Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat têkildarî endama PAJK’ê Bêrîtan Amed (Semra Dûva) axivî ku 27’ê Tebaxa 2025’an ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Evîndar Ararat anî ziman ku wê beriya bi salan şehîd Bêrîtan nas dikir û diyar kir ku di nava 33 salan de li gelek qadên Kurdistanê wezîfeyên şoreşgerî bi cih anî. Evîndar Ararat ragihand ku şehîd Bêrîtan Amed ji bo wan pêşeng û mînakeke mezin bû û got, “Têkildarî şexis, şoreşgerî, hevrêtî û welatparêziya hevala Bêrîtan gelek tişt hene ku dikare bê gotin. Min beriya bi salan hevala Bêrîtan nas kir, hîn gelekî ciwan bû. Ji Bakur tevlî nava refên gerîla bûbû. Hem gerîlatî hem jî fermandarî kiribû. Di nava şer de mezin bûbû. Ji xwe di temenekî gelekî ciwan de tevlî nava partiyê bûbû. Li qadeke zehmet a weke Bakur dest bi gerîlatiyê kiribû. Hem êrîşên dijmin, hem şert û mercên xwezayê hem jî rastiya şer di nava pêvajoyeke zehmet de hîn bûbû.
Di nava partiyê de mezin bûbû, di demeke welê de tevlî bûbû ku artêşa jinê nû ava bûbû, partiya jinê ava bûbû, şerê gerîla di demeke zehmet de dihate meşandin. Di nava serdemeke bi vî rengî de tecrûbeyên mezin bi dest xist. Di temenekî biçûk de partî, hevrêtiya Apoyî, şerê gerîl nas kir, lê belê zû pê re aheng bû, bi pêş ket. Taybetmendiyên hevala Bêrîtan ên herî zêde bal dikişand ew bû ku rû li ken bû, bi coşa jiyanê bû, hezkirina wê ya hevrêtiyê bû. Ji roja ku tevlî nava partiyê bû heta bi roja dawî bi coş bû. Li gelek zehmetiyan rast hatibû, lê belê li gel vê yekê jî bû hêza çareseriyê, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ti carî hezkirina ji hevrêyên xwe, gerîlatiyê, xweza û welatparêziyê winda nekir. Her tim bi rûkenî, bi coş tevgeriya. Gelek hevalan li gel wê hînî jiyana gerîla bû. Di nava jiyana gerîla de hevala Bêrîtan weke mamosteyekê tevgeriya. Li gorî navê xwe têkoşiya, navê hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kiribû û li ser xeta wê têkoşiya.
Hevala Bêrîtan hem bi rêbaza xwe ya jiyanê, hem bi sekna xwe, hem bi hevrêtiya xwe, hem di nêzîkatiya li gel de, hem jî di wezîfeyên şoreşgerî de sadebûn ji xwe re dikir esas. Hem di nava şer de hem jî di nava jiyanê de gelekî wêrek bû. Enerjiyeke wê ya nenormal hebû. Ti astengî nas nedikir, ti carî nedigot, ez nikarim vî karî bikim. Di karektera wê de destberdana ji wezîfeyê tine bû. Dema ku nîqaş li ser wezîfeyên hevala Bêrîtan bi cih bîne dihate kirin, bi dilrehetî ew wezîfe jê re dihate dayin. Çima? Ji ber ku pîvanên xwe hebû, nirxên xwe hebû, li hemberî şaşitî, kêmasî û ferasetên şaş tawîz nedida. Hevala Bêrîtan li cihê ku lê bû bi parastina hevrêtî, pîvanên partiyê û nirxên partiyê dihate naskirin. Bi parastina xwe ya xeta azadiya jinê dihate naskirin. Lewma ji bo her kesî dibû cihê baweriyê. Ji ber vê yekê jî gelek wezîfeyên girîng ji hevala Bêrîtan re dihate dayin.”
BI KED, BERXWEDAN, SEKNA XWE JI ME HEMÛYAN RE BÛ MÎNAK
Evîndar Ararat diyar kir ku şehîd Bêrîtan Amed dema tevlî nava tevgerê bû îdeolojî, PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêbertî baş nas nedikir û got, “Hevala Bêrîtan ji ber ku di temenekî gelekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû, bi giranî li ser bingeha nirxên Kurdîtî û welatparêziyê tevlî bûbû. Lê belê çawa ku di nava tevgerê de bû xwedî tecrûbeya şer, ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe kûr kir û li ser felsefeya Rêber Apo, li ser xeta azadiya jinê xwe kûr kir. Her wiha di rêbaza gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbeyên meizn. Şervaneke gelekî wêrek bû, gelek hevrêyên li gel xwe kir şervanên xurt. Bi dehan, bi sedan hevalên tevlî nava artêşa jinê bûn ji hevala Bêrîtan hînî şerkirinê bûn. Her wiha li ser bingeha artêşbûnê hevala Bêrîtan kedeke mezin da.
Bêguman ne tenê li qada şer, li nava gel jî kedeke mezin da. Li çar parçeyên Kurdistanê weke gerîla têkoşiya, her wiha tevlî nava rêxistiniya gel bû. Şerê gerîla bi gel da naskirin, şoreşa jinê, artêşbûna jinê, partîbûna jinê, rastiya şehîdan û Rêbertî hînî gel kir. Ya rast hevala Bêrîtan sembola xeta welatparêziya Kurdistanê bû. Xeta neteweyî ya Kurdistanê temsîl dikir. Ji ber ku li Mexmûrê kar, li Rojhilat, li Başûr, li Rojava, li Bakur kar kir. Weke jineke Kurdistanî ked da her gelî. Dikarim bibêjim ku hem jineke şoreşger bû, hem jî fermandareke artêşa jinê bû. Bi sekn, têkoşîn û keda xwe ji me hemûyan re bû mînak. Dema ku mirov qala hevala Bêrîtan dike, taybetmendiya wê ya kedkariyê derdikeve pêş.
