Di ‘’Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî’’ de ku têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin û pêvajoya ku bi guhdarîkirina alî û saziyan berdewam dike hê jî bi yasayan nehatiye misogerkirin ku ev yek rê li ber fikaran vedike.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku beriya her tiştî divê pêvajo ji sînor ûpolîtîkayên ewlehiyê were derxistin û bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike.
‘MIJARA ZIMANÊ DAYIKÊ DI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DE YEK JI HÊMANA HERÎ SEREKE YE’
Hakan Tahmaz ê ku ev 25 sal in bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibe û ji bo ku bi rêyên demokratîk çareser bibe hewl dide, diyar kir ku di komîsyonê de guhdarîkirina aliyan geşedaneke baş e lê belê di civîna pêncemîn de astengkirina axaftina Dayika Aşitiyê ya bi zimanê zikmakî pirsgirêkeke gelekî cidî ye.
Tahmaz da zanîn ku Dayikên Aşitiyê muxatabêb sereke yên pirsgirêka Kurd in û got ku mijara zimanê zikmakî jixwe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hêmana herî girîng e. Tahmaz destnîşan kir ku di encama têkoşîna girtiyên siyasî de di sala 2011’an de mafê parastina bi Kurdî heya astekê hatiye qebûlkirin û diyar kir ku li Meclîsê astengkirina mafekî ku ji aliyê dadgehan ve hatiye qebûlkirin tiştekî ecêb e. Tahmaz anî ziman ku divê teqez ev yek were telafîkirin û zamîna ku însan bi zimanê xwe yê dayîkê xwe îfade bikin, were avakirin.
‘JI BO CIVAKÎBÛNA PÊVAJOYÊ JI BILÎ PARLAMENTOYÊ DIVÊ STK JÎ BI AWAYEKÎ ÇALAK BEŞDAR BIBIN’’
Tahmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku karkirina komîsyonê ya bi tenê di çaroveya guhdarîkirinê de wê di warê pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî erênî de têrê neke û ji bo civakîbûna pêvajoyê divê rêxistinên civakî yên derveyî parlamentoyê jî beşdarî pêvajoyê bibin. Tahmaz da zanîn ku hemû pirsgirêk wê bes bi rêya komîsyonekê neyên çareserkirin û got ku divê tecrûbeyên ku ji pêvajoyên berê hatine bidestxistin, kar bikin û ji bo rûbûrûbûna paşerojê, dabînkirina edaletê û tedawîkirina birînan divê ji bilî vê komîsyonê jêrkomîsyon jî werin avakirin.
Hakan Tahmaz anî ziman ku bêdengbûna çekan û dabînkirina aşitiya negatîf pêngavên girîng in lê belê pirsgirêka ku wê li Meclîsê çawa sererastkirinên yasayî werin hê jî li holê ye.
‘JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ DIVÊ GUHDARIYA AKTORÊ SERKE OCALAN WERE KIRIN’
Tahmaz piştre bal kişand ser nekirina sererastkirinên yasayî û di komîsyonê de guhdarînekirina Rêber Apo û pirsa ‘’Gelo îradeya siyasî ya ku têrê bike heye?’’ bi bîr xist û got: ‘’Ji bo serkeftina pêvajoyê divê teqez guhadariya Abdullah Ocalan were kirin. Di komîsyonê de guhdariya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Wezîrên Parastin û Karên Hundirîn hate kirin. Lê belê guhdariya Abdullah Ocalan ku li ser navê PKK’ê hevdîtinan bi rê ve dibe û bi awayekî fermî weke serokê damezrînerê PKK’ê tê îfadekirin, nayê kirin.’’
‘EM NIKARIN BIBÊJIN KU LI TIRKIYEYÊ Û SÛRIYEYÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI HEV CUDA NE’
Tahmaz da zanîn ku têkildarî pêvajoyê nekirina sererastkirinên yasayî, guhdarînekirina Rêber Apo ku aktorê sereke yê pêvajoyê ye û nêzîkatiyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên li ser Rojava têkildarî pêvajoyê rê li ber fikaran vedikin.
Tahmaz piştre diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke giştî ye û nabe ku li Tirkiyeyê cuda û li Sûriyeyê jî cuda were nirxandin û her du jî bandorê li hev dikin. Îfade kir ku girêdayî vê yekê nêzîkatiya Enqereyê yan jî partiyên siyasî yên li parlamentoyê yên têkildarî Sûriyeyê weke nêzîkatiya welat a têkildarî pêvajoya çareseriyê ye.
