Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li paytexta Danîmarka Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd lidar xist. Nêzî hezar kes beşdar bûn û çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Li festîvalê ku têkildarî pêvajoyê axaftin hate kirin, hunermendan konser dan, pêşangeh û dansên gel hatin nîşandan. Her wiha ji bo zarokan jî atolye û lîstik hatin birêxistinkirin.