Fermandarê HPG’ê Îrfan Cûdî, behsa Fermandarê Akademiyên Apollo û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Koçero Urfa ku di 4’ê Mijdara 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, kir.
Îrfan Cûdî, anî ziman ku şehîd Koçero Urfa bi hezaran şervan û fermandar perwerde kiriye û diyar kir ku di pêvajoya piştî dîlgirtina Rêber Apo de ku bendewarî ew bû ‘PKK nikare dewam bike’ roleke mezin di xurtkirina rêxistinê de lîstiye. Cûdî, destnîşan kir ku Fermandar Koçero Urfa xwedî kombûneke entelektuel bû û hemû zanebûn û tecrûbeya xwe xist xizmeta tevgerê û got, “Serdema ku hevrê Koçero di akademiyê de cih girt, pêvajoya paradîgmaya nû û parêznameyên Rêbertî bû. Hemû perwerdeyên me li ser vê bingehê bûn. Di wê pêvajoyê de hevrê Koçero jî bi awayekî serketî wezîfeyên xwe bi cih dianî. Serdemeke gelekî girîng bû û bi rastî jî hebûn û nebûna me bi wê pêvajoyê ve girêdayî bû.”
Fermandarê HGP’ê Îrfan Cûdî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Urfa bi van gotinan pênase kir:
“Şehadeta hevrê Koçero di mehek mîna meha Tebaxê de ku pîroz e, hate ragihandin. Bi vê wesîleyê ez Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêbertiya me, gelê me û hemû hevrêyan pîroz dikim. Dîsa em di şexsê fermandarê me yê mezin fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê hevrê Egîd, hevrê Nûreddîn û Koçero de hemû şehîdên xwe bi hurmetî bibîr tînin û soza xwe ya ji bo Rêbertî û şehîdên xwe dubare dikin.
Hevrê Koçero hevalekî kevn bû, şehadeta wî hate ragihandin. Di serî de ji tevgera me ya Apoyî û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Malbata wî malbateke gelekî hêja ye, malbata Rêbertî ye û em jî sersaxiyê ji malbatê re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare dikin.”
WÎ DI TEMENA XWE YA CIWANTIYÊ DE ZILM Û ZEXTA DEWLETÊ DÎTIBÛ
Heval Koçero di nav malbata Rêbertî de mezin bû û tevlî tevgera Apoyiyan bû, di gelek qadên tevgera gerîla de xizmet kir. Bi şehadeta wî em gelek xemgîn bûn. Wekî ku tê zanîn, tevgera Apoyiyan bi keda şehîdan mezin bû; partiya me partiyek şehîdan e. Wekî hevalên wan, em ê dev ji armancên wan bernedin. Ne mimkûn e ku heval Koçero di çend deqeyan de were vegotin.
Vegotina şehîdan zehmet e; me bi hev re têkoşîn kir, me hem demên zehmet û hem jî demên xweş bi hev re derbas kirin. Me dizanibû ku hevrê Koçero ji malbata Rêbertî ye, lê bi şehadeta wî re, em hîn bûn ku ew kurxalê wî ye. Malbata Rêbertî malbateke ku li ber vê şoreşê kedên mezin raber kiriye û hevrê Koçero bi vê berpirsiyariyê tevlî gerîla bû.
Ew di salên zanîngehê de bi tevgerê re eleqedar bû û di temenê ciwan de hem zilm-zext û hem jî têkoşîn nas kir. Piştî lêgerînên xurt, tevlî gerîla bû. Me di salên pêşîn de zêde hevdu nas nekir; ez li Botanê bûm, ew jî li Zagrosê bû. Di salên 2000’an de bi rêya civîn û xebata li biryargehên navendî me bêtir hev nas kir.
DI SALÊN 2000’AN DE DI JI NÛ VE AVAKIRINA HÊZÊN ME DE ROLEKE MEZIN LÎST
Di sala 2005’an de li Akademiya Apollo hevrê Koçero berpirsyar bû û wê demê em bi hev re xebitîn. Min derfet dît ku ez wî çêtir nas bikim; di vê pêvajoyê de, min kûrahî, fedakarî û ruhê ku ew temsîl dikir dît. Wî di salên 2000’an de gelek hevrê perwerde kirin. Hevrêyên ku ji perwerdeyê vegeriyan qadan behsa hevrê Koçero dikirin û wî bi hewldan û hesasiyetek mezin xizmet kir.
Ew serdem ji bo hêzên me serdemek ji nû ve avakirinê bû û ev bi rêya perwerdeyê pêk hat. Beşek mezin ji hêzên li Bakur ji akademiyan derbas bûn û hevrê Koçero di navenda vê pêvajoyê de bû. Bi saya hewldanên wî, hevalên me tevî zehmetiyan jî tevlîbûneke xurt pêkanîn.
Bendewarî hebûn ku piştî dîlgirtina Rêbertî “gerîla hilweşe”. Lê belê, bi saya binesaziya ku ji hêla Rêber Apo ve hatî avakirin û hewldanên kadroyên mîna hevrê Koçero, ev bendewarî hatin pûçkirin. Tevgera Apoyî paşve nekişiya û gerîla xwe ji nû ve xurt kir û erkên xwe bi serketî bi cih anîn.
Dema hevrê Koçero li akademiyê, demek welê bû ku paradîgmaya nû ya Rêbertî tê de hate teşegirtin. Perwerde li ser vê bingehê hate dayîn û hevrê Koçero di diyarkirina hebûna wê de roleke diyarker lîst.
