji ber axaftina xwe ya ji bo aştiyê hatiye girtin, heqaret lê hatiye kirin û cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Dilşah Ozgen, êrîşên li ser gorên zarokên xwe bi bîr xist û got, “Gorên me hatin bombebarankirin, kevirên wan hatin şikandin. Me têkoşîn meşand da ku ev yek çênebe. Em rastî zilmê hatin, lê armanca têkoşîna me ew e ku hûn û nifşên siberojê aştiyê bibînin.”

WÊ DU KUR Û HEVSERÊ XWE WINDA KIR

Dilşah Ozgen, dayika şeş zarokan ku gundê wê yê li navçeya Pasûrê di salên 1990’î de hate şewitandin, windahiyên mezin jiyan. Kurê wê, Mefair Ozgen ê PKK’yî, di sala 1992’yan de li Stenbolê bi birîndarî ji aliyê polîsan ve hate girtin. Ozgen yê ku bêyî anesteziyê hatibû emeliyatkirin, piştî sê mehan jiyana xwe ji dest da. Hevserê wê, Fîkrî Ozgen, di sala 1997’an de dema ku ji serdana kurê xwe yê girtî vedigeriya, li Amedê di kuştinek nediyar de winda bû. DMME’yê di vê dozê de Tirkiyeyê mehkûm kir ku tazmînatê bide. Kurê wê yê din Ferdî Ozgen, di sala 1999’an de li Sasonê di encama pevçûnê de şehîd bû.

Goristana ku kurên Dilşah Ozgen li Licê lê hatibû veşartin, di operasyonek di sala 2016’an de bi teqemeniyan hate wêrankirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Gulistan rojnamevanek bû ku xwe fedayê gelê xwe kir’
Nûçeya Pişt re Aqûbeta Mehmet Ertak hate pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta Îmraliyê wê sibê daxuyaniyekê bide

Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya îro bi Rêber Apo re hevdîtin kir, wê sibê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke yên ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn

Li gorî agahiyan gelek balafirên şer ji 8’emîn Baregeha Jetan a li parêzgeha Amed ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?