Hakan Tahmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dema mirov li vam kêmasiyan hemûyan dinêre, dibîne ku komîsyonê têkildarî pêvajoyê hê nexşerêyeke çênekiriye û berdewamkirina xebatên komîsyonê ji înîsiyatîfa Serokê Meclîsê re hatiye hiştin ku ev yek jî rêli ber pirsgirkên mezin vedikin û da zanîn ku tam jî ji ber vê yekê divê rêxistinên girseyî yên demokratîk ji destpêka pêvajoyê ve ye li ser derxistina yasayeke taybet disekinin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji destpêkê ve ye em dibêjin ku divê yasayeke taybet were çêkirin. Ji ber ku di pêvajoyên berê de sererastkirinên yasayî nehatibûn çêkirin. Di pêvajoya beriya vê de komîsyona qanûna bingehîn hatibû avakirin; lê belê yasaya wê jî tune bû û jixwe piştre pêvajo hate bidawîkirin û mixabin ku ji wan xebatan encamek nehate bidestxistin. Raporên ku ji aliyê însanên aqilmend ve hatibûn amadekirin hê jî li ba dewletê ne. Ger di wê serdemê de yasa bihata çêkirin wê rewabûna civakî ya pêvajoyê xurttir bûna.’’
‘PÊVAJOYÊN BÊ NAV WÊ BIBIN SEDEMA PIRSGIRÊKAN’
Tahmaz da zanîn ku dema mirov li pêvajoyên hevşib ên li cîhanê dinêre, dibîne ku ev hevdîtin hemû bi rêya biryarên rêzikdanînên rêveberiyê tên lidarxistin û mînaka Moroyê bi bîr xist û got ku di pêvajoya hevdîtinên wê de nêzîkî sal û nîvan hevdîtinên veşartî hatine lidarxistin û piştre jî rêveberiyê yasa çêkirine.
Tahmaz diyar kir ku girêdayî vê yekê divê pêvajo li serzemîna hiqûqî were pênasekirin û da zanîn ku pêvajoyên bê pênase rêli ber bêbawerî cudakariya civakî vedikin.
‘DIVÊ MECLÎS ARMANCA XWE DIYAR BIKE’
Hakan Tahmaz destnîşan kir ku divê Meclîs armanca xwe eşkere bike û ev yek anîn ziman: ‘’ Gelo li vir mijar çekdanîna PKK’ê ye yan çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk e? Têkildarî van mijaran nediyarî heye. Bo nimûme hikûmet dibêje ku wê egerên çekberdanê werin bicihanîn. Derdorên muxalîf û aşitîxwaz jî balê dikşînin ser çareseriya pirsgirêka Kurd û guherînên ji bo ku li Tirkiyeyê rejîmeke demokratîk hebe. Divê armanca Meclîsê were eşkerekirin. Ev pêvajo bes bi axaftinê naçe serî.’’
‘DIVÊ KOMÎSYON BIKARE BANGÊ LI RÊVEBERIYÊ BIKE’
Ji bo vê yek mekanîzma hewce ne. Abdullah Ocalan jî vê yekê bi awayekî teorîk dibêje. Divê hikûmet û meclîs têkildarî cihgirtina kesên çek berdane ya di nava civakê de û xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk îradeyeke beyanê ya ku wê çi bike nîşan bide.
Bo nimûne, divê komîsyon bikare bangê li rêveberiyê bike û di vê pêvajoyê de divê hemû sererastkirinên yasayî guncavî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan bin. Divê hemû tebdîrên rêveberiyê yên ne guncavî vê yekê werin betalkirin. Pêngavên bi vî rengî wê baweriya civakê ya têkildarî pêvajoyê zêde bike.’’
‘DIVÊ CIVAK DAXILÎ PÊVAJOYÊ BÊ KIRIN’
Hakan Taymaz diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî li gorî pêvajoya diyalogê ya beriya vê ji bilî partiyeke siyasî beşdarbûna hemû partiyan ya ji bo pêvajoyê tişteke gelekî girîng e û got: ‘’Em neçar in ku ji girseya xwe û têkoşîna xwe ya demokratîk bawer bikin. Jixwe Ocalan jî vê yekê gelek caran tîne ziman. Divê em nekevin nava bendewariyan ku wê desthilatdarî tiştekê bike. Em banga têkoşîna demokratîk dikin. Li vir xala girîng ew e ku civak jî daxilî pêvajoyê bibe û rola xwe ya çavdêriyê bi cih bîne. Jixwe banga Aşitî û Civaka Demokratîk jî vê yekê dibêje. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê divê hemû kes ya ji destê wan tê, bike. Divê pêvajoyê ji sînorên ewlehiyê bê derxistin û bikeve rêyeke ku Tirkiye demokratîk bibe. Divê em gelekî li ber xwe bidin û zemîneke ku hemû kes bikare bi awayekî azad biaxive, were avakirin.’’