Hapsa Xan di sala 1891’an de li Silêmaniyê weke keça malbateke Kurd a bi bandor ji dayik dibe û bi îradeya xwe ya xurt û baweriya xwe ya bi guhertinên civakî re, navê xwe li dîrokê neqişand. Bavê wê Şêx Marûf û diya wê Selma Xan ew li gor şert û mercên demê weke ferdeke perwerdekirî mezin kirin. Di serdemeke ku kevneşopiyên civakî jin piştguh dikir de, Hapsa Xan bi wêrekî derket pêş.
Hapsa Xan di sala 1920’an de bi birayê yek ji serokên Kurdan Şêx Mahmûd Berzencî Şêx Kadirê Hefîd re dizewice. Lê belê, vê zewacê sekna wê ya serbixwe neguherand; Berevajî vê yekê têkoşîna jina Kurd a ji bo perwerde û mafên wê hîn xurtir kir. Wê di sala 1926’an de pêşengiya avakirina yekemîn dibistana keçan li Silêmaniyê kir. Di wê demê de ji bo îqnakirina malbatên ku nedixwestin zarokên xwe bişînin dibistanê, li gel mamosteyan derî bi derî geriya. Vê wêrekiya wê nîşan da ku ew ne tenê perwerdekar, di heman demê de reformxwazeke civakî ye jî.
Hapsa Xan di 28’ê Hezîrana 1930’î de Komela Jinên Kurd (Komela Afretan Kurd) damezirand. Ev komele weke yek ji yekemîn rêxistinên jinên Kurd ku piştgirî da perwerdeya jinên kurd, mafên civakî û roleke aktîftir di jiyana civakî de lîst. Hapsa Xan ji bo xurtkirina cihê jinê di civakê de xebitî. Di heman salê de nameyek ji Cemiyeta Miletan re nivîsand û tê de parastina mafên gelê Kurd û pêwîstiya avakirina dewleta Kurdî kiribû. Hişmendiya wê ya siyasî û têkoşîna wê ya çalak gelek li pêş bû. Her wiha di sala 1946’an de dema ku Qazî Muhammed Komara Mahabadê ava kir, piştgirî da biryara ragihandina serxwebûnê.
Hapsa Xan, ne tenê bi fikrên xwe, bi hebûna xwe jî îlham dida derdora xwe. Wênekêşa navdar a Elman Lotte Errell ji bo wê gotibû: “Jineke wisa ye ku dema dikeve hundir hevserê wê li ber wê radibe.” Ev gotin nîşan dide ka di nava civakê de xwedî hurmet û otorîteyek çawa ya bi hêz bi dest xistiye.
Sekna wê ya bi cil û bergên Kurdî yên xweşik û kevneşopî, piştî salan jî ji bo jinên Kurd bû çavkaniya îlhamê. Serketiya pêşbirka modayê ya ku di sala 2019’an de li Silêmaniyê hat lidarxistin, sêwirana xwe ji şêwaza Hapsa Xan wergirtibû û amadekiribû.
Hapsa Xan di 12’ê Nîsana 1953’yan de çû ser dilovaniya xwe. Lê belê mîrateya ku wê li pey xwe hişt, di têkoşîna ji bo perwerde, maf û azadiya jinên Kurd de bû ronahî. Ew ne tenê pêşengek jin bû, di heman demê de hêviya gelan û pêla guhertinê bû.
Çavkaniya wêneyê: Jin Dergî