Mebesta min ji kedê ne tenê karê pratîkî ye, bêguman ji wî alî ve jî gelekî jêhatîbû, bi înîsiyatîf bû, hewldaneke mezin dida, rêxistinî bû, ti astengî nas nedikir, lê belê keda wê ya herî mezin li ser bingeha avakirina hevrêtiyê bû. Mînak ji hevrêyên xwe gelekî hez dikir, dilnizm bû, bê fikar nêzî hevalên xwe dibû. Bi dehan hevalên xwe yên birîndar û nexweş re eleqedar bû, bêteredût xizmet ji wan re kir. Hem di nava jiyanê de hem jî di nava şer de xwedî rêbazeke dîsîplînî bû. Ji aliyê parastina nirxan ve sekna wê zelal bû. Li hemberî kêmasiyan bêteredût têdikoşiya. Kêmasî, şaşitî, nêzîkatiyên cuda yên li derveyî xetê didît û li hemberî wan têdikoşiya. Nirxên partiyê hem dijiya, hem jî dixwest bide jiyîn.”
EŞQA WÊ YA JI BO ÇIYÊ GELEKÎ MEZIN BÛ
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat destnîşan kir ku hezkirina şehîd Bêrîtan a ji bo çşyayên Kurdistanê gelekî cuda bû û di dawiya axaftina xwe de got, “Hevala Bêrîtan ji ber ku li çiyê mezin bûbû, eşqa wê ya ji bo çiyê gelekî mezin bû. Du, sê saet beriya şehîd bikeve di wêneyê xwe de hezkirin, hesreta xwe ya ji bo çiyê, daxwaza dîtina hevrêyên xwe dikir. Hezkirina hevala Bêrîtan a ji bo Rêber Apo gelekî cuda bû. Bi girêdaneke mezin bi Rêbertî girêdayî bû, hebûna xwe di azadî û hevrêtiya Rêbertî de didît û bi wî rengî dijiya. Hevala Bêrîtan nekarî Rêbertî bibîne, lê belê hêviya xwe ya ji bo dîtina Rêbertî ti carî winda nekir. Her tim bi hêviya dîtina Rêbertî bû. Hevala Bêrîtan li gel zor û zehmetiyan jî nedisekinî, li gel nexweşiya xwe jî nedisekinî.
Bi nexweşiyeke gelekî giran bi kanserê ket, lê belê li hemberî kanserê jî nesekinî. Heta kêliyên dawî jî bi hêvî bû ku vê nexweşiyê têk bibe, digot, wê teslîmî vê nexweşiyê nebe, ji ber ku xwedî hêviay dîtina Rêber Apo ya bi rengekî azad bû. Heta kêliya xwe ya dawî xwedî van hestan bû, hêviya xwe ti carî winda nekir. Em li gelek qadan bi hevala Bêrîtan re man. Li qada civakî em bi hev re man, li çiyê em bi hev re man, hevaleke welê bû ku mirov bi rengekî rehet dikarîbû pê re bima û her tişt pê re parve bikira. Temenê xwe hemû di nava tevgerê de derbas kir. 33 salan bê navber, bê teredût bi hêvî û îdîayeke mezin li hemû qadan, li hemû qonaxan cih girt. Mirov çiqasî qala têkoşîna hevala Bêrîtan bike ewqasî jî wê kêm bimîne.
Hevala Bêrîtan bi sekn, hevrêtî, têkoşîn û keda xwe cihê xwe di dîroka Tevgera Azadiya Jinê û dîroka Kurdistanê de girt. Ya ku mirovan diêşîne ku hevala Bêrîtan jî êşand, şehadeta ji ber nexweşiyê bû. Şehadeteke bi vî rengî ji bo me giran bû. 33 salan li gel zor û zehmetiyan jiya, lê di encama nexweşiyekê de şehîd bû, ku vê yekê mirov diêşand. Lê belê hemberî nexweşiyê jî sekneke bi wêrek û berxwedêrî nîşan dida. 2, 3 saet beriya ku şehîd bikeve peyamek û wêne jî ji hevalên xwe re şand, hezkirina xwe ya ji bo hevrêyên xwe, hêviya dîtina Rêbertî nîşan dida. Sekneke bi vî rengî bêguman ji bo me mînak bû. Em ê şopdara hevala Bêrîtan bin.
Di nava têkoşîna xwe de mê hezkirina wê ya ji hevrêyên xwe re, keda wê ya şoreşgerî ji xwe re bikin esas. Em ê hêviya wê ya dîtina Rêbertî pêk bînin. Bi vê wesîleyê di şexsê hevala Bêrîtan de şehîdên me yên şoreşa Kurdistanê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim. Em ê şehîdên xwe ti carî ji bîr nekin, şehîdên me hemû nemirinin. Wê xeta me ya têkoşînê ronî bikin, wê her tim bibin fermandarên me yên jiyana azad. Em ê şoreşa xwe teqez bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em ê xwedî li têkoşîn, berxwedana şehîdên xwe derkevin û hêjayî şehîdên xwe bin.”