DI QADA PERWERDEHIYÊ DE KEDEKE MEZIN RABER KIR
Bi taybetî ji ber di navbera salên 2000 û 2014’an de ez bi hevrê Koçero re mam û xebitîm, bû wesîle ku wî baştir nas bikim. Hevrê Koçero kedeke mezin raber kir. Bi taybetî têkildarê paradîgmaya nû û parêznameyên Rêbertiyê, xwedî zanîn bû. Bi baldarî xebitî da ku kêmasiyên ciwanên ku tevlî HPG’ê dibûn çareser bike. Tevî pirsgirêkên tenduristiya xwe jî, ew paşve nekişiya; berevajî vê hevrê Koçero bi hezaran hevrê perwerde kir.
Hevrê Koçero xwedî zanînek bû. Ji zanîngehê mezûn bibû û di nav partiyê de ezmûn bi dest xistibû. Bi xwendina parêznameyan re zanîna xwe veguherand hêza îdeolojîk û bi parvekirina vê zanînê re hevrêyên xwe pêş xist. Ew di pratîk û fermandariya gerîla de jî xwedî ezmûn bû; ew hewcedariyên avaniya rêxistinbûnê, çareseriyên pirsgirêkên taktîkî û şêwaza xebata kolektîf, baş dizanibû.
Perwerdekirina fermandar û şervanan karekî zehmet bû, bi taybetî di bin zexta şerê taybet a dijmin de. Hevrê Koçero di avakirina gerîlayên bi dîsîplîn û azadîxwaz de hevrêyek mînak bû. Perwerdehiya ku wî li ser bingeha parêznameyên Rêbertiyê da, di pêşxistina zihniyetek nû de rolek diyarker lîst.
HEZKIRIN Û SEMPATIYA HEVRÊYÊN XWE QEZENÇ KIRIBÛ
Hevrê Koçero, hevalekî zelal bû ji girîngiya pêvajoyê haydar bû û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi hestek berpirsiyariyê bû. Kesek ku wî nasneke dibe ku bifikire ji ber ew ji malbata Rêbertî ye, xwe wiha berpirsyar dibîne. Lê bi rastî jî ne wisa bû. Tevlîbûn û dilsoziya hevrê Koçer ji bo Rêbertî li ser bingehek rast bû. Hevrêyek zelal bû, digot em çiqas layiqê Rêbertî bin em ê ewqas layiqê partiyê bin. Hevrê Koçero digot, “Rêbertî ti carî negotiye werin tevlî min bibin. Lê mirovan perwerde dikir û ramanên xwe parve dikir, pêşniyarên xwe parve dikirin, Li ser vê yekê mirov îqna bûne û tevlî Rêbertî bûne. Ez jî ji ber îqna bûm tevlî Rêbertî bûm.”
Hevrê Koçero, ku girîngiyek mezin dida perwerdeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên piçûk jî hewl dida. Ezmûna wî ya li akademiyan ew di pirsgirêk û çareseriyên avahiyê de baş zana kir û nêrînên wî li biryargehan dihatin esas girtin. Ji bilî perwerdeyê, wî gelek erk girtin, ji şervanî bigire heya fermandarî.
Hêzên me gelek ji hevrê Koçer hez dikirin û hurmet nîşan didan. Ev yek encama keda wî bû. Ew li Dersim, Amed, Botan, Mêrdîn û Zagrosê pir dihat nasîn. Hezkirin û sempatiya hevrêyên xwe qezenç kiribû. Di hemû perwerde û civînan de der barê pratîka xwe de rexnedayîn dida. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pir caran jê re dihat pêşniyar kirin ku dev ji cixarekêşanê berde.
WÎ HER TIŞTÊ XWE KIR XIZMETA TEVGERÊ
Hevrê Koçero di hevrêtî, berpirsiyarî û alîkarî dayînê de kesayetek mînak bû. Jiyana wî ya şexsî tune bû; wî her tiştî û zanîna xwe ji bo tevgerê feda kiribû. Tevî pirsgirêkên tenduristiya xwe jî, wî ev yek wekî astengiyek nedît; berevajî vê ew bi berdewamî xwe kêm didît û hewl dida ku bêtir tevlî bibe. Felsefe, îdeolojî û têkoşîna Rêber Apo mirovên ewçend hêja ava dike. Ji ber vê yekê em der barê hevrê Koçero de çi bibêjin jî, dê kêm bimîne.
Şehadeta hevrê Koçero û Sofî di pêvajoya 15’ê Tebaxê de hate ragihandin. Xwedî derketina gel a li 4 parçeyên Kurdistanê, careke din nirxa van hevalan nîşan da. Weke hevrêyên wan em çi bikin dê kêm bimîne, em xwe deyîndarê şehîdan dibînin.
Me bi van şehîdan re jiya û têkoşîn meşand; wan hem hevrêtî û hem jî fermandarî fêrî me kirin. Wan xwezaya rastîn a Rêbertiyê bi awayê herî berbiçav nîşan dan û xwe îspat kirin. Ji bo vê yekê, em deyndarê şehîdên xwe ne. Ev fersendeke mezin e ku em li kêleka wan şer bikin. Wan di tevahiya jiyana xwe de hemû hêza xwe dan û niha erkê me ye ku em armancên wan pêk bînin. Em hemû şehîdan, bi taybetî hevrê Koçero, bi hurmetî bi bîr tînim. Em ê wan qet ji bîr nekin û bi armancên wan ve girêdayî bimînin û em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.”